Turkiya rûlekê nû di nava guhartinên rojhelata navîn de
Turkiya û herêmî Kurdistan guhartineka erênî di peywendiyan de
Helwîst wergirtin li ser binemayên dustatî û rêzgirtina hevbeş û peywendiyên du alî tevî ezmûna hikumdariya herêma Kurdistanê ji bo hemû dewletan wek yak bi sanehî nîne, renge dewletên sinûra xwe bi herêmê re tuneye sanahîtir bikarin bigehne wê baweriyê peywendiyên dustane tevî herêma Kurdistanê danin, lê dewletên hevsiyên herêmê ku beşekê pir yê Kurdan li wan welatan yene, hertim revtarek hestiyar tevî herêmê dikin, lewre di şend salên burî de bisaya bizavên serokê herêma Kurdistanê ji bo gehandina peyama aştiyê û bizav ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane, bu sedema nemana wê hestiyariyê û xweşbûna peywendiyên Turkiya û herêma Kurdistanê ku berê kesê ev yek texmîn nedikir, divê barê de û li ser astê peywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyê me ji perlemantarê Turk Suat Kilînkî Oxlo serokê komîta peywendiyên derve li perlemana Turkiy pirsyar kir weha nêrîna xwe ji gulan re xuyakir û got: ( pêş her tiştî dixwazim amajekim ku li cem min Kurd û Turk birane û gereke em li detpêkî vê bêjin, lewre tiştekê pir asayiye ku du civakên bira piştevaniyê li hev bikin û hevpeymanî û rêkeftinên sitratijî encambidin, çunkî peywendiyek dustane li ser binemayên rêz û berjewendiyên hevbeş heye, disan herêma Kurdistanê gehaye wê baweriyê ku berjewenda abûrî û dergehê Ewropa di rêyaTurkiyê de li ber wê vedibe, lewre ev peywendiye bi awayekê zana û bi fersentek zaniye û Turkiyajî di vê barê de helwîstek baş û guncayî heye û di barê weberhênanê û abûrî û zanîngehan û peywendiyên du alî de rulek başgêraye, ez dibînim ku peywendiyên niha yên dinavbera Turkiya û herêma Kurdistanê de di şend salên burî de di astekê wehadeye ku berî çend salan her di xeyala kesê de nebû ku bigehe vê astê, lewre ez hêvîdarim her berdewam be û biya min gereke ev peywendiye bibe nimûnek ji aliyê din yên deverê re, wate eger dustayetiya Turkiyê bidetve bîne wê qazancek du alîbe, ez hêvîdarim hertim ev peywendiye ber bi başiyê ve biçe, derbarî Îraqê jî Turkiya dixwaze yekparşeya axa Îraqê bê parastin, bê ku pêdivîbe Turkiya rolê mina ekterek bigêre, herweha Îraq welatekê pir giringe ji Turkiyê re û duste ji Turkiyê re, lê divê dawiyê de hind daxuyaniyên malikî bune sedema nerihetiya Turkiyê, çunkî Turkiya di çarçûva destûra Îraqê û hebûna pêkhatên cudacuda li îraqê dixwazeberdewamiyê bide peywendiyên xwe, lê rastiyek heye ku Turkiya tevî herêma Kurdistana Îraqê û aliyên siyasiyên din yên Îraqê di peywendî û çavpêketinan deye, jiberku ew bi xwe dizanin ku Turkiya biniyeta peywendiyên baş û bihêze û hebûna peywendiyên abûrî jî bi awayekê baş palpiştiya vê yekê dikinm, lewre em dixwazin ku serok wezîr û hikumeta Bexda nerimtir reftarê tev Turkiya bike, biya min ev tengijiya di navbera Turkiya û serok wezîrê Îraqê de peydabuy jiber helwîstê Turkiya bû sebaret Sûriya, lewre ev reftara serok wezirê Îraqê Turkiya dudil kir).
