• Friday, 03 May 2024
logo

Helbijartinên Turkiya û pirsa Kurdan.. gelo ev helbijartin wê Turkiya bike endama yekîtiya Ewropa

Helbijartinên Turkiya û pirsa Kurdan.. gelo ev helbijartin wê Turkiya bike endama yekîtiya Ewropa
Siyaseta Turkiya ya vekirî û gelê Kurd di wê welatî de tuşî hind tengasî û berbestan dibe, ta welêhatiye ku ew vekirine cêgîr nebe û domneke, îro ew welat hember helbijartinek çarenivîskiye, hev dem digel wan guhartinên rojavaya Erebî û rojhilata navîn vegirtî çavdêrên siyasî bi giringî temaşey van helbijartinan dikin, di nava Turkiya bixwe jî de pêşbaziyek dijwar di nava part û namzatan de heye bi taybet dinavbera partên deshelatdar û opozisyon. Pirsa Kurd û dengdana Kurdan di nava vê hevsengiya sîyasî de cihê gengeşê û giftûgoyek mezine, bitaybet piştî ku nêrînên siyasetmedaran di rijdin ku ev helbijartin wê bibin çareseriyek ji bo tevaya wan kêşên navxwe û nîvdewletî yên Turkiya bas lê dike, ji wan ( çarenivêsê demokratiyê û endambûna Turkiya di yekêtiya Ewropa de, destûra nû, pirsa Kurd).

Paş helbijartinan çi guhartin tên holê?

Hikûmeta Turkiya li jêr navûnîşanê vekirina deokratya civakî û siyasî, vekirina rêya Kurd destpêkir, herçende çavdêrên siyasî hizir dikin ev vekirine gavek ne cêgîre û radîkale berdewame, ji bo zanîna vê rewşê û şirovekrian vî babetî gereke li destpêkê pirs bikin, paş helbijartinan dê çi guhartin rûdin? Di bersiva vê pirsê de pirofîsor Omer Çaha got: biya min di bara parta deshelatdar û partên opozisyon de guhartinên weqas mezin nabin, weke di hin rapirsiyên tevgir de ku li hemû Turkiya tên encam dan dê AK partî li ser deshelatê bimîne, CHP jî dê ji cara din pêtir dengan bidestxe,lê eve çi guhartina di bara CHP ê de peydanake, lewre ev rewşa niha ya deshelatê û opozisyonê weke xwe dêbimîne. Renge BDP pêtir dengan bîne û hejmara endamên xwe di perlemanê de zêde bike, Li vir gereke em bizanin paş helbijartinan wê çi rûbide? Pirofîsor Omer di bersiva vê pirsa me de got: bi ya min ev helbijartin wê hinek tiştan têst bike, ji wana karên AKP ê yên ku ji destpêka hatina xwe ji bo ser deshelatê dike erê gelo karê wan li cem xelkê karek qebûle. Li vir eger AKP ê pêtir ji 45% ji dengan bidestxistin weha xuya dibe ku gelê Turkiya bi karê AKP ê raziye. Tiştê duyem ku babetek pir germe ji bo ecindeya Turkî babetê Ergenekone ji ber vî babetî xelik bûn du beş hind dibên ergenekon heye û hind jî dibên nexêr ergenekon tuneye. Di vê barê jî de ta niha hikûmetê qerebûyek weha jî nedaye, di encama helbijartinan jî de ji me re derdikeve ku eger AKP ê gelek deng birin eve wate civak bi germî temaşey vê yekê dike, xala sêyê pirsa Kurdane, wek hûn agehdarin hikûmetê li jêrnavûnîşana vekirina demokratiya civakî û siyasî vekirina rêya Kurd destpêkir ev vekirine cihê daxêye gelek radîkal û cêgîr nebû, lê çend gavek havêtin û xuyakir ku gereke pirsa Kurd bi rêyên demokratî were çareserkirin û eve jî bûye sedema peydabûna hin pêşbîniyan di nava hindek texên civakê de lewre partên opozisyon weke CHP û MHP ku siyaseta xwe li ser wê bihêz dikin ku AKP bi vê vekirina rêya Kurdan wê welat bike du beş. Ev jî her dîsa dê ji me re xuyabike xelik çawa pêşwaziya siyaseta AKP ê dikin û piştevaniya vê vekirinê dikin, xelkê Turkiya derbarî van hersê pirsan wêrekî piştevaniya hikûmetê dikin, piroja helbijartina ya AKP ê destûrek nû bixwevedigire, ev destûra nû ji aliyê demokratî û siyasî xuya dike ku AKP ji îro şûnde wêrektir gavên xwe wê pavêje. Eger em temaşey helbijartinan bikin ka dê çi bê guhartin, eger AKP bikare piraniya dengan bidestbêxe wê helbijartin bibin sedema pêtir demokratî bûna Turkiya û gavên wêrektir wê bên havêtin.

