• Thursday, 02 May 2024
logo

Seredana Serok Barzanî Ji Bo Turkiya, Têgeheştinek Nû Navbera Enkere û Hewlêrê Da

Seredana Serok Barzanî Ji Bo Turkiya, Têgeheştinek Nû Navbera Enkere û Hewlêrê Da
Di gotareka taybet a Gulan de, Profîsor Têdgelin Karpinter ku cîgirê serokê Şîretgeha Kato bo Xwendinên Stratîjî û taybetmendê siyaseta derve û bergirî a Emrîka ye, sebaret seredana vê dawiyê a serok Barzanî bo Waşintonê, amaje bi wê çendê kir ku karekî pir ecêbe demê em dibînin serok Barzanî ji aliyê serok û cêgirê serokê Emrîka ve tê pêşwazîkirin û civînên taybet li gel wî tên kirin Karpênter dibêje ji bo kesekî ku ne serokê dewletê be bila navdar jî be, gereke cêgirê wezîrê derve demê jê re terxan bike, belê demê em Barzanî dibînin li ser astê serok Obama û Hêlarî Kilênton wezîra derve tê pêşwazîkirin û kombûn li gel tê kirin, ev e kareke di ser her mezendeyekê ra ye, Karpinter bi vê nêrînê seredana Barzanî bo koşka sipî ne tenê bi seredanek dîrokî wesif dike, belkî bi siyaseta parsengandina Emrîka bo giringîdan bi Herêma Kurdistanê dibîne, ji vê jî giring tir astê pêşwaziya Birêz Mesûd Barzanî bû li ser astê serok wezîran û serok komarê Turkiya wek serokê herêma Kurdistanê, ku ev jî wek peyamnêrê beşê Inglîzî yê dengê Emrîka amaje pê kirî serok Barzanî bi astê serok dewlet pêşwazî lê hatiye kirin, xala giringa ev pêşveçûna peywendiyên navbera Hewlêr û Enqere da, ne pêşveçûnek normale û vedigere bo rolê aştîxwazane û siyaseta lojîkî ya serok Barzanî ku karî di nav ev navçeya ne aram da herêma Kurdistanê bigehîne pêgehekê ku bikare siyasetek hevseng û serbixwe bi rêvebibe, di vê çarçovê de heger em vegerin çend salekên kêm ên berî niha di peywendiyên navbera Enqera û Hewlêrê da, wek pirofîsor Davîd Flêps li navenda Trans Etlentîk amaje pê kirî ku renge pir kêmbin ew vekoler û ekadîmên ku mezinde dikirin peywendiya navbera Hewlêr û Enqera bigehe ew astê asayî û bigehe wê astê ku hikûmeta Turkiya konslxana xwe li Hewlêrê veke û serok wezîrên Turkiya seredana Hewlêrê bike û serok barzanî jî wek serok dewlet pêşwazî lê bê kirin, li ser pirsên giring yên navbera herdu aliyan û navçeyê kombibin, sebaret bi vê seredanê me pirsyar ji rojnamevan Hakan Tehmaz serokê civata aştî li Estenbolê kir û di lêdwanek taybet da bo Gulan bi vî rengî amaje bi seredana serok Barzanî bo Turkiya kir û got: (Bi boçûna min ev seredane pir giring bû, ji ber ku demê em berê xwe didin peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Turkiya, em hest dikin ku bi dirêjiya dîrokê û ta salên 2007-2008 , helwêsta hikûmeta Turkiya li hember Herêma Kurdistanê û li hember serkirdên Herêma Kurdistanê peywendiyên kesî bûn, belê seredana vê carê ya barzanî bi wî rengî di medyayên Turkiya da rengveda , ku berêz serok Barzanî bi astê pirotokolî wek serok dewlet pêşwazî lê hate kirin ez jî vê yekê bi gavek pozetîv dihejmêrim û ji min e ev nîşana hindê ye ku peywendiyên navbera herdu aliyan bi hêz û mukmin û herdu alî hewldidin pirtir vê hêz û mukmbûnê biçespînin , ji aliyek din ve sebaret bi kêşeyên navxweya Iraqê jî dîsan ev seredana Barzanî li cem min pir giring bû, ji ber ku amajeyek bû bo karîgeriya rolê kurd di çareserkirina kêşeyên Iraqê da zêdetir ji rolê Turkiya bo çareserkirina kêşeyan, bi taybet di pirsgirêka Kerkûkê da, gereke ez vê jî bêjim ku Turkiya li demê dagîrkirina Iraqê ji aliyê Emrîka ve di wê baweriyê de bû ku Kurd wê rastî kêşeyan bibin û wê ajawe li navçeya wan serhilbide, belê niha em dibînin ku pêşeroja Iraqê bi temamî bi îrada siyasî ya Kurdan ve girêdayî ye ez dibînim ku karîgeriya Kurdan pir zêdebû ye di vî alî da serdana serok Barzanî bo Turkiya ji bo axaftin derbarê kêşeyên Iraqê û navçeyê bi serok û serok wezîrên Turkiya re, amajeyeke bo zêdebûna karîgeriya Berzanî bi hevberkirin li gel pênic salên derbazbûyî, (Lewra ev rolê Barzanî ji bo Kurdên navçeyê hemûyan giringe, ev jî bi wê watayê hebûna karekterekê siyasî yê kurd bi hevşêwê Mesûd Barzanî li hember hemû dewletên navçeyê giringe, bi nêrîna min dewletek danpêdanê bi karîgeriya Barzanî û Talebanî bike pir bileztir dikare kêşên nav xwe çareserbike. Ez wek takekê soşyalîst û aktîvîtekê aştîxwaz seredan wan berêzan û helwêsta wan li hember kurdên Turkiya pir giring dibînim û giringiya kurdan jî li rojhelata naverast tîne pêş ku kurd rolê di asaybona Iraq û Turkiya û dewletên din yên navçeyê de dibînin û sebaret bi vê li Turkiya çavpêketin û kombûn tên encamdan, ev jî ji aliyê siyasî ve ji bo kurdan pir giringe).