Veguhartinên nû di siyaseta derveya Turkiyê de
Eger astê peywendiyên niha dinavbera Turkiya û herêma Kurdistanê de bi veguhartinek nû di siyaseta Turkiyê de were hejmartin û siyaseta derveya tirkiyê paş buyerên behara Erebî pêtir nêzîkî rojava buye, eve wate li ser astî nîvdewletî û rojavayî jî veguhartinek girink di siyaseta roj ava de hemberî herêma Kurdistanê heye, Samî Kohin rojnamevanê navdarê Turk û stûnnûsê xuyayê rojnama Mîlleyet, di vê barê de di daxuyanekê taybet de ji gulan re weha weha baskir û got: (niha Turkiya peywendiyek bihêz tevî herêma Kurdistanê û serokê herêmê dirustkiriye, seredana vê dawiyê ya berêz Mesûd Barzanîamajeyeke ji bo astê peywendiyan, herweha ev geşekirine ji bo siyaseta derve ya Turkiyê tiştek tazeye û eve helwîstekê nuye disiyaseta derveya Kurdistanê de û me salên berê nedîbû ev yek amajên ji bo guhartinên di siyaseta derve ya Turkiyê de. Herwisa niha rastiyek li bakurê Îraqê heye ku herêma Kurdistanê ye, ev rastiye niha ji bal berpirsên Turkiyê ve tê ditin û danpêhatiye dan û siyasetek guncay tevî vê rastiyê dimeşinin, wate li vê dawiyê peywendiyên girink rûdane mina seredana Barzanî bo Enkere û ...hd. ku bo sedema bihêzkirina peywendiyan, hindek tengijî û nakokî hebûn hatine jibîrkirin û jivir şûnda jî Enkere di wê bawerê deye ku gerekepeywendî bihêztirbin û diyalok di nava herdu aliyan de cihbigrin, gavên vê dawiyê jî her ji wî rengî bûn. Herwisa seredana berêz Nêcîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ku ew jî seredanek li berşave, helbet her gavek di bara peywendiyên tevî herêma Kurdistanê giringiyek pir hey, ev jî ne yekem hevdîtin û dîdara di navbera Turkiya û Nêçîrvan Barzanî de û belku serokê HHK li Turkiyê nasyare ji bilî hevdîtinên berçav gavên biqazanc jî dibin).
Bizavên hevbeş ji bo çareserkirina pirisgirêkan bi şêwazekê aştiyane
Aliyekê din yê peywendiyên navberaherêma Kurdistanê û Turkiyê, ew guhartinên hikûmeta Turkiya û AKP ê hember Kurdên Turkiya di meşîne û danpêdanên Erdogan bi hebûna Kurdan ku got kes nikare nebûna Kurdan li Turkiyê tekez bike û gereke ev pirsgirêke bi awayekê Aştiyane were çareserkirin, di bara bandura peywendiyên herêmê tev Turkiyê li ser vê pirsgirêkê Suadat Kînglî Oxlo di berdewama gotina xwe de ji gulan re got: (helbet bizavên Barzanê yê aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Turkiyê li cem Turkiyê pir giringin, û eger berêz Barzanê di dema were de biha û karînên xwe li devera Kurdan bidekar û wan bi çareseriyek aştiyane qayil bike, wê helwîstên Barzanî pir girinktr bin, rastî jî gereke em herdu alî Kurd û Turk bigehîne wê baweriyê ku ev şerê bê wata yê 30 salî bi dawî bê, lê weku dibîjin çepik bi destekî nayên lîdan, lewre hêvî dikem aliyên din jî yên peywendîdar helwîstên guncayî bidin, ez hêvî dikim ev pirsgirêke zû were çareserkirin, ji berku çareserkirina vê pirisgirêkê di berjewenda Kurd û Turkan de ye).
Lê Samî Kohîn di bara pirsgirêka Kurdî de hizirdike gereke hikûmet gava yekemîn pavêje, bizavên serkirdatiya HK jî ji bo piştgêriya vê çareseriya aştiyane wê bi bandûrbinm, di dirêjiya gotina xwe ya ji gulan re Kohîn got:( aliyê serekî yê ku pêdiviye ji bo çareserkirina açtiyane ya vê pirsgirêkê yekem gav pavêje hikûmeta Turkiyê ye, lê eger serkirdên herêmê di vê barê de rûlekî bilîzin helbet wê karek qazancdar be, yek ji armancên hevdîtinên Ankara û Hewlêrê jî bi nêrîna min her heman mebest hene û wê bandûrek baş hebe).
