• Saturday, 27 April 2024
logo

Gotibû ez Kurd im: Cara yekem formayê Almanyayê li xwe kir

Gulan Media March 26, 2024 Corane
Gotibû ez Kurd im: Cara yekem formayê Almanyayê li xwe kir

 Lîstikvanê Kurd Denîz Undavê ku Tirkiyeyê red kiribû û Tîma Neteweyî ya Almanyayê hilbijartibû cara yekem formayê Almanyayê li xwe kir.

Futbolîstê navdar ê Rihayî Denîz Undav gotibû “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiribû.

Rahênerê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Julian Nagelsmann lîstikvanê Kurd ê navdar Denîz Undav ji bo tîma neteweyî hilbijart.

Lîstikvanê Kurd ê tîma VfB Stuttgartê ya Almanyayê di van demên dawî de bi golên xwe performansa xwe ya baş balê dikişîne ser xwe.

Denîz Undav ji bo pêşbirkên dostane yên li hemberî Fransa û Holandayê di kadroya tîma Neteweyî ya Almanyayê de cih girt.

Almanya û Fransa 23yê Adarê li stadyûma Groupamayê ya bajarê Lyonêhatin hemberî hev.

Almanya li hemberî Fransayê bi golên Florian Wirtz û Kai Hvaertz 2-0 bi ser ket.

Lîstikvanê Kurd Undav jî di xulekên dawî de kete lîstikê bi performansa xwe ya baş balê kişand ser xwe.

Almanya û Holanda îşev saet 22:45an de bên hemberî hev.


Tirkiyeyê red kiribû

Almanya îsal havînê mazûvaniya şampiyoniya EURO24ê dike.

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav jî ji bo ku bikeve kadroya neteweyî tiştê ku ji destên wî tê dike û demeke dirêj e li bendê bû ji bo tîma neteweyî bê vexwendin.

Nav û dengê Undavê ku roj bi roj belavtir dibe, di Kanûna Pêşîna 2023yan de biryara xwe dabû û gotibû “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiribû û xwetibû di Tîma Neteweyî ya Almanyayê de bilîze.

Denîz Undav kî ye?

Denîz Undavê ku bi eslê ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, sala 1996an li bajarê Achimê yê Almanyayê ji dayik bûye.

 

Rudaw

Top