• Thursday, 02 May 2024
logo

Helbijartinên Turkiya û şerê pirojeya guhartina destorê

Helbijartinên Turkiya û şerê pirojeya guhartina destorê
Ji bo parta Dad û geşepêdan helbijartinên vê carê ne tenê hizrkirineke ji bo bidestxistina dengan bo dirustkirina hikûmeta dahatî, ku eve dibe cara sêyemîn parta AKP ê hikûmetê dirust dike, armanca vê carê ya AKP ê ew bikare ji 550 kursiyên perlemanê 367 kursiyan bidestbêxe ku dibe rêja du li ser sê ji tevaya kursiyên perlemanê, daku bikare pirosêsa destûr di perlemanê de derbasbike û bixe ber rîfrandomê, wate AKP ê ne tenê ji bo bidestxistina piraniya dengan dixebite, belku dixwaze gelek pêtir ji 50% ê bibe daku bikare 2 ji 3 ji kursiyên perlemanê misogerbike, helbet pêtirbûna dengên AKP ê ji sala 2002 ta 2007 tevî ku nîşaneke ji bo zêdebûna cimhorê AKP ê lê pir car ev zêdebûne nabe sedema zêdebûna endamên AKP ê di perlemanê de, bo nimûne li sala 2002 ê AKP ê 36% ji dengan bidestxist, lêbelê 66% ji kursiyên perleman bûn para AKP ê, berûvajî li sala 2007 ê AKP ê 46% ji dengan bidestxist lê 62% ji kursiyên perleman bûn para wê, ev sengiya kursiyan û dengan bi rêja 10% dirustdibe ku li gor sîstema helbijartinên Turkiya her parteka 10% kêmtir bi destxe nabe here nav perlemanê, eve dibe sedem ku dengên partên biçûk li ser partên mezin bi gurî hejmara dengên wan parvebin, lewre em dibêjin vê yekê peywendî bi dengane tune, migirtî AKP ê 50% bidestxist lê partên biçûk jî karîn 10% bidest xin û dengên wan li ser partên mezin nehatin parvekirin kursiyên AKP ê zêdenabin û dê her 50% ji kursiyan bidestxe, derbarî helbijartinên Turkiya Sonir Çaxpay gotarek di malpera şîretgeha Waşinton ê ji bo vekolînên rojhelata nêzîk de belavkir û têde eşkera amajeda wê yekê ku li roja 12 puşberê Turkiya tûşî helbijartinek dîrokî dibe, rapirsî xuya dikin ku AKP cara sêyemîn deshelatê dibe, lê pirs ewe gelo AKP dikare piraniyek reha ku dibe 2-3 ji kursiyên perlemanê bidestbêxe, daku destûr biguhore û guhartinên rîşalî di sîstema Turkiyê de peydabibin. Wate pirsa Sonir Çaxpta jî her dibêje gelo bi destxistina gelek dengan dê bibe sedem ku AKP ê wan kursiyên ku ew dixwazin bidestxin, ji bo vê yekê hinek ji çavdêrîn siyasî yên Turk dibêjin gereke AKP ê giringiyê bi wan deveran bide yên ku berê deng lê bidestnexistî, mifa ji 10% bê bicîkirin û hejmarek partên biçûk ji berlemanê werin derxistin û kursiyên wan ji bo AKP ê dimînin, herweha rê li BDP ê bigre û nehêle BDP biçe nava perlemanê dê gelek kursiyan bibe, di vê barê de me pirs ji pirofîsor Îhsan Balkird vekulerê bilind li senterê USAK bo vekolînên sitratîjî kir û wê jî weha nêrîna xwe ji Gulan re xuyakir û got: nêrîna min jî bi temamî weke ya weye ku AKP ê dê piraniya dengan di helbijartinên pûşberê de bidestxe, lê biyamin ew bi wê piraniyê nikare destûr rastveke yan destûrek nû dane, eger hezbike destûr biguhore gereke bi partên opozisyon û partên din jî re bi şêwire û nêrîna wan ji bo destûrek nû werbigre, destûr ne tenê ji bo partekê ye, belku ji hemû partên siyasî yên Turkiya re ye, lewre gereke piranî biryarê li ser bide, di bara danana rêja 10% li ber partên biçûk ev pirse cihê gengeşê û gotûbêjane li Turkiya , ji aliyekê din jî ev başe û ciyê pengiyana demokratiyê ye, di demekê de ku ji hin aliyan ve dudilî dikeve ser şeriyeta perlemanê. Di vê barê de ji bo sala were gelek pirs û kêşe ji bo gotûbêjan dikevin holê, ne tenê destûr, belku çawaniya pêkanîna pêşeroja welat û gotûbêjkirina tevaya pirsgirêkên mina pirsên kêmîna û pirsa Kurd. Ji aliyekê din ve eger AKP ê hikûmet pêkanî, bi ya min AKP dê bi partên biçûk û opozisyonê rêkxirawên nehikûmî şêwire, serbarî wergirtina nêrînan ji tevaya raya giştî, nimûneya zêndî li ser vê gotina min ewe îro rêkxirawên nehikûmî her ji niha dest bi rapirsiyan kirye û vekolîna li ser rastvekirin û danana destûra nû dikin. Îro li Turkiyê çendîn giropên givaştinan dirustbûne û givaştina li ser hikûmetê dikin û pirsgirêka û kêşan destnîşan dikin û pirs û gumana arastey hikûmetê dikin lewre bi ya min eve ew pirsgirêkin ku dê AKP ê di sala were de bêxe holê".

