• Thursday, 02 May 2024
logo

Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê

Kesayetiya Cuda a Nîçirvan Barzanî Kabîna Heftê Dike Hikûmeta Xelkê
Gelo mebesta me ji hikûmeta xelkê çîye? yan zelaltir, gelo mebesta me çîye dema em dibêjin kesayetiya cuda a Nîçirvan Barzanî kabîna heftê dike hikûmeta xelkê? gelo mebesta me ew e ku birêz bi bernameyeke cuda ji bernama kabîna şeşê ê kar bike? yan mebesta me ew e Nîçirvan Barzanî bi şêweyeke nû wê heman bernameyê peyrewbike? yan bi watayeke din gelo hikûmeta herêma Kurdistanê ne hikûmeta xelkê bû û kar û xizmet ji xelkê re nedikir? em van pirsyaran li distpêka vê raportê rûbirûyî xwe dikin , daku xwendevan ji navnîşanê hest neke, ku ev berawirdkirine yan nirxandina kabîna heftê ye ( ku hîn nehatiye pêkanîn) bi ser kabîna berê da, ku li sê kabîneyên berê (sêyê û çarê û pêncê) birêz Nîçirvan Barzanî rolekî serekî têda heb,û di kabîna sêyê de cêgirê serokwezîran bû û di kabîneya çwarê û pêncê ew bi xwe serokwezîr bû, lewra heger ev raporte berawirdkirinek be di navbera kabîneyan de, beşa zor a wê demê bi ber Nîçirvan Barzanî dikeve, lewra ew a niha ji Nîçirvan Barzanî tê çaverê kirin berawirdkirineke bi ew a ku berê kiriye û niha bi omêde karê baştir jê dixwazin, belê dîsan jî heger ji aliyê berawirdkariyê ve, berawirdkarî be di navbera niha û berêya Nîçirvan Barzanî de, em bi zelalî dibêjin ev raporte ne berawirdkarîye, belku helwîst kirine li ser astê ew bervpêşveçûna ku li ezmûna hatî pêş, pend û ders wergirtine ji şaşî û kemûkasiyên ku ji destpêka sala 2004ê ji destpêka kabîna pêncê li Kurdistanê dest pêkiriye, lewra bi qasî ku ev raport helwîstkirine bo pêwîstîyên qûnaxa pêşerojê, ew qasî ne vegerandine ji bo paşerojê, di vê çarçovê de demê em amajeyê bi wê çendê dikin ku kabîna heftê wê bibe hikûmeta xelkê, ev ne tenê amajeyeke, belku pêwîstiya qûnaxa niha ye û wê bibe û gereke hikûmet hikûmeta xelkê be, ev jî dîsa jî dobare dikin ku mebest ne ew e ku kabîneya pêncê yan a şeşê ne hikûmeta xelkê bûn, em bi vê watayê zarava (hikûmeta xelkê) bikartînin, ku berê hikûmeta herêma Kurdistanê (her kabîneyek be) bi erkê ser milê xwe zanîye û pêkol kiriye di astê xwast û daxwaziyên xelkê de be û bersiva daxwaziyên xelkê bide, belê di qûnaxa niha de pêwîst dike ku bi rengekê fereh tir xelk beşdariyê di hikûmeta xwe de bike û pêşinyarên xelkê endamek hertim ê kombûnên civata wezîran be, bi kirdarî xelk di dirustkirina biryarê hikûmetê de beşdar be, erkê xelkê ne tenê pêşkêşkirina daxwaziyan be, belku gereke erkê xelkê beşdar bûn be di cêbecêkirina xwast û daxwaziyên wan û çawaniya terxankirina şiyanên li ber dest bo çareserkirina kêş û kemûkasiyan û çawaniya perepêdana bajaran û xemlandin û pêşxistina wan bajaran, bi dawî anîna qurxkirina bazarê û cuda kirina siyaset û bazarganîyê ji hev, hemû ev tişt pêwîstî bi dîtina mîkanîzmekê ye ku têgeheştinek berfereh di navbera xelk û dezgehên hikûmetê de hebe, ne tenê xelk û dezgehên civata wezîran, belku xelk û temama dezgehên hikûmetê, her bo nimûne heger hikûmetê ew bername hebe seyrangeheka mezin ku çend holên sînemayê ji bi xwe ve bigre li hewlêrê ava bikin, giringe bi rêya bajêrvaniyê û civata bajêrvaniya Hewlêrê bi xelkê Hewlêrê re vê çendê gotûbêj bikin û heta dibe ku boçûna kolêja endazyarî û sendîka endazyarên wî bajarî berçav were dîtin, daku ew piroja mezina li Hewlêrê bi dilê xelkê Hewlêrê be, ev bo Duhok û Silêmaniyê jî bi heman rengî, yan bila em aliyê nîgatîv jî wergirin, xelkê Hewlêrê nerazîbûn û daxwazî ji hikûmeta xwe hene, nabe xelkê Hewlêrê li hêviya wê çendê be ku hikûmet hemû wan daxwaziyan bi tenê cêbecêbike, belku pêwîste mîkanîzmek hebe daku xelk jî hevkariya hikûmetê bike daku daxwazî û xwastek li gor ew şiyanên li nav civakê hene û li berdestê hikûmetê ne bi hevre cêbecêbikin, ev arasteya ku tê pêşbînî kirin di kabîneya heftê de û di heyama serokatiya Nîçirvan Barzanî bo wê kabînê de were dîtin, pêngavek din a berev pêşveçûnê di çawatiya pirosa birêvebirina hikûmraniyê di çarçova sîstema demokrasîyê de.