Turkiya pêdivî bi destûrek nû ye ku ji aliyê perlemaneka nû were dana

bi nêrîna hin kesan ev elbijartine giringin ji bo yekalî kirina hin pirsan, lê biyawan ev hêlbijartin çi guhartinên binaretî peydanakin, weke Bilind Kênêş pispor di biwarê Turkiya de gotî:" bi ya min ev helbijartine zor giringe ji bo demokratiya Turkiya û biyavê demokratîbûna Turkiya têxe piraktîkê, hevdem dibe destpêkirina deravekê ku berya niha rawestayî mabû, bi ya min ev deravê rawestayî û netemam tê guhartin ji bo hinek tiştên bijare, lê di van helbijartinan de birastî çaverê çi soprayzekê nînim, weke hûn haydar bi awakê teqrîbî û li gor rapirsiyan ev helbijartine çi guhartinên mezin çênakin û her dê deshelata yek part be ku ew jî AKP e".

Di vê barê de pêtir axivî û got: herwek hûn haydarin Turkiya di van 4 salên borî de ji aliyê demokratiyê ve pêşbaziyek zehmet derbazkir. Ev pêşbaziye demogratiye ji bo guhartina sîstemê saziyan û olîgarş ew sîstemê li ser dawxwaza desteyeka rêveber û olîgarşî pêkhatibû ku bi sîstemek mêlîtarî û texek taybet dihatnaskirin, ev sîsteme hat guhartin ji bo sîstemek sîvîl serbixwe demokratîtir, ev pêşbaziya guhartinê hin temam nebûye eger demokratiya Turkiya gehişt standarta Ewropa û cîhanê eve karek pir giringe, bi ya min ev helbijartine wê van guhartinan temam bike. Helbet ji bo guhartina sîstemê berê bo sîstemekê nû gereke destûrek nû hebe, ev destûra nû jî ji aliyê perlemanek nû tê danan û inşaela piştî 12 xizîranê wê bas li destûrek nû werekirin.

Li 2015 rojamên xweş li pêşiya gelê Turkiyane

Piştî helbijartinan gereke perlemantar gavên cidî û piraktîk ji bo destûrek nû pavêjin ne tenê destûrek nû, weke Murad Gokhan serokê civatên Diyarbekir û Amedê ku ji bo gulan axivî û got: " helbet ev helbijartine pir giringe wê guhartinên baş dirust bike pêşiya her tiştî wê hêz û deshelata serbazî kêmtir bike, eger ew rêjeye 10 ji sedê nebe, da pir baştir û demokratîtir be, ji berku niha ev rêje dengên xelkê biherwenaçin belê ji bo yekê din diçin, eve weke dizîna tiştekiye nek çi dî, helbet giringtirîn armanc di van helbijartinan de destûrek nû ye ku paş helbijartinan wê bê danan, ev jî jo bo demokratiya Turkiya pir giringe û bi ya min di helbijartinên 215 de rojên xweş li pêşiya mene.

