• Tuesday, 30 April 2024
logo

HRRKyê xelata sala 2023yan da Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî

HRRKyê xelata sala 2023yan da Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî

HRRKyê Xelata Afrîneriyê ya sala 2023yan pêşkêşî hunermend Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî kir.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hunermend Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî wekî 2 kesayetiyên afirîner ên sala 2023yan ên Rojavayê Kurdistanê destnîşan kirin û xelata afirîneriyê da wan.

Li navenda HRRKyê ya li Qamişloyê di ahengekê de Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî hatin xelatkirin.

Di ahengê de, stranên folklorî û neteweyî hatin pêşkêşkirin.

Sponsorê xelata afirîneriyê ya HRRKyê Dr. Mihemed Elî Ebdî ji Rûdawê re axivî û got:

“Li gorî 10 salên berê, xebatên çandî yên Kurdî gelekî zêde bûne. Atmosfereke Kurdewarî pêk hatiye. Kesên xelatan werdigirin û xelatan didin her Kurd in.

Xebatên Kurdî berbelav dibin. Xwendin, nivîsandin, muzîk, çand û hunera me bihêz bûye. Rewşenbîrên me karên xwe dikin.”

“Orkeş û Berazî bi salan e li ser muzîkê kar dikin”

Li ser hilbijartin û xelatkirina Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî jî Dr. Mihemed Elî Ebdî anî ziman:

“Mafê min ê hilbijartinê tunebû. HRRKyê ew nav diyar kirin û ji bo min mizgînî bû. Min xwest wekî rewşenbîrekî, wekî bijîşkekî Kurd alîkariya aborî bidim xelatgiran.

Xebata Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî ji bo muzîka Kurdî gelek e. Bi salan e, li ser muzîka Kurdî kar û xebatên wan hene.

Ez jî bi wê biryarê kêfxweş bûm. Gelek helbestvan û nivîskarên me hene ku divê werin xelatkirin.”

HRRKyê piştî Serhildana Qamişloyê ya di Nîsana 2004an de li bajarê Sandvikena Swêdê, bi amadebûna 40 nivîskar, hunermend û rojnamegerên Kurd hat damezrandin.

HRRKyê 23 û 24ê Kanûn Pêşîna 2016an 5emîn kongreya xwe li Qamişloyê li dar xist û ji wê rojê heta niha kar û xebatên çand û ziman li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

HRRKyê ji sala 2016an ve li Rojavayê Kurdistanê gelek çalakiyên edebî û rewşenbirî li dar xistine.

 

Rudaw

Top