• Thursday, 02 May 2024
logo

Pirosa çaksaziya serokê Kurdistanê gavek giringe ji bo avakirina dewleta yasayê û hikumdariya baş

Pirosa çaksaziya serokê Kurdistanê gavek giringe ji bo avakirina dewleta yasayê û hikumdariya baş
Dema Birêz Mesûd Barzanî daxwaz ji parlemanê Kurdistanê kirî yasaya helbijartina serok ji aliyê parlemanê ve bê guhartin û yekser serok ji bal xelkê ve were helbijartin, merema wî ewbû ku serok rasterast kontakê tevî xelkê xwe bike û ya xelik daxwaz dike bi rêya saziyên herêma Kurdistanê bicêbike, her di vî alî jî de bernameyê xwe ji bo serokatiya herêmê darêt, ev jî rastiyeke gereke berçav were wergirtin, ku Barzanî bi dirêjahiya jiyê xwe pêşmerge bû û serokatiya herêma Kurdistanê jî weke erkek pêşmergane ji bo bi destxistina hîvîyên gelê xwe bikartîne, ne hîvîya wî ew bû ku rojekê bibe serokê Kurdistanê. Lewra niha jî li cem Barzanî pêşmergatî ji hemû pstan bilintiri û bibihatire, di vê çarçûvê de dema em temaşey bizavên Barzanê ji bo bi cêkirina daxwazên xelkê û belavkirina dadweriyê û yasayê dikin, em hetpêdikin ku mina pêşmergeyek dilêr û bi berpirsatî û amadebaşî hember daxwaziyên gelê xwe rawestaye daku daxwaziyên gelê xwe bicêbike, lewre serbarî wan hêrişên nerewa yên dijî berêz Barzanî tên kirin ew her li ser xizmetkirina xwe ji bo gel berdewame û roj bi roj biryarên dadperwertir dide, ev jî nişane ku serokê Kurdistanê mina Ebraham Lînkolinî serokê Emrika di esmanekê mijawî de hêviya helhatina rojeka geş dide me û di vê çarçûvê de mina Lînkolin dibêje: " eger ez wan hemû nivîsaran bixwênim yên ku hêrişê diken ser min weha gereke ez nivêsîngeha xwe daxim û tu karên din nekim, lê ya ez bi baş dizanim ez hemû şiyanê xwe bikartînim daku cêbecêbikim, ta dawiyê jî ezê li ser van gavên xwe berdewam mînim, eger di dawiyê de derket ku gavên min dirustin weha hemû ew hêrişên hatine ser min çi bihaya xwe namîne, lê eger li dawiyê derket ez şaşim xwe eger 10 firîşte jî şahideyê ji min re bidin ku ez dirustim qet çi mifa nade", niha serokê Kurdistanê di wê qûnaxa nazik û dîrûkî de derbazdibe ya ku Lînkolin pêş şax û nîvekê tê de derbazbuyî, merema Lînkolin di wî şerî de ew bû ku Emrîkî di ramana wê azadiya di destûra komara Emrîkayê de hey têbigehin, berêz Mesûd Barzanî jî hemû bizava dike daku Kurdistanî di rewşa îro ya herêma Kurdistanê û tevaya Kurdistanê bigehin, û bizava dike ku dewleta yasayê dabine ku azadî û dadvaniyê ji bo kesanên Kurdistanê peydabike, daku bigehine vê armancê Barzanî mina Lîn wê rastiyê tekezdike ku " di şiyandaye ji bo demekê tişta li ber hemû xelkê tevlihevkey û li ber hinek kesan berdewam tevlihevkey, lê ne di şiyandaye hizra hemû xelkê berdewam ji bo rastiyê tevlihevkey" rizgarkirina xelkê Kurdistanê ji hevdijî û têkelkirina başî û xerabiyê, ku îro li Kurdistanê buye diyarde, raste gendelî û kêmasî heye, lê karên baş û gavên mezin ji bo pêşde çûnê hene, ji hev cudakirina vê rastiyê erkê serekî yê serokê herêma Kurdistanê û bernama çaksaziyawîye.