Taybetmendiyên Nîçirvan Barzanî Hêzeke Bo Rêxistina Sîstema Dezgehî

Di pirosa binyata demokrasiyê bi giştî û li qûnaxa ragwastinê de bi taybetî, girînge kesatiyek ku ji bo postê serokatiya hikûmetê tê kandîd kirin razîbûna hemû aliyan û xelkê li ser be, ev hevdengî yan hev razîbûne li ser kesekê diyarkirî, hêzekê dirust dike, ku ev hêze ji bo bingeha sîstema dezgehî û rêxistina dezgehan û çespandin hêza dezgehan pir girînge, belê li vêrê nabe em wê cudahiyê piştguh bavêjin ku dinavbera pirosa binyat û rêxistina sîstema dezgehî tev pirosa helsorana dewletê bi şêwazê dezgehî heye, zelaltir di pirosa binyat û rêxistin û çespandina sîstema dezgehî, pêwîstiya me bi hêzekê heye ku bikare sîstema dezgehî û serweriya yasayê di nava civakê de biçespîne, belê di pirosa helsorana dezgehan de hêzek pêktê ku hêzên din sinûrdar dike, wataya vê jî ew e ku pêwîstiya me bi kesayetiya cuda a Nîçirvan Barzanî heye, daku hemû şiyanan komî ser hev bike û sîstema dezgehî li Kurdistanê biçespîne, ev jî daku li pêşerojê dezgeh xwe bi xwe bibine ew hêza ku di karîn de hebe ew hêza dezgehan peyda kiriye sinûrdar bike. wate ew hevdengiya ku Partî û Yekîtî li ser kandîdkirina Nîçirvan Barzanî heye û aliyên Opozisyonê jî (heger beşdarî hikûmetê jî nebin) ji kandîd kirinê ne nerazîne, ev nîşana wê çendê ye ku Nîçirvan Barzanî ew kesatiya cudaye ku ew hêviye jê tê kirin mîkanîzmek cuda bo cêbecêkirina bernama hikûmetê birêve bibe, li vêrê girînge li ser (cuda) ku bo kesatiya Nîçirvan Barzanî me bi karanî helwîste bikin ku cuda bi wataya baştir nehatiye bikaranîn, belku bi wê watayê ku ev kesatiye ew şiyan hene ku di yek dem de wataya têgeha partû hikûmet têbigehe û herdu watayan bi nav hev nexe, bi watayek din karîgeriya kesayetiya vî mêrî dewletmedare ta wê astî ku bikare navenda biryar dirustkirinê ji kombûnên hevbeşa herdu pîlotbîroyên Partî û Yekîtî veguhêze bo nav avahiya civata wezîran, biryardanê bi kiryar ji partiyan bistîne û bibe bo hikûmetê, ev jî ne tenê vedigere ew baweriya ku pîlotbîroya Partî daye Nîçirvan Barzanî, belku berî hemûyan serok Talbanî û serok Barzanî û piştî wan jî herdu pîlobîroyên Partî û Yekîtî ew baweriye bi kesê Nîçirvan Barzanî heye ku bi wî şêweyî têde dibînin bikare vî karî bike, ev jî ke wate (Nîçirvan Barzanî) selimandiye berî hemû tiştan ku di astê baweriya serok Talbanî û serok Barzanî daye, herwek çawa pircaran me ji serok Talbanî bîstiye ku (Nîçirvan) kandîdê minene kandîdê Partiya Demokrata Kurdistabnê ye, li ser astê hêzên opozisyonê jî Nîçirvan Barzanî piştî serok Barzanî û serok Talbanî, take kese ku ûiyanên dîplomatî û siyasî di wê astê dene ku bikare bi hêza nerim û di çarçovê dyalog û di hev têgeheştinê arastiya peywendiyan ji arasta girjî û aloziyan berev arasta zimanê dyalog û têgeheûtinê ve bibe, ev xeslet û taybetmendiya Nîçirvan Barzanî ji bo vê qûnaxê û ji bo peywendiyên navbera hikûmet û opozisyonê giringiyek bê sinûre, erkek mezin ji ser milê herdu serok Barzanî û Talbanî radike û delîfeyek zêdetir ji wan re dêle ku pirtir bi kêşên çarenivîsên kurdistan û Iraqê mijol bin û carek din rolê xwe yê dîrokî di vê qûnaxa nazik a Kurdistan û Iraqê de bibînin.

