• Saturday, 04 May 2024
logo

Festîvala Fîlman a Stenbolê: Tenê 3 belgefîlmên Kurdî hene

Festîvala Fîlman a Stenbolê: Tenê 3 belgefîlmên Kurdî hene

Di 43yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de tenê 3 belgefîlmên Kurdî tên nîşandan.

Li bajarê Stenbolê ku wekî paytexta çand û hunera Tirkiyeyê tê dîtin, bi hatina biharê re kelecana festîvala fîlman dest pê kir.

43yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve her sal tê lidarxistin, 16ê Nîsanê bi merasîma vekirinê dest pê kir.

Di festîvala ku wê 12 rojan (17-28 Nîsan) berdewam bike de ji sinemaya cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê 132 filmên metrajdirêj û 12 kurtefîlm, bi giştî dê 144 fîlm bên nîşandan.

Rexnegirê sînemayê Vahit Tansoy got, "Li gorî min festîvala herî baş a Stenbolê ye.

Dûv re festîvalên li bajarên din tên. Ez ev 35 sal in beşdarî vê festîvalê dibim.

Her tiştê vê festîvalê pir xweş û cuda ye. Helbet ew atmosfera bere nemaye.

Yanî dema Sînemaya Emekê pir xweş bû."

Tenê 3 belgefîlmên bi Kurdî hene

Îsal jî di Festîvala Stenbolê de kêm fîlmên bi Kurdî tên nîşandan.

Di çarçoveya festîvalê de tenê 3 belgefîlmên bi Kurdî cih digirin.

Belgefîlmên bi navê Aşît, Anîta û Dargeçît di beşa "Dema Belgefîlman" de tên nîşandan.

Temaşevan Ramadan Salman anî ziman:

"Naveroka bernameyê têr û tijî ye. Gelek fîlm hene ku xîtabî her kesî dikin.

Yanî ji Rojhilat û ji Rojavayê cîhanê ji ekolên cuda fîlm hene."

Li 3 navçeyên Stenbolê tên nîşandan

Nîşandana fîlman li 3 navçeyên Stenbolê li Beyoglu, Şîşlî û Kadikoyê bi giştî li 6 salonên sînemayê tê kirin.

Wekî her sal îsal jî xwendekar û ciwan eleqeya herî zêde nîşanî festîvalê didin.

Temaşevan Zeliha Karatunayê got, "Ez ji sala 2019an û vir ve, ev 5 sal in têm vê festîvalê.

Her car jî bi bilêta xwendekariyê fîlman temaşe dikim. Ji bo min hêsan dibe."

Temaşevan Doga Bayraktar li ser festîvalê wiha axivî:

"Festîval xweş derbas dibe. Ez carinan rojê 5 fîlman jî temaşe dikim.

Festîvala par jî pir xweş bû lê ez hîn jî tevli gotûbêja ekîba fîlman nehatime. Ew xweştir derbas dibin."

Dê heta 28ê Nîsanê berdewam bike

Di çarçoveya festîvalê de, gotûbêj û bernanemeyên bi beşdariya derhêner, lîstikvan û ekîbên fîlman jî tê sazkirin.

Festîvala Stenbolê ku li cîhanê yek ji festîvalên herî bi prestij tê dîtin, wê heta 28ê Nîsanê berdewam bike.

 

Rudaw

Top