Piraktik kirina bernameya çaksaziya serokê herêma Kurdistanê

Di dawiyê de bernama çaksaziya serokê herêma Kurdistanê kete qada cêbecêkirinê, hestek di nava covaka Kurdistanî de destpêkiriye ku dibe ev heste bibe destpêkek mezin ji bo bihevre jiyanê bi awayekê aştî û dadperwerî tevî serokê xwe, û Kurdistanê ber bi serverazî ve bibin, lê di hember debizavek heye ku dixwazin di destpêkê de vê hestê li cem xelkê nehêlin û xelê bê hîvî kin û ji xelkê re xuyadikin ku êdî nikarin bihevre û dadvanane bijîn, lê eger di çarçûvê sîstema demûkratî bê navkirin bi milmilanê ya siyasî di navbera deshelat û opozisyonê, eve li ser astê bernama serokî tevî daxwaziyên welatiyan dê bibe asteng ji ber ku serokê Kurdistanê ji bo çaksaziya û nehêlana gendeliyê û binemayê dewlete yasayê çavkanî danane, di bara cêbecêkirina bernameyê çaksaziya serokê herêma Kurdistanê Fuad Husên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di axivtineka taybet de ji gulan re got: " Pêvajoya çaksaziyê pêvajoyeke berdewame û dikarîn rojek deynin ji bo destpêkirinê, lê belê pêvajo bi xwe pêwîste pêvajoyeke berdewam bê. Her wiha çaksazî li çarçêweya pêvajoyeke seraserî û hemû aliyan dibê û pêvajo dûr û dirêje û pêwîstî bi hengavên çalak ve heye. Li vî warî de dema cenabê Serok wê bernameyê ragihand, heta niha komek biryar hatine derxistin û komek jî kiryar hatine kirin. Hinek ji wan karên ku hatine kirin pêwendî bi zeviyan ve heye. Babeta zevî nirxandin û civîneke berfireh û berdewamî li ser hatiye kirin. Dibînin li hinek cîhan ku hinek îş li ser wan zeviyan hatine kirin neyasayîne an yasayiye, lê belê bi vî awayî nehatiye kirin ku li peymanan de hatiye. Her ji bo wê yekê yekemcar bi zeviyên kirê (musatehe) me destpêkir. Zeviyên musatehe ew zevîne ku didin xelkê ku veberhênanê li ser dike li ser bingeha damezrandina projeyek. Ev kar jî yekemcar me ji Hewlêrê ve destpêkir û komek proje hatin nirxandin. li ser bingeha wan nirxandinan jî hinek ji wan projeyan hatin ragirtin. li van rojên pêş de derdikevê ku pirsa van projeyan çawane û li çi daye? Piştî vê ku kêmasiyek ji bo me derket, kiryaran jî di derbarê wan projeyan de beramber xwediyê projeyan werdigrîn".


Pirsa projeyan û terxankirina zeviyên veberhênanê

xala serekî û girin beriya destpêkirina bernama çaksaziya serokê Kurdistanê, bas û xwastên xelkê bû di bara terxankirina zeviya ji bo pirojên weberanînê, ev jî weke xuyatirîn alî danaye ber çav ku gendelî têdaye, lewre bernama serokê Kurdistanê ewlewiyatê dide vî alî û çerda tevger ji bo hemû zeviyên musatehe û rawestandina dana zeviyan ji bo pirojeyan û pesedkirina nexşeyê wan navçên dikevine ber vê dîyardê jî hatine rawestandin, derbarî vê yekê û biryara serokê herêma Kurdistanê D.Fuad husên di dirêjiya axiftina xwe de ji gulan re got: " Yekem: Me daxwaz ji desteya veberhênanê kir bo ku du mehan wan projeyên ku pêwendî bi bînaya nîştecîhbûnê heye rabigrin û heta du heyvan jî muhlet nedin. Ji ber ku komek proje heye pirsiyar li ser heye û nabêjim pirsiyar eweye ku gendelî li projeyan de heye, lê belê bo ku bizanîn li rêya yasayî buye yan kêmasî têda heye. Ev biryar li ser vê bingehê bû û me wan projeyan ragirt. Lê belê eve nayê wê wateyê ku projeyek veberhênanê bê ku pêwendî bi projeya stratejî ve heye me wan projeyan ranegirtin. Wate ewê pêwendî bi berjewendiya giştî hebê û rola li berev pêşvebirina aboriya Kurdistanê ve hebê ew nehatin ragirtin, belku ew proje hatine ragirtin ku pêwendî bi nîştecîhbûnê ve heye wekî ku min balkişand li ser heta du heyvan hatiye ragirtin. Li heftiya pêş de dema wê diqede. li vê demê de derfet ji bo me rexsa ku nirxandina komek projeyên nîştecîhbûnê bikîn û kêmasiyên li projeyên nîştecîhbûnê peyda bikîn. Lê belê niha nikarîn ji bo rojname û medyayê rabigihînîn heta ku digihîne encamek. Bi tekez ku gihîştîne encama dawî ji bo xelkê radigihînîn, wê demê behs dikîn ew proje ji bo çi hatine ragirtin û sedema wê çi bû. Eger kêmasiya yasayî têda hebê wê jî radigihînîn yan kêmasî û pirs li aliyê Hikûmet hebuye ewê jî her behs dikîn ku ji ber çi li cem Hikûmetê girift hebuye. Niha jî ji bo nirxandinê komek projeyên mezin li jêr destê mene.