Taybetmendîyên Nîçirvan Barzanî û Rehendên Kabîneya Heftê

Em mezinde û mezindekariyê li ser kabîneya heftê di vê goşeyê re nakin ku Nîçirvan Barzanî dareka suhirbazî vêreye û her car bûye serokwezîr kêşe li Kurdistanê namîne, belku mezinde bi ew cudahiya di kesatiya Nîçirvan Barzanî de heye dest pê dikin, bi ew a ku van du xalên giring li ber çav digre:

1- Nîçirvan Barzanî bi vî curî reftarê bi dûrhêlê re dike ku raste ew wek kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê û di çarçovê rêkeftinama sitratîjîya navbera Partî û Yekîtî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê ye, lêbelê dema ew dibe serokê hikûmeta herêma Kurdistanê tenê kar ji bo Partî û Yekîtî nake û ne tenê kêşên Partî û Yekîtî rûberûyê dibin, belko hikûmet nûneratiya berjewendiyên hemû çîn û texên û ayîn û netewe û boçûnên cuda yên civakê dike û pêwîste hikûmet jî xwe pabend bike û dixizmeta hemûyan de be û bersiva pêwîst bo xwastên hemû aliyan hebe.

2- Ev tîyore rastiyeke din ji me re dibêje ku pêwîste hikûmet, hikûmeta hemûyan be (vêca çi hemû beşdarbin yan beşdar nebin), heger erkê hikûmetê be ku hemû kêşe jêre werin arastekirin, li vêrê ew kêşe tenê bi Partî û Yekîtî çareser nabin û kêşe ji şîyanên Partî û Yekîtî mezintirin, lewra di vê rewşê de pêwîste hikûmet bo bersivdana kêşeyan alîkariyê ji hemû aliyên sîyasî û xelkê Kurdistanê bixwaze daku alîkarbin di çareserkirina wan kêşeyan de.

