• Monday, 17 June 2024
logo

Merîwan Qerenî: Ew pareyê ji bo Heşdî Şeibî zêde kirine, beşa 3 meh mûçeyê hêzên ewlehiya Kurdistanê dike

Merîwan Qerenî: Ew pareyê ji bo Heşdî Şeibî zêde kirine, beşa 3 meh mûçeyê hêzên ewlehiya Kurdistanê dike

Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Encûmena Nûnerên Iraqê Merîwan Qerenî aşkera kir, ew pareyê di lîsteya budceya 2024 a Iraqê de ji bo Heşdî Şeibî hatiye zêde kirin, têrê dike ku 3 meh mûçeyê hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê pê bê dayîn, lê Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo şandina mûçeyê hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiya Kurdistanê pir bêxemiyê dike.

Herçend ev heftiyeke hemû mûçexwarên Herêma Kurdistanê mûçeyê meha Nîsanê wergirtiye jî, lê hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê ji ber neşandina mûçeyên wan ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve mûçeyên wan paşketiye.

Vê derbarê de Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniya Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wezareta Darayî ya Iraqê bi temamî faşîstane li hember Herêma Kurdistanê û xelkê wê reftarê dike. Qasî ku me zaniye lîsteya mûçe ya hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê li fermangeha jimêryarî ya Iraqê hûrbînî ya wê hatiye temam kirin û ti pirsgirêkek nemaye, lê bê ku ti bahaneyek hebe û bi taybet jî heta negotine ji bo çi şandina mûçe paşxistine.’’

Herwaha got: ‘’Neşandina mûçeyê hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê pêbend nebûna aşkera ya Wezareta Darayî ya Iraqê bi biryarên Dadgeha Federal e. Ji bo nimûne di lîsteya budceya 2024ê ya ji Parlamentoya Iraqê re hatiye pêşkeş kirin de û eger heye deng li ser bê dayîn û budceya hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê rêjeya sedî 12 hatiye zêde kirin, ku ji 29 trilyon ve kirine 33 trîlyon û 159 milyar û 544 milyon dînar. Bi taybet Heşdî Şeibî ku hejmara çekdarên wan wek 238 hezar û 75 çekdar hatiye diyar kirin û guman heye zêdetirî nîvê wan ne li ser erk bin, budceya sala 2023yê de 3 trîlyon û 743 milyar û 703 milyon dînar bû, lê lîsteya budceya 2024ê de ji bo Heşdî Şeibî kirine 4 trîlyon û 556 milyar û 611 milyon dînar û zêdekirin bi rêjeya zêdetir jî sedî 17ê ye.’’

Parlamenter Merîwan Qerenî dibêje, tenê ew pareyê îsal ji bo Heşdî Şeibî hatiye zêdekirin, 812 milyar û 908 milyon dînare û ew pareyê ji bo hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê pêwîste zêdetirî 300 milyare, ango ew pareyê ji bo Heşdî Şeibî hatiye zêdekirin, beşa 3 mûçeyên hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê dike.  

 

Basnews

Top