Xala Duyem: Cenabê Serok biryarekî derxist di derbarê kujandina zeviyên çandinê. Bêguman kiryar li vî derbarî de ji bo Kurdistanê gelek girînge. Ji ber ku Kurdistan welateke li bingeha xwe de Herêmekî çandinê buye û Hikûmet û dewlet û desthilat plana xwe heye ku carekî din kerta çandinê geş bike û kar li ser bike. Tu çi demek dikarî kerta çandinê destpêbikî, eger zeviyên çandinê hebê. Lê belê eger zevî hemû li ser bingeha masterplanê bîkujênî wê demê pêwîstî bi lêkolînê heye. Eve ne pirse eger kujandina zeviyên çandinê ji bo projeya stratejî bê. Lê belê ew zeviya çandinê hemû bikujênî bi navê bernameyeke din me ji ber wê ragirt. Heta ewê pêwendî bi masterplana bajar ve jî heye hatin ragirtin. Komek kujandina zeviyên çandinê heta sê mehan hatine ragirtin da ku nirxandin li ser van xalên xwarê ve bikîn:

1- Ew zeviyên ku li dema xwe de hatine kujandin û dane projeyan, bo ku bizanîn sûda projeyan çiye û ew proje pêwendî bi berjewendiya giştî û aboriya Kurdistanê heye yan na?.

2- Nehêlîn zeviyên çandinê bi awayeke hêsanî ji dest biçê û bibê projeya bînasazî yan projeya nîştecîhbûnê, ev alî jî niha li nirxandinê daye. Ji ber ku behsa zeviyên çandinê dikîn behsa hezaran doniman dikîn".

çavxişandinek li ser zêrevanênê berpirsan

Aliyekê din yê bernameya çaksaziya serokê herêma Kurdistanê çavxişandine li ser zêrevanên berpirsan, ji bo vê yekê jî serokê herêma Kurdistanê daxwaz ji wezareta navxwe kiriye ku bernameyê xwe pêşkêşî serokatiya herêma Kurdistanê bikin daku sînûrekê ji vê diyardê re bidanin, di vê barê de D. Fuad Husên ji me re got: Ev pirs jî yek ji wan biryarane ku pêwendî bi pasewanê berpirsan û baregehan ve haye. Niha Wezîrê Navxo lîjneyekî pêkaniye pêwîste li heftiya pêş de pêvajoyê pêşkêşî cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li ser çawayiya rêkxistina pasewanê berpirsan û baregehan bike. Ji ber ku pêwîst nake berpirsek (700 - 600) pasewanê xwe hebê yan (100- 200 - 400) pasewanê wî hebê, belku pêwîste herkes bi pileya xwe ya li Hikûmet û li gor nirxandina pêvajoya ewlehî û li gor cihê xwe û rola wî kesî li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de pasewan ji bo wî tê danîn û rêkxistin".