Wate pirsa dengan û bidestxistina 2-3 ji tevaya kursiyên perlemanê gelek caran ne tenê peywendî bi hev ve nîne belku carna rêjeyeka berûvajî tête holê. Derbarî vê yekê me ji D. Îsa Saxbaş mamostayê Kargêrî û abûrî li zanîngeha Enkere pirskir wî got: " helbet dîsan AKP ê di van helbijartinan de jî dê deshelatê werbigre, nêrîna giştî ji mere dibêje renge AKP ê bi tenê hikûmetê pêkbîne, ev jî ji ber giringî dana AKP ê bi pirojên abûrî ku dibe sedem welatî pêtir deng bi AKP ê bidin di vê barê de AKP ê serkeftî tire ji partên din, aliyekê din heye ku ew jî têketina Turkiyaye ji bo nava yekêtiya Ewropayê, di vê barê jî de AKP ê hertim bizavan dike û sozan dide û di van helbijartinan de jî berdewam ew soz dan û paş helbijartinan dê ji me re xuya be ka AKP ê li ser wê rêyê berdewame yan na, ji berku di siyaseta van salên dawî de guhartinek destûrî derket rê. Derbarî rêja 10% ê jî ku pir cara bas lêtêkirin, gelo ev pirse di helbijartinan de tiştek demokratiye yan na? Ev tim babetê gengeşê ye, lê vê biryarê û rêjê aliyên baş û xerapên xwe hene, ew hizrên gelek cuda û xwedî piştevaniyek kêm ku dibe nêzî 1-2% ê, eve bi rêjeya helbijartinan dikefin dervey bazinê ev jî tiştek başe ji berku nêrînek namû ye di nava civakê de. Rêja 10% ji bo partên mezin bi mifaye, ji berku dengên partên biçûk li ser partên mezin belavedibin".

