• Saturday, 27 April 2024
logo

Li ser zarokan pev çûn: Cîranê xwe kuşt, zavayê xwe jî birîndar kir

Li ser zarokan pev çûn: Cîranê xwe kuşt, zavayê xwe jî birîndar kir

Li navçeya Bêlqisê ya Dîlokê li ser pevçûna zarokan du cîran pev çûn, kesek hat kuştin, yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan doh li navçeya Bêlqisê ya Dîlokê du cîran li ser pevçûna zarokan pev çûn

Di encamê de kesê bi navê Muslum A. yê 56 salî bi çekê gule berdane cîranê xwe yê bi navê Necdet Kaya û ew birîndar kiriye.

Herwiha di dema bûyerê de guleyek li zavayê Muslum A. yê bi navê Saîm A. kesî jî ketiye.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Necdet Kaya rakir nexweşxaneyeke taybet a navçeyê.

Tîmên tenduristiyê Saîm A. jî rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqisê.

Ligel hemû midexaleyan Necdet Kaya canê xwe ji dest da.

Herwiha rewşa Saîm A. jî di metirsiyê de ye.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê êrişkar Muslum A. hatiye desteserkirin.

 

Rudaw

Top