• Thursday, 25 April 2024
logo

Dayik û 4 zarokên wê hatin kuştin

Gulan Media November 10, 2010 Civakî
Dayik û 4 zarokên wê hatin kuştin
Derket holê ku li bajaroka Çelebîbag ya navçeya Erdîşê ya Wanê dayîkek li gel 4 zarokên wê bi amêrên birînê hatine kuştin.

Hat ragihandin ku li taxa Înonu ya bajaroka Çelîbag Saîde Aslan a ku hevserê wê li Stenbolê kardike, ligel 4 zarokên wê Sînan (18), Pinar (16), Fatma (6) û Mevlît (4) li malê bi awayekî kuştî hatin dîtin.

Di nava rojê de li ser ji malê nederketina endamên malbatê, cîranên malbata Aslan ji vê yekê gumandar bûn û ketin malê. Cîranan dîtin ku hemû endamên malbatê bi amûrên birînê hatin kuştin.

Li ser vê cenderme hatin agahdarkirin. Piştî hatina cendermeyan û ji bo cihê bûyerê danîna şirîta ewlekariyê, Dozgerê Komarê jî hat cihê bûyerê. avestakurd
Top