Takrewiya Malikî Turkiya Jî Bêzar Kiriye

Turkiya wek dewleteka mezina navçeyê (Regional super power) û endamê hevpeymaniya Etlesî rolekî karîger û giring li ser temama peywendiyê nêvdewletî yên navçeyê heye, herêma Kurdistanê jî ku beşekê giringê ew navçeya aloze lewra çi goman têda tuneye ku di hemû dîdar û kombûnên navbera serok Barzanî û serok wezîran û serok komarê Turkiya temama wan pirsan tên ber bas û axaftinê, sebaret bi giringiya kombûnên navbera serok Barzanî û serok wezîrên Turkiya, me pirsyar ji pirofîsor Veysele Eyhan vekolera bilinda siyaseta rojhelata naverast li şîretgeha Osrem (OSRAM) kir û sebaret bi giringiya seredana serok Barzanî bi vî rengî bo Gulan axift: (Bi min be ev seredana serok Barzanî seredanek dîrokî ye, çûnkî kêş û nakokiyên malikî li pêş e û di heman dem da kêşa Sûriya bi şêweyekî pir karîgerane kartêkirin li ser herdu aliyan (Turkiya û Herêma Kurdistanê) kiriye, herweha em dikarin herdu aliya Turkiya û Herêma Kurdistanê bi hevpeymanên rojava li navçeyê bi navbikin, lewra ez dikarim bêjim ev du aliyane dikarin bi hev re li ser kêşeyan gotûbêjê bikin û bi hev re çareseriyê bo wan kêşeyan peydabikin, ji ber ku kêş hevbeşin di navbera herdu aliyan de, her bû nimûne niha Malikî bi temamî berev takrewiya milî ve diçe û hemû desthelat jî di destê xwe de girtine, ev jî pirsgirêkeke ne Barzanî qebûl dike û ne di berjewendiya dewleta Turkiya daye ku Malikî bi vî rengî reftarê bike, di heman dem da sebaret Sûryayê jî metirsiya vêketina şerekî li wir heye, ev şer jî ji bo Turkiya û Barzanî wek hev e, lewra ez vê seredanê wek têgeheştinek hevbeş li ser pirsên hevbeş di navbera wan de dibînim. Paş helbijartinên Iraqê bo me diyar bû ku Iraq ne welateke ku tenê giropek yan welatek bikare kar têda bike, ji ber ku welateke di nav xwe da dabeşbûyiye, lewra Turkiya bi tenê nikare siyaseta welatekî wek Iraqê rêkbixe û çêbike, belê di heman dem de Iran û giropên şî’eyan jî nikarin ew siyaseta ku dixwazin bi tenê bi ser Iraqê bisepînin, Lewra ji min e ku di gel van seredanan Turkiya carek din ev peymane gehandiye. Her wek em zanin Malikî çendîn ronkirinên bi hêz li hember Turkiyayê hebûn ku pêwîste Turkiya carek din destê xwe neke nav siyaseta navxwe ya Iraqê de û xwe jê dûrbike, belê gereke em vê jî bêjin ku çi welat li derdora Iraqê nemane ku dest di siyaseta Iraqê wernedane her ji Iranê û ta bi Sûriyê hemûyan hewla zêdekirina biwar û karîgeriya xwe didin li qada siyasiya Iraqê, a li vir Turkiya li gel Kurd û Erebên Sune wê peyamê digehî ne ku destberdarê siyaseta Iraqê nabe û helwîsta xwe li hember rewta pêşvehatên qada siyasiya Iraqê disepîne û jê nagere pêşhatek dijî qazanca Turkiya li wir rûbide).