Amajekirin bi van du xalan, xaleke girîngtir diwerjêne, ew jî ew e ku raste bernama kabîneya heftê jî heman bername ye, belê ji bo cêbecêkirina vê bernameyê, şêwazê karkirina Nîçirvan Barzanî bi vê curêye ku bernama pêgor a opozisyonê yan pêşinya û rexneyên rojnamevan û rewşenbîran piştguh neke û wek mîkanîzmek serekî bo cêbecêkirina bernameyê mifayê jê werbigire, yan tê çaverê kirin li gel raspardina ji aliyê perlemanê ve bo pêkanîna kabîna heftê, Nîçirvan Barzanî cuda ji wê yekê ku bi fermî tev hemû aliyên siyasî bo beşdar bûn di hikûmetê de yan bo çawaniya peywendiya navbera hikûmet û opozisyonê zelaltir daxfe, di heman dem de tê çaverê kirin bi rewşenbîr û rojnamevan û kesayetiyên diyar û civakî û olî yen Kurdistanê hevdîtin û çavpêketinan bike û ji nêzîk ve hêlên giştî yên serxistina bernameya hikûmetê li gel bas bike û di heman dem daxwaza alîkarî û yarmetîyê jî bo serxistina vê bernameyê ji wan bike, ev zelaliya ku tê çaverêkirin li gel destpêkirina kabîneya heftê derkeve, zemîneyekê tîne pêş ku di kabîneya heftê wê ne hikûmet li aliyekî be û opozisyon li aliyek din be, yan jî rojnamevan û rewşenbîr li aliyek din, belku rojnamevan û rewşenbîr û opozisyon û rêkxirawên civaka sivîl wek tuxmên serekî yên hikêmraniyê ku erkê wan çavdêrîkirina karên hikûmetê ye, piroseya hikûmraniyê li vî welatî temam dikin, zelal tir tê çaverêkirin ku di kabîneya heftê de hikûmranî ne tenê birîtî be ji derxistina biryaran ji aliyê hikûmetê ve, belku wê birîtî be ji derxistina biryaran û çavdêrîkirina cêbecêkirina biryaran ji aliyê rojnamevan û rewşenbîr û opozisyon û rêkxirawên civaka sivîl ve, ev barûdoxe kesatiya cuda a Nîçirvan Barzanî di çawaniya hikûmraniya welat de dirust dike, vê yekê ji mere dibêje ku qenaeta wî bi vî curiye heger bernameya hikûmetê wek bernameyek sîyasî a Partî û Yekîtî li ser astê tiyora ku çi kemûkasiyek tunebe, li vêrê ev bi ne bi wê watayê ye ku dema ev bernameye dikeve warê cêbecêkirinê, şaştî yan xemsarî di cêbecêkirinê de rûnede, yan ev ne bi wê watayê ye ku li dema cêbecê kirina vê bernameyê de, bername bi xwe komeka kêşeyan bi xwe re nehêne, vêca ji ber ku ta niha xesaleta reftara Partî û Yekîtî bi hikûmetê re bi rengekî bûye ku kêm mediya yan rojnamevanên van du partiyan rexneyên cidî li hikûmetê bigrin û piraniya caran tenê destkeft û karên baş belav kirine, lewra heger di vê rewşê de mediyayên Partî û Yekîtî wek nerîtek sîyasî rexneyên cidî li hikûmetê negrin, wê di vê keşûhewaya nûh de Nîçirvan Barzanî peyda bike, mifayek mezin ji rexneyên cidî yên mediyayên derveyî Partî û Yekîtî û rexneyên cidî yên opozisyonê bo aktîvkirina bernameya kabîneya heftê werdigre, lewra ev komkirina hikûmet û mediya û rewşenbîr û rêkxirawên civaka sivîl û aliyên opozisyonê, wek tîmekê ji bo serxistina hikêmraniyê ew rewşa aloz nahêle ku berî niha ne dişiyan de bû bi hevre bikin, li vêrê dîsa em ê tekezê li wê xalê bikin, ku hebûna omêdê bi kabîneya heftê ku wê jîngeheke baştir bo hikûmraniyê wîne pêş, ne cudahiya bernameyê ye, belku cudahiya mîkanîzma gerîna şîyana ye ji bo cêbecêkirina heman bernameyê, herweha ev ne bi wê watayê ye jî ku berê mîkanîzma gerîna şiyanan kemûkasî têde hebû yan ne wekî pêdivî bû, belku mebest ew e ku biwarê ji cudahiya kesatiya Nîçirvan Barzanî bo mîkanîzma gerîna şiyanan tê çaverêkirin ku were pêş, qebara şiyanên Partî û Yekîtî zêdetir dibe, zelal tir hemû boçûn li ser çaverêkirina li kesatiya Nîçirvan Barzanî û eda'a kabîneya heftê di vê xalê de digehin hev, ku ew dikare delîfa alîkariyê ji bo cêbecêkirinê ferehtir bike, yan hinek şiyanên ji derveyî Partî û Yekîtî bi dengê Nîçirvan Barzanî tên, renge berê ne bi wî astî be.

Ev arasteye bo me diyardike, yan me fêrdike ku hikûmranî di sîstema demokrasî de ji şiyanên part yan hevpeymaniya deshelatdar mezintire, erkê parta deshelatdar yan hevpeymana deshelatdar ew e ku hemû tuxmên hikûmraniyê bi (dezgehên giştî yên dewletê û partên opozisyonê û rêkxirawên civaka sivîl, mediya û rewşenbîr û xelk) wek beşekî beşekê ji pirosa hikûmraniyê temaşe dike, vêca ji ber ku hikûmet wek dezgeha cêbecêkar di nav pirosa hikûmraniyê de, rolê kaptinê firokeyê dibîne, lewra gereke rastewxo karlêkiyê tevî hemû tuxmên din hebe û di heman dem de jî bersiva wan hemûyan bide, ev jî dirust wek kaptinê firokeyê ku ji balefirgehekê difir bo balefirgehek din, ta digehe cihê xwe hejmarek pir ji xelkê peywendî bi kaptinî re heye, belê ne merce hemû ew kes û dezgehên ku peywendî bi kaptinî re hene, bi xwe bi xwe peywendiyên rastewxo vêre hebin, bi heman şêwe renge tuxmên civak û dewletê ku hemûya peywendiya rasewxo bi hikûmetê re heye, ne merce hemûyan peywendiya rastewxo bi hevre hebin, lewra di vê piroseyê de heger hemû li alîyekî guvaşê li ser hikûmetê dirust bikin, ev li aliyekî din dibin alîkar bo serketina hikûmetê û ji bo cêbecêkirina bernama wê ji ber ku bername di berjewendiya gişta xelkê deye.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top