• Saturday, 04 May 2024
logo

Weşanxaneyeke kevn a Sûriyeyê li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ye

Weşanxaneyeke kevn a Sûriyeyê li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ye

Weşanxaneya El-Reşîdê ku yek ji weşanxaneyên herî kevn ên Sûriyeyê ye beşdarî 16emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bû.

Dîroka damezrandin û çapkirina pirtûkan a Weşanxaneya El-Reşîdê vedigere beriya 73 salan.

Piştî şerê Sûriyeyê Weşanxaneya El Reşîdê berê xwe daye rêyeke cuda.

Weşanxane ji ber rewşa aborî, pirtûk û teknolojî li hev guncandine.

Weşanxane bi 148 berhemên cuda beşdarî 16emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bûye.

Weşanxaneya Rewai El-Kutuba Sûriyeyê jî piştî şerê navxwe û krîzên li Sûriyeyê berê xwe daye Siûdî, Îmarat û Misirê û li wir weşangeriyê dike.

“Pirtûkên me bi rêya telefonê tên xwendin”

Berpirsê Weşanxaneya El-Reşîdê Fadî Mixelelatî li ser karê dîjîtal ê weşanxaneya xwe got:

"Pirtûkên me bi rêya telefonê tên bikaranîn. Xwendevan aplîkasyonekê datînin û dema scanê li ser kodan bikin, kurte vîdeoyek derdikeve pêşberî wan û hemû zanyarî li wir hene.”

“Me 12 pirtûk kirin pirtûkeke biçûk”

Fadî Mixelelatî behsa bandora krîza Sûriyeyê ya li ser karê weşangeriyê jî kir û anî ziman:

“Krîza li Sûriyeyê hişt ku em bi rêyên din bixebitin. Wek mînak eger ez 60 pirtûkan li ser mijarekî bifiroşim wê xelk nikaribe bikire.

Eger malbatek 4 zarokên wan hebin û bixwazin pirtûkan ji bo hemûyan bikirin, helbet wê hejmara pirtûkan gelek be û biha be.

Wek mînak, madeya zanist 12 pirtûk in lê me hemû kirin pirtûkeke biçûk.”

Bi tevahî ji 20 welatan 300 weşanxane beşdarî 16emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bûne.

Ji Sûriyeyê 20 weşanxane li pêşangehê amade ne.

Piştî şerê Sûriyeyê, hejmareke weşanxaneyên Sûriyeyê yan deriyê xwe girtin, yan jî şaxên xwe li welatên din vekirin.

“Krîz aborî bandor li weşangeran kiriye”

Weşanxaneya Rewai El-Kutub yek ji wan weşanxaneyan e ku navenda wê li Şamê yê lê şaxên wê li Siûdî, Îmarat û Misirê jî hene.

Weşanxaneya Rewai El-Kutubê Mihemed Mekî behsa krîza li ser weşangeriyê kir û got:

“Sûriyeyî rastî gelek astengiyan tên, wekî nedayîna vîzeyê, gelek welat êdî nema wekî berê vîzeyê didin Sûriyeyiyan ku beşdarî pêşangehan bibin.

Herwiha mijara barkirina pirtûkan jî astengek e.

Ji bilî wê xerciyên çûnûhatinê û kirêkirina cihan li pêşangehan jî astengek e.

Di heman demê de rewşa aborî bandorê li ser kalîteya rûpelan, belavkirin û rengên pirtûkan jî kiriye.”

16emîn Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê 17ê Nîsanê dest pê kir û dê heta 27ê mehê berdewam bike.

Ji 20 welatên cuda 300 weşanxaneyan milyonek û 500 hezar pirtûk anîne pêşangehê.

Pirtûkên weşanxaneyên Sûriyeyê jî bêhtir li ser fiqh, felsefe, yasa û edebiyatê ne.

 

Rudaw

Top