• Tuesday, 30 April 2024
logo

Cansu Taşkin li ser îdiayan axivî: Rast in

Cansu Taşkin li ser îdiayan axivî: Rast in

Manken Cansu Taşkinê ragihand ku ew û Yilmaz Erdogan evîndarên hev in.

Ev du meh in tê îdiakirin ku têkiliya derhêner û lîstikvanê Kurd Yilmaz Erdogan û Cansu Taşkinê heye lê her du aliyan li ser mijarê tiştek negotibû.

Cansu Taşkin bû mêvana bernameyeke YouTubeyê û eşkere kir ku ew îdia rast in.

“Erê, rast e”

Cansu Taşkinê li ser pirsa, “Gelo bi rastî têkiliyeke evîndariyê di navbera te û Yilmaz Erdogan de heye?” got:

“Min ti carî behsa jiyana xwe ya taybet nekiriye lê ji bo ku te pirsî ez bibersivînim.

Erê ew xeber rast in, me tiştekî xerab nekiriye. Ji bo min mirovekî gelekî biqedir e.”

 

Rudaw

Top