• Monday, 29 April 2024
logo

Dilpîsî di navbera hevjînan de belayek mezin e

Gulan Media December 10, 2010 Civakî
Dilpîsî di navbera hevjînan de belayek mezin e
Dilpîsî yeke ji pirsgirêkên mezin di navbera jin û mêran de, yek ji mercên serekî yên piraniya keçan li dema şûkirinê ew e ku malxweyê wan dilpîs nebe, lewra jî keç pir bi hûrî û ji kesên nêzî wî kurî di pirsin ka gelo ev kur dilpîs e yan na?. piraniya caran ev tişte li cem keçan ji mare û heştika wan giringtir e.

Gulzar Enwer xwedî hevjîn e û dibêje: “berî ez biryara şûkirinê bidim ez pir ditirsîm ka wê ew mêr dilpîs be di gel min yan na, herçende niha jî pir caran li hin cihan yan hin seredanan ez tûşî vê yekê dibim, bo nimûne eger ez heneka û axiftina li gel kesên hember bikim ew ê navçavên xwe girêbike û li dawiyê ew ê ji min re bibêje ez heznakim tu pir heneka bi vî yan wî re bikî. bi ya hevjînê min nabe ez pir heneka di gel birayê xwe jî re bikim. nêrîna min hevdijî nêrîna wî ye, ez pir ji heneka hezdikim, lewra dema ez ji wî re dibêjim tu li hember min dilpîs û dilxeletî, ew pir tûre dibe û dibêje na ez ne dilpîs im, pir caran dilpîsî ji encama ji hev tênegehiştinê dirust dibe, yan jî hinek mêran ev dilpîsiye bi xwe di zikê wan de ye, ev şaştêgeheştine dibe egera ji destdana rewişt û şerefa civakê û dûmkirina vê yekê dibe eger kesê beramber jî dilpîs bibe.

Şehla Qadir 22 salî ye û saleke mêr kiriye, dibêje: di mawê vê salê de çend caran ev yek bi serê min hatiye, dema ew şer dike û dengê xwe li ser min bilind dike, derdor ji wî re dibêjin tu dilpîsî lê ew her dibêje na ez ne dilpîs im, tenê ew dibêje ez pir ji te hez dikim û ev yek ji pir hezkirinê peyda dibe. yan jî hinek caran bi egera gotinên malbata wî ev yek bi serê me tê.

Di jiyana hevjîniyê de pir nepenî hene, parastina wan nepeniyan erkeke li ser milên jin û mêran gereke bawerî di navbera jin û mêran de hebe. eger bawerî hebe tu carî ew dilxeletî û dilpîsî peyda nabin, bo nimûne eger jin û mêr li hev bikin û di dema seredanan de ji bo her cihekî be guhdariya hev bikin û nekevin jêr bandora derdor û kesûkaran û xwe tevlî rewiştên nebaşên civakê nekin qet dilpîsî peyda nabe.

Ermen Reuf paş jiyana hevjîniyê ya çiwar sal û nîvê bi egera dilpîsiyê ji hevjînê xwe veqetî ye dibêje: dema ez di jiyana hevjînî de, min jiyana xwe pir nexweş derbaz dikir, ji ber ku hemû livînên min li wê malê ji aliyê hevjînê min û mala wan ve diketin ber lêpirsîn û vekolînan, biraniya kesên mala hevjînê min dilpîs bûn, pirs welê bibû ku dema min ew didîtin ez li benda pirsên wan bûm kî hate mala me? ji ber çi hatibû? çawa dibe mirovê te?...htd, ez gelek ji wê jiyanê bêzar bibûm lewra min biryara cudabûnê da. niha ez pir bikêfim ne kes ji min dipirse û ne ji hatina kesî ditirsim, bi ya min ez nikarim carek din jiyana hevjîniyê dirust bikim ji ber ku ez ji mêran ditirsim, ji her kesî ez di pirsim jiyana hevjîniyê her wek ya min e, lê min nikarî berxwebidim. Ew tiştê dibe eger ez carek din şûnekim û nezewicim ew e ku di jiyana xwe ya yekê de ez tûşî hevjînekê dilpîs bûm daku carek din ez tûşî mêrekî weha nebim ez newêrim bizewicim.
Top