• Friday, 03 May 2024
logo

Helbijartinên Turkiya, hîvîyek ji bo vekirin rê û demokratiyê

Helbijartinên Turkiya, hîvîyek ji bo vekirin rê û demokratiyê
Hemo çavdêrên siyasî pêşbînî dikirin ku AKP ê piraniya dengan bibe, lê çihê mendehoşiyê bû ku BDP ê karî 36 kursiyên perlemanê bi destbêxe, ev rêje xuya dike ku nûnerên Kurd di perlemanê Turkiyê de dê bandûra xwe hebe li ser reşnivîsê destûra Turkiyê ku AKP ê hind kursî bi destnexistin bi tenê bikare destûrê biguhore, ku ji karên perlemana nû ya Turkiyê ewe ku destûrekê binivîse ku ciyê destûra sala 1980 ê bigire û deshelata serbazî kêmbike, lewre têçaverêkirin ku deriyê demokratiyê baştir vebibe û rê ji bo Kurdan jî çêtir were vekirin, di vê barê de rojnamevan Samî kohîn di daxuyaniyek taybet de bi vî awayî ji Gulan re peyvî û got " encamên helbijartinan pir ecêb nebûn, belkû weke texmînan derketin, lê AKP ê bi hêvî bû du ji sê kursiyên Perlemanê bi destbêxe, lê nikarî wê hejmaê bidestbêxe, lê AKP ê 50% bidestxist ku ev jî serketinek mezine, çunkî bi destxistina vê rêjê û wergirtina deshelatê ji bo cara sêyem bo parteka 8-9 salin deshelat didestdaye tiştek pirgiringe, eger cara yekê baye tiştek normalbû. Lê li hember de di perlemanê de nûneratiyek bihêz jêre dirust bû ku 326 perlemantar derxistin, ji berku opozisyonê jî karî hêzek berçav di perlemanê de dirust bike îca çi CHP yan MHP yan BDP bê, bitaybet BDP ê ku hejmarek baş di perlemanê de bidest xist ku 36 endam lo gor carên pêşiyê gelekin, bi vî awayî perlemanekê hevseng dirust bû, li vir dîsa dibêjim raste BDP nikarî weke part tevlî perlemanê bibe lê hind endamên bêlayen ji bal wê ve hatin piştgêrîkirin, ya rast giropa BDP ê ji hin nêrînên cuda pêktê, ji aliyê aydolojiyê ve rastrew û çep rewjî hene û piraniya wan Kurdin, lê hene ne Kurdin. Helbet ji aliyê siyasî ve eve bilokekê pêktînin, û bejdarî rûniştinên perlemanê dibin û tevî partên din jî dicivin, li vir tekezê li ser tiştekî dikim kû ew perlemantar nûneratiya tevaya çin û texêncivaka Kurdî dikin, ev jî tiştek giringe, jiberku dema ew 36 endamên BDP ê bejdarî perlemanê dibin wate piraniya texên cuda cudayên civaka Kurdî nûnerên xwe di perlemanê de hene, loma biya min ev nêrîna cuda ya nûnerên BDP ê ji aliyê demokrasiyê ve tiştekê pir başe, ji encama vê yekê dê pêşde çûna demokrasiyê li Turkiyê jî baştir bibe, lê eger AKP ê karî ba 337 kursiyan bibe yan pêtir 367 endama bibe, weha AKP yan serok wezîr dil li ser sîstema serokatiyê de heye wate guhartina sîstema Turkiyê ji perlemantariyê bo serokatiyê û ev jî çiyê baskirinê bû, li vir di bara karîna rastvekirina destûr û berhevî ji bo sîstema serokatî tenk buye, çunkî rêja nûnerên AKP ê ji 330 kêmtire vê yekê rêya guhartina sêstemê asê kiriye, hezdikem bêjim jî ku pirsa sîstema serokayetî di ecindeya Turkiyê de nemaye, wekî min diyarkirîeger AKP ê piraniya pêwîst bidestxistibaye, renge wan niha bas li wê sîstemê kiribaye, lê ji destdana piraniyê ew sîstem di ecîndeya Turkiyê de nema û ez bawerin di dahatiyê nêzîk de jî nayê nav ecindeya Turkiyê, ji ber ku ecindeya Turkî bi xwe mijole bi cend pirsên din re, mina amadekirina destorê nû û hind meseleyên abûrî yên Turkiya ku gelek alozî ji Turkiya re dirustkirine û di van aloziyan de bas li sîstemê serokayetî nayê kirin."

