• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Çemçemalê jinek hat kuştin û termê gencekî jî hat dîtin

Gulan Media November 21, 2010 Civakî
Li Çemçemalê jinek hat kuştin û termê gencekî jî hat dîtin
Li devera Şoreşê ya bi ser navçeya Çemçemalê ve jinek ji aliyê mêrê xwe ve hat kuştin û termê gencekî jî hat dîtin.

LI gor malpera PUKmedia Berpirsê bingeha polîsan a devera Şoreşê wiha ragihandiye: “Şeva cejnê jineke 27 salî bi navê L.H hatiye kuştin, piştî lêkolîn û lêpirsînê xuya bû ku ev jine her ji aliyê mêrê xwe ve hatiye kuştin û mêrê wê daye zanîn ku di navbera wan de kêşe derket û ji ber vê jî dibêje: “dema ku hevjîna min razayî bû min heft gule lêdane û her di cîh de jiyana xwe ji dest da”.

Celal Mihemed rêveberê asayîşa deverê Herweha got: “Ev kesê ku jina xwe kuştiye li gorî mada 406ê a yasaya destûrî ya Iraqê, ji aliyê dadgehê ve hatiye sizakirin û niha di girtîgehê daye”.

Hate diyarkirin ku vî kujerî sê zarok hene û bi gorî gotina pizîşk jî jina vî jî zarokek 5 mehî di zikî de bûye.

Ji aliyekî din ve kurekî temen 27 salî ku rûniştvanê heman devere di 15-11 de ji mal derketibû, li roja êvara roja 16-11 termê wî li gundê Dêlêje hatiye dîtin.

Bi gorî ragihandinên asayîşê, ev kure di nava rojê de li bajarê Silêmaniyê bûye û otomobîl pê bûye û piştî ku hatiye kuştin jî otomobîl li kolanekî Silêmaniyê ji aliyê kujeran ve hati bi cîh hiştin.
Top