Vegerandina mulkê giştî û domandina vê pirosesê

hevdem di gel destpêkirina cêbicêkirina bernama çaksaziya serokê Kurdistanê hin guhartin hatine encamdan û gav avêtin jî berdewame, Sebaret bi vî aliyî û çawayiya vegerandina mulkê giştî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê got: Projeya çaksaziyê li cem me du beşe. Beşekî dem kurte û beşekî jî dem dirêje. Li beşa dem kurt de komek kiryar hatine kirin û komek kes jî li cihê xwe nemane û hatine rakirin û komek biryarên din jî li van rojan de her bi vî awayî derdikevê. Her wiha nirxamdina wan bînayan jî tê kirin ku li dema xwe mulkê Hikûmetê buye. Niha ji aliyê rêxistinên hizbî û rêxistinên din ve hatine dagîrkirin. Bernameya çaksazî ne ewe tol ji wan bê wergirtin, yan bê rûxandin, belku bernameya çaksaziya cenabê Serok ji bo eweye ku çaksazî bê kirin ji bo binyadnan û guhertinê berev baş û baştir bibe. Piştî vê bernameyê jî behsa qonaxa duyem dikîn ku qonaxa duyem stratejiyek ji bo wî tê danîn û cenabê Serok wî jî birêvedibe. Sebaret bi guhertinên ku hatine kirin jî, ez hez dikim xelk wê yekê bizanê projeya çaksazî berdewame û li hemû cîhek tê nirxandin. Guherîna xelk her ne li ser bingeha çaksaziye, belku li ser bingeha wê yekê ye ku hinek car hinek kes bêne guhertin. Girînge eve bizanîn ku eve nayê wê wateyê ew kesê hatiye guhertin hatiye sizadan yan tometbare, belku hemû kesek şexsiyeta xwe heye û xebat kiriye. Lê belê guherîn sirûştiya jiyane, li cîhên din jî guhertin tê kirin û heta niha komek guherîn hatiye kirin û ew guhertin jî berdewam dibin".