Di bara kêmbûna kursiyê AKP ê di perlemanê de Samî kohîn di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji me re got " bi rastî armanca AKP ê pêşiya helbijartinan lawazkirina MHP ê bû û pirsa eşkere kirina belge û şerîta vê yekê tekezdikin, jiberku eger MHP ê 10% kêmtir biribaye, weha ne dikarî were perlemanê û dengên wê ji bo AKP ê diçûn, loma hesab û daxuyaniyên AKP ê hizir dikir dê 367 kursiyan bidestbêxe û bi tenê desturê rastvebike, lê 13% ji bo MHP ê bi sedem ku hebûna xwe di perlemanê de dirust bike, helbet weha li perlemanê opozisyon hember AKP ê bihêztir dibe, û bi hebûna MHP ê û CHP û BDP pêkhateya opozisyonê bihêz buye di perlemanê de, ev jî ji aliyê demokrasiyê gelek başe, divê AKP û MHP û CHP û BDP ê hemuyan nûnerên xwe di perlemanê de hebin ji ber ku nûnerên tex û çînên cuda cuda yên Turkiyê ne, lê bi xwe rêja 10% rêjek bilinde û yeke ji wan pirsên ku gelek gotûbêj li ser tên kirin, biya min ji aliyê demokrasî ve gelek baştire ku rêja 10% nemîne. Helbet di dahatî de dê hizir li vê yekê were kirin û renge biryarê li ser nemana wê jî bidin."

AKP ê pêtir deng bi dest xistin û kêmtir kursî wergirtin

Hesîb Qeplan ku yeke ji perlemantarên nû helbijartî yên Kurd ji bo nirxandina vanhelbijartinan weha ji gulan re axivî: " li destpêkê gereke temaşebikin kanê AKP î li kijan navîeyê piştevanî pêtir bi destxistiye û li kijan navçeyê rêja dengderên wê kêmbuye, helbet vê carê AKP ê li deverên Kurdan gelek deng ji destdane û namzetên serbixwe li wan deveran bi dest xistiye, lewra dikarim aşkera bêjim ku hejmara dengên AKP ê li deverên Kurdî zêdenebuye gereke tekez li vê yekê bêkirin, herweha gereke bêjim ku rêja 10% di helbijartinan de heye û di encama vê sîstemê de opozisyonên lawaz mina MHP û CHP ê dirust bûn helbet weha AKP ê dikarî rêjeya dengên xwe bilind bike, lê tevî vê yekê rêjeya perlemantarên AKP ê ji 334 an daket 326 an pêwîste ev rastiye li berşavê mebe, di van helbijartinan de tenê nûnerên serbixwe yên BDP ê karî rêja xwe bilind bike, ev tabloya helbijartinan derveta ji me re dirust dike ji bo rastvekirina destûr eger AKP ê wan derveta têk nede, di heman demda renge ev tabloye bibe sedema pirsên nû, bo nimone pirsa Kurd ku ta niha nehatiye çareserkirin gereke were çareserkirin. Di bara destûrê de serok wezîr çawa helwîstê hember zimanê dayikê û daxwaziyên Kurd dide, gereke gavên baş pavêje,eger weha nebe dê di van çiwar salên were de karê hikûmetê girantir bibe û dê pêtir xelkê ji dest bide û xelkê turebike. Ev tureya xelkê jî di qadê û civînan de rengdide û dibe sedema bizehmetketina karê hikûmetê û dema kar geha wê zehmetiyê normalkirina rewşê çetine."