Stratîjiyeta Hikûmeta Turkiya û Çareseriya Kêşa Kurd Li Turkiya

Stratîjiyeta nû a hikûmeta Turkiya bi wî şêweyî ye ku bi şêwazê diyalog û aştiyane çareseriyekê ji kêşa Kurd re bibîne, serok Barzanî jî her demekê ew ragehandiye ku ew piştevaniyê li siyaseta aştîxwazane ji bo çareseriya kêşa kurd û hemû kêşeyan dike sebaret bi vê yekê Hakan Tehmaz di dirêjiya axaftina xwe da bo Gulan bi vî rengî basî helwîsta serok Barzanî kir û got: (her ji sala 2000î ve Barzanî helwîstek giştgir li hember pirsa kurd li Turkiya heye ev jî pêktê ji rêçareya aştiyane û bê tundûtîjî û wergrtina mafê bingehîn a kurdan, berî niha jî Berêz Barzanî di dawî kombûn da bi rontrîn şêwe helwîstê xwe derxist ku çi ji serkirdên kurdan bi vî şêweyî helwîst wernegirtine ku ((ez piştevaniya çi rêçareyeke lawekî nakim û di çareserkirina pirsa kurdî da bi şêweyekî demokrasî ez piştevaniya gişt rêçareyan me)). Ew jî tekez kir ku pêwîste hêdî ev kêşeye bê çareserkirin, lewra ez di wê baweriyê da me ku Berêz rolekê giring di çareserkirina kêşa kurd li Turkiya da dibîne. Li navendekî bi vî şêweyî û li nav siyasetek peyrewkirî bi wî şêweyî hebûna birêz Barzanî di aliyê çareseriya kêşeyan û piştevanîkirina biserçûna vê heyamê bi şêweyek aştiyane rolekî giring dilîze, çûnkî hêdî kêşeya welatekî navçeyê ne tenê kêşa wî welatî ye, lê belê kêşa hemû welatên navçeyê ye, lewra bi ya min rolê hemû serkirdên navçeyê di seqamgîriya aştiyê û çareserkirina kêşeyan de pir giringe û hebûna ekterekê kurd jî di vî alî da ji bo helwêsta siyasiya kurd li navçeyê pir giringe, pêwîste Turkiya jî vê yekê zanibe ku kêşa kurd guhartin biserda hatiye û niha ne salên heftê û heştêyên sedsala çûyî ye).

