• Tuesday, 30 April 2024
logo

HunermendêElî Zendî ji ber nexwaşiyê koça dawî kir

HunermendêElî Zendî ji ber nexwaşiyê koça dawî kir

 Hunermendê mezin ê Rojhilatê Kurdistanê Elî Zendî ji ber nexwaşiya penceşêrê li nexwaşxaneyekî welatê Kanadayê koça dawî kir.

Derengê şeva borî aktora sînemayê Dîmen Zendî ku keça Elî Zendî ye di tora xwe ya civakî facebookê de koça dawî ya bavê xwe Elî Zendî ragehand.

Elî Zendî hunermendê xelkê bajarê Sine ye û piştî pêketina bi nexwaşiya penceşêrê û mayîna li nexwaşxaneyekî bajarê Toronto ya Kanadayê di temenê xwe 68 salî de koça dawî kir.

Elî Zendî li bajarê Sine sala 1956ê ji dayîk bûye û zêdetir ji 20 salan karê muzîk, awaz û stran gotinê kir. Li gel gruba navdar a Kamkaran fêrî karê muzîkê bûye û xwediyê gelek stranên navdar e.

 

Basnews

Top