Derbarî pêwîstiya AKP ê bi piştevaniya perlemantarên partên din û perlemantarên Kurd ji bo piştevanikirina destûrekê nû û Turkiya û guhartina sîstema Turkiya ji bo sîstema serokatî, Hesîb Qeplan di dirêjiya axivtina xwe de got : " serok wezîran ne 330 endam bi dest xistine daku bikaribe rêfrandomê bike û ne 367 kursî bidestxistine daku bikaribe bi tenê desturê biguhore, lewre gereke serok wezîr vê rewşê li berîav bigire û dest ji wan xeyalan berde, jiber ku CHP û MHP û em jî dijî sîstema serokatîne, lê eger otonomiya demokrasiya navçeyên Kurdan qebûl kir û Turkiya gav ber bi demokrasiyê havêtin weha li deverên ku li jêr kontirola serok wezîrin renge sîstema serokatiyê were peyrewkirin bê ku pirsgirêk ji me re were dirustkirin, îca eger sîstema nîvserokatî peyrewbikin yan jî tiştekê weha pirsgirêk namîne, lê di dema niha da eve tiştek mustehîl e û qet nabe."

Çareserkirina pirsgirêka Kurd
Dema behsa pirosa vekirin û demokrasiya Turkiyê tê kirin, bi ya piraniya çavdêran bê çareserkirina pirsgirêka Kurd ev pirose ser nagire, loma paş helbijartinan, li bendêne ka ta çi rade gav ji bo vê pirsgirêka giring tên havêtin, Erdogan jî paş helbijartinan daxwaza hevkarî û vekirina rûpelek nû kir, derbarî vê yekê Samî Kohên ji gulan re got : " bi rastî gotara Erdogan gotareka giring bû û ji me ra xuya kir ku berêz Erdûgan dixwaze laperek nû veke, eve tiştek pir başe bo nimûne vekirina girêkên destûr û gelek tiştên din jî li wê rûbelê bên nîvîsandin û pêdiviye li hêviya wê yekê nebin ku eve ji aliyê yek part were nivîsandin, ji ber ku eve dikeve ser milên hemû aliyekê, bo nimûne tevî opozisyon û partên din û saziyên sivîl û civakî û li gel mêdiya û roenbîr û ekadimiyên welat bê encamdan, ji ber ku amadekirina destûra nû ne mîna rastvekirina destûr yan guhartina madeka destûriye, belku tiştek gelek giring û serekiye û tişteke ji bo dirustkirina jêrxanekê ji bo civakê loma pêwîste ji aliyê tevaya texên civakê were darêtin."

Di bara rola vê carê ya perlemantarên Kurd ku hejmarek baş zêdebûne ku hinek çavdêrên siyasî hizir dikin nûnerên Kurdan ev car ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî dê rolek baştir bilîzin, wate bi hin guhartinên sade qailnabin, loma di vê barê de, xanima Perwîn Buldan ku ewjî yeke ji perlemantarên Kurd ên vê carê, taybet ji gulan re got: " helbet em di wê bawerêdane ku ev car guhartinên mezin dê dinava perlemanê de rûden, me berê tenê 20 endam hebûn me karî rûlekê baş bilîzin, helwîstame hember tevaya pirsên Turkiya aşkera dibû, mina pêşinyarên yasayî û lêkûlin û pêşinyarên çareseriyê ji bo pirsgirêkan, loma ev 20 perlemantarên BDP ê zor kar li nava perlemanê kir. Di vê xula nû de jî j ber ku bi hêzek mezintir û bi jmarek zêdetirî endama em diçine perlemanê, biyamin ev deme biqazanctire û dê baştir be û renge ji bo pirgirêkên Turkiya tiştek cuda ji carên din bike, ji ber ku me 36 nûnerên şareza yên cuda cuda hene, loma bi ya min emê vêcarê pir mafdarbin û ji bo pirsgirêka Kurdî emê gavên baş havêjin, em rijdin ku ya ji destê me bê em bikin ji bo çareserkirina vê pirsê û rawestandina wê xûna diherike ku serok wezîr êdî nikare berpirsatiya wê bêxe situyê xwe, loma hizir dikim Turkiya di dahatû de ber bi qûnaxek nû here û heryek hewla çareserkirina pirsgirêka Kurdî bide."

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top