• Saturday, 20 April 2024
logo

Sizaya zindankirina heta-heta bo kujerên Benaz ê hat birîn

Gulan Media November 12, 2010 Civakî
Sizaya zindankirina heta-heta bo kujerên Benaz ê hat birîn
Berî 4 salan keça Kurd Benaz Mehmûd ya 20 salî li Londinê, bi sûcê namûsê hatibû kuştin.

Kujerên Benaz Mohammed Saleh Ali û Omar Hussain, li dadgeha Old Bailey bi cezayê heta heta zindan hatine cezakirin.

Benaz, piştî ku zewicîbû, pêwendiya wê bi mêrekî din re çêbûbû. Piştî ku ew ji mêrê xwe cuda bibû, peywendiya wê bi mêrê wê yê nû re berdewam bû. Ew ji aliyê bavê xwe, pisman û di xizimên xwe ve hatibû kuştin.

Kujerên din jî reviya bûn Kurdistanê. Li wê derê, roja 29 hezîranê ew hatibûn girtin û ji bo dadgeheke brîtanî hatibûn radestkirin.

Benaz ji başûrê Kurdistanê bû.
avestakurd
Top