pêngavên mezin hatine avêtin û di pêşde dê werin ragehandin

serbarî berdewamiya pirosesa serokê herêmê di hin mêdiyayn de bas tê kirin ku çi nehatiye kirin, lewre me ji serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê pirskir, çima encamên karên xwe ji bo raya giştî ranagehînin? Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê bi vî awayî bersîva kovara Gulan da û got: Bi awayekî praktîkî kar li ser projeya çaksaziya Serokê Herêma Kurdistanê hatiye kirin, heta niha komek proje çi li Dihok çi li Hewlêr çi li cihên din hatine ragirtin, lê belê nikarîn hemû tiştek rabigihînîn, ji ber ku ji bo kesayetiya xelkê û xwediyê projeyan ne başe. Heta niha li jêr lêkolînê ye û negihîştîne derencamê û nabê tiştek rabigihînîn û li jêr lêkolînê da bê. Her dema ku lêkolîn li van kar û projeyan temam bibê bi tekez ji bo çavroniya xelkê û agahdarbûna wan tê ragihandin. Pêwîste eve bizanîn ku komek zevî bi musatehe hatiye dayîn bo ku proje li ser bê kirin, her çende hinek ji van zeviyan ku eve du sê sale hatiye wergirtin, lê belê wekî proje nehatiye kirin. Her çende li ser bingeha peymanê divê ew zeviyê musatehe piştî du - sê mehan proje li ser bê encamdan. Em van zeviyan werdigrîn û hinek zeviyên din ku bi musatehe hatiye dayîn ji bo kargeh yan ji bo Otêl yan ji bo projeyekî din ku li peymanê de hatiye destnîşankirin, lê belê xelkê wan zeviyan kirine xanî û her li ser heman nexşeyê da firoştine bi xelk, eve dûre li yasa û ne li gor peymanêye, eve kiryar li gel tê kirin, lê belê niha nikarin behs bikîn, eve diyare ku li peymanê de fêl û hîleyek hatiye kirin û bi milyonan dolar qazanc kirine, eve kiryarên yasayî li gel wan da tê kirin û em nahêlîn ew xelkê xaniyan kirîne ziyanê bikin. Lê belê nabê xwediyê projeyê fêl li Hikûmetê bike, ev proje jî heta niha li jêr lêkolînê dane û nizanîn kiryara wan çawane û çiye û her ji bo wê yekê jî nikarîn wan ji bo xelk û civaka xwe niha rabigihînîn. Gelo kiryara wan yasayiye yan darayiye....Ji ber ku zeviyê musatehe û kujandina zeviyên çandinê meseleyekî gelek hûr û aloze û ji bo hemwelatiyan jî gelek zehmete bi tevahî li naveroka wê têbigihe. Lê belê eve rastiye ku pêvajoya çaksaziyê bi ciddî destpêkiriye û derencamên wê bi başî derdikevê û heta dawiyê jî berdewam dibê û çaksazî jî her ne ewe ku şexsek li cihê xwe bê avêtin. Ji ber ku me komek yasa heye li dema xwe me qebûl kiriye, lê belê ev yasa niha ji bo me pirs dirustkiriye, li hinek cihan rênimayiyên fermangehan pirs ji bo me, neku ew xelkê îş kiriye, divê ew yasa û rênimayî bêne guhertin. Ji bo wê yekê divê çaksazî bi yasa û rênimayî û fermangehê û girêbest û peymanê bê kirin û divê nirxandina wan peymanan bê kirin ku li navbera xelk û Hikûmetê tê girêdan. Gelo her wekî xwe berdewam bibê yan guhertin û çaksazî lê bête encam dan eve her hemû li encama pêvajoya çaksaziyê ve kar li ser tê kirin. Niha welatî bi tevahî hest bi vê çaksaziyê nake. Lê belê bi dîtina min piştî demekî kurt her hemû dibînin ew pêvajoya çaksaziyê çi kiriye û bi çi gihîştiye, çaksazî jî beşekî pêwendî heye bi perwerde û nabê tu mala giştî bikarbînî ji bo berjewendiya şexsiya xwe. Divê bizanîn em berev ku ve diçîn, girîng eweye komek lîjneyên taybetmend dirûst buye, wekî lîjneya yasayî û aborî û hwd.. û lîjne li Wezaretan jî dirûst buye û ew hemû lîjne li Serokayetiya Herêmê kombûn û lêkolînê dikin, li wan kombûn û lêkolînan jî bi encam digihin û paşê bi xelk tê ragihandin û hemû kesek agahdar dibê û li bandora pêvajoya çaksaziyê têdigihin".

gereke hemû alî hevkarî pirosesa çaksaziya serok bin

hevdem di gel berdewam bûna pirosesa çaksaziya serokê herêma Kurdistanê, niha gengeşe di navbera deshelat û opozisyonê de berdewame, lewre me ji serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê pirskir gelo ta çend rêkeftina aliyê siyasî dibe piştevan ji bo serxistina bernameyê serok? Husên weha bersivda û got: Ev bernameya çaksaziyê bernameya cenabê Seroke ku pêşkêşî xelkê Kurdistanê kiriye. Pêdiviya xwe ji pêvajoya Kurdistanê ve wekî jêder girtiye û cenabê Serok vê biryarê daye. Pêwîste hemû aliyek, Hikûmet û rikeber li vê pêvajoyê da beşdar bibin, ji ber ku pêvajoya çaksaziyê bi yek kes nayê kirin û bi yek hizb jî nayê kirin û bi van hizban jî ku li Hikûmetê dane nayê kirin û bi rikeber jî bi tenê nayê kirin, belku pêwîste hemû aliyek her li Hikûmet û xelk û partiyên siyasî (Desthilat û rikeber) û rêxistinên civaka medenî û rewşenbîran li pêvajoya çaksaziyê de beşdar bibin heta pêvajo serkeftî bibê, heta rêxistinên civaka medenî jî têda hebê ji bo serkeftina pêvajoyê girînge, ji ber ku pêvajoya çaksaziyê dem dirêje pêwendî bi civakê vê heye û her wiha bi sîstema giştî û yasa ve, eve jî kar û îşeke dem dirêj dixwazê. Ji bo wê yekê dûbare dibêjim ev kar pêwîstî bi hemû aliyek heye, lê belê ev bername biryara cenabê Seroke û xistiye rû, Hikûmet jî li gel da hevkar û beşdare"."

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top