Bangewaziya helbijartinan û berdewambûn li ser siyaseta berê ya AKP ê

Bangewaziya helbijartinan li Turkiya piropakindek bihêze ji bo ku partên siyasî pêtir dengan bidestxin, di heman dem de partên mezin hezdikin partên biçûk bikevin dervey perleman daku dengê wan ji bo partên mezin bimîne, niha hest têkirin bangewaziya helbijartinan li Turkiyê pir gerim buye û wexte alozî dinavbera hin partan de derkevin ji berku sînûr hatine bezandin, herweha hin daxuyanî tên dan ku tevî siyaseta AKP ê nagoncin, hinek vê bi helameta helbijartinan navdikin lê hinekên din bi peşêmanbûnê dizanin, Mihemed Elî Bîrand di gotarekê de ku hefteya borî di huriyet de belavkiribû hinek daxuyaniyên AKP ê hember Kurdan bi metirsî dizane û dibêje berê AKP ê gavên baş di vî deravî de havêtibûn weke nehêlana rewşa awarte li deverên Kurdên Turkiya, taku 2008 û 2009 geha peydabûna deravek demokratî. Bi nêrîna Bîrand ev gavên AKP ê guhartinên mezin bûn, lê ya niha di bangewaziya helbijartinan de dibêje pirsek tune bi navê pirsa Kurdan, ev jî cihê dilgiraniyê ye hîvî xwazim ku eve tenê bangewaza helbijartinan be û paş helbijartinan ev siyasete dirêj nebe, lê bi nêrîna hinek çavdêrên siyasî ev daxuyaniyên AKP ê li hind cihên bi mebestin bi taybet bajarên rojava ku carên borî AKP ê nekarî dengên pêdivî li wan deveran bidestbêxe, armanca serekî ewe ku partên biçûkên wan deveran kêm dengan bi destxin û neçin nava perlemanê, derbarî vê yekê me ji pirofîsor Rîçard Hêrman mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Ohayo û taybetmend di peywendiyên di navbera Turkiya û USA û siyaseta rojhelata navîn de pirskir, wî jî weha bersiva Gulan de " beriya ez bersiva pirsa we bidim dixwazim bêjim ku eva li Turkiyê derdikeve hevsengiyek temame, bi awayekê ku tu alî nikarin wê hevsengiya binaretî bi awayekê rîşalî biguhorin, xwe eger hewla bi karanîna curekê dijwariyê jî bê kirin, herdê hevsengiya di navbera Elmanî û giropên ayinî weke xwe bimîne. Herweha Turkiya weke giringtirin listikvan li ser depê şanuya nêvdewletî li rojhelata navîn dimîne, ku rolekê serekî di pirsên Nato û hevrikiyên Ereb û Israîlê de dilîze, li vir parta hikumdar hêzek berdewam heye. Derbarî pirsa Kurda li Turkiyê, bi ya min gereke hemû serkirde li Turkiyê giringiyê bi pirsa Kurd û çareserkirina wê bidin, min nediye ku Erdogan bi awayekê taybet amadebe ji bo rêyeka çareseriyê ji bo Kurdan, ez nizanim ka dê çilêbê, lê ez nabînim ku bê guhartin. Ez dudilim ku eger AKP ê piranî bi destxist dê siyaseta xwe ji bo Kurdan veke. Pirs ewe ka di du salên were de li Îraqê dê çi rûde, lê di bara peywendiyên Turkiya û herêma Kurdistanê de bi rastî eve pir giringe, ji berku ev yek dibe nîşanek ji bo Kurdên Turkiya û hevkariya di navbera Turkiya û Kurdên îraqê de, ji aliyekê din ve ev peywendiye ji bo aramiya deverê pir giringine bi taybet ku dê li dawiya sala 2011 hêzên Emrîka Îraqê bi cîhêlin, wate gereke hewl bidin tevî Turkiya bigehin rêkeftinekê berî ku hêzên Emrîka derkefin".

