• Thursday, 25 April 2024
logo

Bavê Jiyan ew bi kêrê kuşt

Gulan Media November 22, 2010 Civakî
Bavê Jiyan ew bi kêrê kuşt
Li Swêdê li bajarê Yutubori, bavekî keça xwe ya bi navê Jiyan, da ber kêran û ew kuşt.

Li gora ku medyaya swêdî dinivisîne, bavê wê, ew bi sûcê bênamûsiyê kuştiye û malbata wî lekedar kiriye.

Hevalên Jiyan dibêjin ku ew jineke xweşhal bû, lê belê bi tundî ji aliyê malbata xwe ve dihate kontrolkirin.

Birayê wê Reşîd jî dibêje, ew gotin ne rast in, wan tu caran Jiyan nexistibûn bin kontrolê û ew gelekî azad bû.

Mêrê Jiyan jî, ku berî demekê ew û jina xwe ji hev cuda bûbûn, dibêje "ewê her bimirin, mirin li pîşiya her kesî ye, lê belê goştineke bi vî awahî ne tiştekî rast bû..."

Bavê Jiyan ku bi xwe, xwe teslîmî polîsan kir diyar dike ku piştî Jiyan dev ji mêrê xwe berda êdî dest bi xerabî û nepakiyê kir. Avestakurd - Rûdaw
Top