• Monday, 29 April 2024
logo

Rojnameger Silêman Gero li Hewlêrê koça dawî kir

Rojnameger Silêman Gero li Hewlêrê koça dawî kir

Rojnameger Silêman Gero ku ev 5 sal bûn ji ber nexweşiya pençeşêrê li ber xwe dida, koça dawî kir.

Rojnameger Silêman Gero li Hewlêrê koça dawî kir û cenazeyê wî Goristan Dara Tûyê ya Hewlêrê hat veşartin.

Silêman Gero xelkê bajarê Kobaniyê bû, yek ji damezrênerên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistan-Sûriye bû.

Berî ku koça dawî bike, gelekî hewl da ku rêxistinek wî bibe Ewropayê û li wir were dermankirin lê ti rêxistin an saziyeke navneteweyî alîkariya wî nekir.

Silêman Gero sala 1969an ji dayîk bûbû û li zanîngeheke Bêrûtê beşa derûnnasiyê xwendibû.

Silêman Gero ji sala 2008an ve li Başûrê Kurdistanê dijiya

 

Rudaw

Top