Lê pirofîsor Îhsan Bal weke sitratîjnasek vê pirosêsê bi awayekê din dinirxîne û çareseriya pirsgirêka Kurdî pir bi girink di zane, di daxuyaniyekê de ji bo Gulan weha axivî: helbet ev pirse gelek giringe, ji berku dema pirsa Kurd tê pêşkêşkirin çend aliyên giring xuya dibin, ji wan aliyan ewe ku hejmarek pir ya Kurdan alîgirên AKP ê ne û deng didin AKP ê, ji aliyekê din ve hejmarek Kurdan heye ji nîva dilê xwe alîgirên partên Kurdî yên mîna BDP ê ne, xwast û îrada siyasiya Kurdan paş helbijartinan dê li ser çewaniya arastekirina pirsa Kurdî biryarê bidin, lê li vir pirs ewe gelo Turkiya bi rêyên têgehiştina demokratî û encamên helbijartinan dê pirsan arastebike, yan jî bi rêya şer û dijwariyan dê pirsgirêkan gengeşebike? Li vir bi ya min Erdogan û roşenbîrên xwe û roşenbîrên Kurd û Turk dê pirsgirêkan bi awayekê têgehiştina du alî û demokratî gotûbêj bikin, ez di bînim ku Turkiya dê siyaseta 8-9 salên borî dombike, mina fêrbûna zimanê Kurdî li xwêndingehan, tevî bicîkirina hin tiştan daku pirsa Kurdî bi awayekê demokrasî û dualî û têgehiştin were çareserkirin. Di heman dem de bi çi awayî hember dirustbûna dijwariyan razî nabe, ji ber wê ez piştrastim ku bi karanîna hêzê hember çi giropan sernagire, serbarî vê yekê bi ya min piraniya Kurdan jî dê deng bi AKP ê den, ev jî ji ber ku mirov xwedî mêşke û haydare û temaşe rewşê dikin û hevberiyê di nav helbijartinan de dikin. Raste kêmasî heye, lê di dawiyê de her yek rêya dirist dizane û li ser dimeşe, lewre îro piraniya Kurdan bi awayekê rast hizrdikin, ne tenê li rojhelat belku li tevaya Turkiya, pirsa BDP ê û PKK ê ji ber wê heye ku ne gehiştiye astê têgehiştina siyasî ji bo arastekirina pirsgirêkan gelek caran gav ji bo dijwariyan tê havêtin, pirsa din ewe ku ew xwe tevî Kurdên Îraqê hevberdikin, Kurdên Îraqê ji rewşa Îraqê mafperwerin û ta îro bi awayekê baş xwe birêvedibin. Di demekê de eger Turkiya demokrasî tir û dewlemendtir bibe weha dê rewşa hemiya baştir bibe, lewre Erdogan cudakirin kir di navbera pirsa Kurdî û têgeha BDP ê di bara pirsa Kurd de û herwesa PKK ê jî ku rewşê ber bi xerabiyê dibe. Kurdistana Îraqê nimûnek berçave ji bo tevaya Kurdan ku di karin bê dijwarî hemû tiştekê bi destbêxin. Di heman dem de li Turkiyê gelek derfet hene ku Kurd bikarin di berjewenda xwe de bikarbînin, dijwarî û şere nerêya yekaneye. Di salên 1980-1990 dijwarî hebû, lê îro Turkiya di qûnaxeka din de ye û em dikarin Kurdistana Îraqê bikin nimûne ji bo Kurdên Turkiya û Erdogan û hikûmeta AKP ê, ji aliyekê din û di bara peywendiyên Turkiya û herêma Kurdistanê de, bi nêrîna min peywendiyên Turkiya û Îraqê herweha tevî herêma Kurdistanê li ser yek rêne û ez piştrastim herdu alî asayîkirina peywendiyan berçavdibînin. Lewre li ser vî binemayî û nêrînê Turkiya li ser asta hikûmetê û dewletê û civakê bizavek mezin encamdide daku peywendiyan tevî Kurdistana Îraqê dirustbike, eger seredana Hewlêr yan Duhok yan her bajarekê din yê Îraqê bikin dê bînin ku di vê barê de têgehiştinek du alî heye, herweha herdu alî li benda tiştên baştirin û ev têgehiştine jî dê berdewambe lewre bi ya min peywendiyên Turkiya û Îraqê di salên dahatî de dê her berdewam bin".

