• Sunday, 16 June 2024
logo

Kuwait têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Kuwait têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Serokwezîr li gel balyozê Kuwaitê civiya.

Duh Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Kuwaitê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyozê Kuwaitê yê li Îraqê birêz Tariq Ebdulah Elferec kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Kuwaitê yê li herêma Kurdistanê birêz Osman Eldawûd jî têde beşdar bû, me tekez li ser girîngiya bihêz kirina têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û dewleta Kuwaitê ku, dîrokeke hevbeş ya me ya bo rûbirû bûna stem û dîktatoriyê heye.

Balyozê Kuwaitê behsa vê yekê kir ku, dewleta Kuwaitê bi çavê rêzdarî û girîngî li rol û pêgeha herêma Kurdistanê dinêre û xwesteka welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyên du alî diyar kir.

Di rojeveke din ya civînê de me nêrînên xwe yên derbarê derfetên pêşde birina hêlbirîna Kuwaitî li herêma Kurdistanê di warên curbicur de anîn ziman.

 
 

Top