• Monday, 29 April 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê keçeka 14 salî hat kuştin

Gulan Media December 17, 2010 Civakî
Li Herêma Kurdistanê keçeka 14 salî hat kuştin
Li gundekî ser bi qeza Pêncwînê a bi ser Silêmaniyê ve û di rewşeke nediyar de keçeka xwendekar a 14 salî xwe kuşt.

Di vê mijarê de rêvebirê polîsê Pêncwînê Hîwa Sidîq Mihemed ragihand, piştî ku em hatin agahdarkirin, derhal em gihîştin cihê bûyerê û got: “Ew keç ku 14 salî ye, di mala xwe de bi gulleya tapirê hatiye kuştin û derhal jiyana xwe ji dest daye. Cenazeya wê destpêkê ji nexweşxaneya Giştî a Pêncwînê û paşê jî ji Silêmaniyê re hate rêkirin.”

Mihemed her wiha got: “Li gor îfadeyên dayîk û bavên wê keçikê, wê bi xwe xwe kuştiye, lê belê di encama lêkolînên destpêkê de guman li kuştina wê tê kirin.”
Top