Turkiya û rojhelata navîn
Ta sala 2011 jî, siyaseta derveya Turkiya di gelek biyavan de tevî siyaseta rojava hevnedigirt, bitaybet ku guhartinan li welatên Erebî destpêkir Turkiya helwîsekê cuda ji yê rojava hebû, lê piçtî 2011 ku Turkiya kete nava piroja berevaniya rokêtî li jêr sêwaana Nato, Turkiya geha wê baweriyê ku bihayê wan peywendiyan tev Nato û Emrîka xuyabike, di bara hevdijiya siyaseta derveya Turkiyê digel siyaseta roj ava serokê komîta peywendiyên derve li perlemana tirkiyê weha ji gulan re xebaerda û got: ( berî hertiştî Turkiya karekterekê xuyaye û bibanûre li rojhilata navîn, raste di dema şerê sar de Turkiya li deverê hebûneka berçav nebû, lê di mawê 10 salên dawiyê de Turkiya rûlekê aktîv li deverê dilîze, sedem jî ewe ku Turkiya ji aliyê kilturî û ayînî tevê bi vê deverê re tevliheve, li cem me jî pir giringe ji aliyê abûrî û bazirganî û geştûseyran lêkguhartin hebe, herwesa Turkiya betdewame di tevlihevbûna bi welatên rojhelata navîn re, ev yek jî ta guhartinên welatên erebî berdewam bû lê paş wan guhartinan durketinek çêbû jiberku Turkiya hinekê ji welatên rojhelata navîn cudaye, jiberku beşeka xwe li rojavaye û beşa din jî li rojhelate,di heman dem de bizavê dike dirêjiyê bi peywendiyên xwe yên bi Ewrupa û rojhelata navîn re bide, jiber hindê hinek siyaseta dervaya Turkiyê hinekê ji ya rojava cudabuye, di vê barê de eger em temaşekin Turkiya nêrînên cuda ji yên rojava hene, carna gereke rojava helwîstê xwe mina yê Turkiyê bike, ev yek jî hember Sûriyê tê holê, lê gereke evê yekê weke guhartinên radîkalî di siyaseta derveya Turkiyê de neyên hesibandin, jiberku di encamde Turkiya endama kara ya Natoye û di çendîn aliyên din de beşdare, lê rastiyek heye em li gorî berjewenda Turkiyê siyaseta xwe ya derve dimeşînin, eger armancên me û aliyê hember mina yek bûn emê bibin hevpeyman û dema em tevhev neguncan, emê siyaset û diplomatiya xwe te meşînin. Ji bo rojavajî xuyabuye ku Turkiya siyaseta xwe û biryara xwe ya taybet heye).
Lê Samî Kohîn cuda ji Kînglî Oxlo dibêje hesttêkirin ku siyaseta derve ya Turkiyê hatiye guhartin, lê baştire di bara guhartinên welatên Erebî de rewşa her welatekî bi awayekî weretemaşekirin. Di vê barê de navhatî weha nêrîna xwe derbirî û got: (helbet demeke Turkiya rolek pir aktîv li rojhelata navîn dilîze, ev rola Turkiyê rolekê dirustkere, bonimûne buye sedema çareserkirina çendîn cudahî û duberekiyan û Turkiya rulê navbijîwanî lîstiye ji bo dirustkirina aştî û peywendiyên baş li astekê weha ku nikarin bi salên pêşiyê hevberkin hene, helbet hinek tişt hene ku Turkiyê dikare bike û hind jî hene Turkiyê nikare bike, neweku hinek dibêjin bêy Turkiyê tu tişt li deverê nayên kirin, eger em bipirsin gelo bê Turkiyê tişt le deverê tên kirin? Helbet belê, lê tevî Turkiya baştir tê kirin, lewra biya min gereke di vê alî de em hinekê şiyarbin. Di bara guhartinên cîhana Erebî de biya min baştire heryekê bi awayekê bikulîn û serederiyê digelbikin, ji berkû rewşa her derekê taybete bi xweve, gereke yeko yeko vekulîn û jêfambikin, mina ewa li Tunisê cudabû ji ya welatên din yên Erebî li Libiyayê şerekê xûnelo rûda, lê li Tunisê di dema hind rojan de rijêm aştiyane hat guhartin û li Misrê jî cudahiya xwe hebû lêya li Sûriyê rûdide ji ya teva cudaye û xûnelo tire, lewre li vir tevgirî tune û siyaseta derve ya Turkiyê bi awayên cuda li wan şoreşan meyzedike, bo nimûne her ji destpêka rûdanên Misrê serok wezîr helwîstê xwe ji bo xwepêşanderên qada Tehrîrê derxist û li Enqerê gazî ji bo xwepêşanderên Tehrîrê kir, eger şaş nebim Cezîre jî yekser derxist ku Erdogan weke hevalekê kevin daxwaz ji Mubarek kir ku xwastekên xelkê cêbicê bike, di vê barê de Turkiya rûlekê piştevaniya xelkê digêre bi taybet li wan welatên ku tundûdijwariyê bikartînin, Turkiya aligiriya rawestana xûnrêtinê dike û dixwaze bi zûtirîn dem ew rijêm werin guhartin mina niha li Sûriyê).
Werg;ran ji k.jêrî
Bijar Şêxmemî