Helbijartin û endametiya Turkiya di yekêtiya Ewropa de

Eger AKP ê karî destnivîsa rastvekirina destûr ji perlemanê derbasbike û bêxe ber rêfrandomê, û wek xuya ku piraniya welatiyên Turkiya dê rastvekirina destûr erê kin dema ku erê kir eve dê bibe gavek mezin ji bo çûna nav yekêtiya Ewropayê, di vê barê de me pirs ji pirofîsor Metîn Haper ragirê kolîja zanistên civakî li zanîngeha Bîlkint li Enkere kir wê ji Gulan re got: " bi ya min AKP ê dê piraniya dengan bi destxe û dê bikare bi tenê hikûmetê pêkbîne. Turkiya di berê de welatekê demokratiye lewre bi niyaze gavan ji bo nava yekêtiya Ewropa pavêje. Ji aliyekê din de pirsa endambûna Turkiyê di yekêtiya Ewropa de heza hemû aliyekêye, lewre di vir de giring nîne ka çi part di helbijartinan de serbikeve belku ya girin ewe ku hemû part û alî dixwazin Turkiya bibe endama yekêtiya Ewropa û her partek bizavkir ku Turkiya bike endama yekêtiya Ewropa ew part li cem xelkê jî partek baş û serkeftiye".

Lê pirofîsor Rîçard Hêrman bi dur dizane ku Turkiya bibe endam di yekêtiya Ewropa de û dibêje ev yek ne tenê girêdayî rastvekirina destûre, belku li ser astê Ewropa baykutkirnek ji bo endambûna Turkiyê di yekêtiya Ewropa de heye, di bara wê baykutkirinê de weha ji Gulan re axivî: " berhengarîkirina Turkiya bo nava yekêtiya Ewropa pêtir girêdayî bandûra abûriye, ew jî ji ber hebûna hêza karê erzan li Turkiyê, ku niha Ewropa tûşî pêleka koçberiyê ji bakûrê Efrîqiya buye ji ber wî şerê li Lîbiya û şoreşa Tunisê. Ev jî rewşê aloz dike û ji bo yekêtiya Ewropa çetine ku wan bandûrên abûrî berçav werbigire, ev serbarî ku yekêtiya Ewropa bi sedema wê qeyran û daşkana abûrî û pirsên dibine sedem li Espaniya û Prtugalê hey ku dixwaze xwe jê xelasbike. Di vê barê de bi ya min niha yekêtiya Ewropa mijole ku ewa hey biparêze bi taybet li deverên yoro, yekêtiya Ewropa giringiyê niha bi firehkirina sînûrên xwe nade, wate endamnebûna Turkiyê di yekêtiya Ewropa de pêtir girêdayî yekêtiya Ewropaye ne girêdayî Turkiyaye, lê niha Turkiya rolekê cêyopolîtîkî yê giringtir ji berê heye, ez hizir dikim ku ew guhartinên cêyopoletîkî di mawê 16 ta 18 mehên din de rûnbibin, pêtir dê ji bo Kurdan xuya bibe ku gereke peywendiya û rêkeftin tevî Turkan bikin, ji berku cîrositratîciyeka din tune, ji bilî xweşkirina peywendiyan tevî Turkiya çi karên baştir ji bo Kurdan tune, çunkî zehmete êdî Kurd pêtir canê xwe bêxin metirsiyê ji bo bi destxistina mafên neteweyî ku çi welatên derekî jî li pişta wan nînin. Bi ya min kesanên durhêlane hizir dikin dizanin ku ew kes bizavên xwe ji bo tiştek ne mumkin têxin kar, eger berî deh sala xewna Kurdan bidestxistina serbixweyek temam bû niha ew xewne gelek zehmete, renge di demekê nêzîk de bibe tiştekê mehal ".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top