Serdana Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Turkiya
Bi hêzkirina Peywendiyên Aborî û Bazirganî

Seredana serketî ya serok Barzanî ji bo Turkiya bingeheke guncayî bo seredana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dirust dike lewra ji niha ve çavdêr weha dibînin ev seredana Nêçîrvan Barzanî jî ji bo Turkiya aliyekê din yê peywendiyên navbera Hewlêr û Enqere dubare dixe tevgerê, ku ew jî aliyê aborî û bazirganiye.
Sebaret bi vê seredanê profîsor Veysel Îhan di dirêjiya lêdwana xwe de ji bo Gulan ji bilî ku tekez li ser wê çendê kir ku beşek ji bernama Nêçîrvan Barzanî taybet dibe bi kêşên siyasî, belê beşek jî taybet dibe bi aliyê aborî û bazirganî, di vê barê da got:( demê em siyaseta birêz Nîçirvan Barzanî sekin em dibînin ku ew serkirdeyeke giringiyê bi aboriyê dide hum li navçeyê û hum jî li taqîkirinên siyasî yên xwe ku hertim bi vî şêweyî bûye. Xudanê siyaseteka abûrî ya cidî bûye lewra jî dubare bûna wî bi serokê hikûmetê cilekê ciwan tir li peywendiyên aborî dike. Birêz Nîçirvan Barzanî hewila pêşxistina peywendiyên aborî û ferekirina vî biwarî dide û zêdetir dûr hizirdike û ji min e paş çareserkirina van kêşeyan bi rêyek aştiyane pêşbîniya pêşveçûna aborî pêşketina navçeyê dike, Turkiya jî dikare di biwarê aborî da vekirinên cidîtir bike, peywendî bi şêweyekî du alî pir bilez tir bipêşdikeve bi rêya rêkeftinan, lewra niha bi serkirdatiya Nîçirvan Barzanî rêkeftinên nû û qazancên nû tên pêş, Nêçîrvan Barzanî xwe di xwe de cihê wî di nav parta wî da û di nav civakê jî da diyare, lewra bi bînîna Turkiya karkirin li gel kesatiyek ji vî curî pir asantir û çêtire).

Ev aliyê ku profîsor Veysel Îhan sebaret bi kesatiya Nêçîrvan Barzanî amaje pêkirî yeke ji taybetmendiyên wî berêzî ku xelkê omêdeka zor pê heye, di wî çarçovê da Hakan Tehmaz jî dibîne ku niha herdu alî Turkiya û herêma Kurdistanê ji rûyê aborî ve pêwîstiya wan pir bi hevdu heye, lewra têçaverêkirin peywendiyên aborî û bazirganî yên Turkiya pêngavên cidî berev pêşve biçe, di vê çarçovê da got: ( qazancê herdu aliyan Turkiya û Herêma Kurdistanê geheştiye astekê ku pêwîstî bi hevpeymanî û têgeheştineka zêdetir heye bi egerê weberhênan û peywendiyên aborî, lewra gereke wê jî bi aşker bêjim ku herdu alî pêwîstiya wan bi hevpeymantiyê heye bo qazancê hember, herweha ji ber ku Nêçîrvan Barzanî pêştir jî karî rolekî giring di peywendiyên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê da bibîne, lewra tê mezinde kirin ku rolekê pozetîv bilîze, hêdî Turkiya wek peywendiya navbera du cîran û du dewletan reftarê li gel Herêma Kurdistanê dike win bi xwe jî dizanin ku peywendiyên nêvdewletî pêktên ji pewendiyê li ser qazancê pinyatdanayî, lewra bi ya min Turkiya jî vê bi delîve dizane û hizrê li qazanca xwe dike ku di kêlekê da cîranekî kurd heye, ez dixwazim vê jî bêjim ku hêdî egerê wê çendê nemaye ku peywendiyên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê wek berê lê were, her çende giropeke kêm a netewe perestan her li ser boçûna û hizra xwe ya berê ne, belê ev e tiştekî bê berambere û çi nirxek tuneye heta di astê hikûmetê da jî di vî alî da gereke Turkiya çavan veke ji ber ku Kurdistanê sîstemeka birêvebirinê ya destûr î heye û demê serok Barzanî seredana Turkiya kirî wek serok dewletekê pêşwazî lê hat kirin, lewra gereke hizir kirin li hember Herêma Kurdistanê gorankariyek bingehîn biserda bê.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top