Piştî helbijartina xweziya Turkiya di astê civakî û di astê tevlîbûna yekêtiya ewropa de?
Wate hemû alî rijdin li ser wan guhartinên ji encama hlbijartinên vê carê yên Turkiya tên holê, eger guhartin jî rêjeyî bin ku girnigtirîn guhartin destûrekê nûye û endambûne di yekêtiya Ewropa de, tevî ku pir axivtin li ser çûna Turkiya ji bo nava yekêtiya Ewropa maye, ji ber ku peywendî bi pirsa Kurd û pirsên azadiyê ve heye, ya dilxweşker ewe ku civak amadeye ji bo van guhartinên binaretî renge paş helbijartinan dubarebûna Turkiya ji b nava yekêtiya Ewropa bêkirin, bi ya pirofisor Omer Çaha: piştî rîfrandoma 16 eylola 2010 li cem gişt aliyan xuyabû ku Turkiya pêdivî bi desturek nû û saziyên sivîl û serbixwe heye, lewra dikarim bêjim ku pêşbînîyek cidî di nava civakê de dirust buye, di aliyekê din de ev babete yek ji wan pênç babetên ku AKP ê soz li ser dabû, lewre peşêmanbûn piştî wê radeyê niha Turkiya di bara destûrê de gehiştiyê, ku nayê baskirin. Lê dikarim bêjim destpêkeke ji bo destûrek nû, lê sebaret beşa duyê ya pirsa we gelo eve destpêkeke ji bo endambûn di yekêtiya Ewropa de, bi nêrina min ya kesî nexêr, eve ne destpêke,ji ber ku her ji derketina AKP ê ji 2001 ê were yek ji giringtirîn babetên wê endambûn di yekêtiya Ewropa daye, belku yek bû ji du babetên here giring ku ji ber wan deshelat wergirt û gavên cidî hafêtin û karî Turkiya bigehîne asta ku mizekerên endambûna yekêtiya Ewropî bidestxe, lê paşan ji ber sedemek nediyar ev mizekede hat rawestandin, paşî Turkiya gavên weha bilez ji bo endambûn di yekêtiya Ewropa de nehavtin, tiştek din jî heye renge ji ber hindê be ewjî ku Ehmed Dawod oxlû li sala2002 bû wezîrê derve yê Turkiya û bizavkirina dirustkirina Turkiyayek cîhanî bû ji aliyê abûrî û siyasî û civakî û keltûrî û tevaya aliyên din, eve pêdivî bi berheviyên baştir heye ku Turkiya li 2023 li benda vê armancêye, hinek dinava AKP ê de jî hene yekêtiya Ewropa weke berbestekê li ber singa Turkiya dibînin, ez nizanim ka ev yek di nava AKP ê de tê gengeşe kirin yan jî na, lê wisa xuyaye nêrînek dinava AKP ê de heye yekêtiya Ewropa weha dibîne, di vê barê de yekêtiya Ewropa jî ji dema wê muzekerê ve gengeşê li ser komek tişta dike û vedikin û digirin gereke hinek tiştên radîkalî bên kirin helbet ev jî pêdivî bi demekê û raftarek taybet heye û hindek ji van tiştan di demek kurt de bandûra xwe li ser hin texek civakê heye û renge ev bandûre metirsiyek be ji bo parta deshelatdar di dema helbijartinan de, ev jî renge ji egerek din be, lewre di vî alî de AKP ê lezatiya xwe kêm kir û biyamin biryara dadgeha yekêtiya Ewropa derbarî pirsa Serpoş û Leyla Şahîn, bandûrek nîgetîf li ser AKP ê hebû, ji ber ku ew hîvî xwazbûn ku bikarin komek pirsa bi rêya yekêtiya Ewropa çareserbikin, lê herî kêm jêre xuya bû ku nikarin pirsa serpoşê di rêya yekêtiya Ewropayê re çareserbikin û di vê barê de yekêtiya Ewropa bû sedema nehêlana omêda texa konsêrvetîva Turkiya, ji aliyekê din rûbibûbûn tevî Elmaniya û ferensa û zêdebûn û belavbûna neteweperistî û dijatîkirina Ewropa. Ev jî bûne sedema kêmbûna heza Turkiya ji bo yekêtiya Ewropa. Ev jî bi awayekê xuya di hikûmetê de tê dîtin di vî barî de ev helbijartie nedestpêkeke ji bo endam bûna Turkiya di yekêtiya Ewropa de û dikarim bêjim pir zehmete ji niha ve em bikarin tiştek pir hûr û xuya sebaret yekêtiya Ewropa bêjin.

Bilind Kênêş serbarî ku ew hizir dike ev helbijartine soza destûrek nû dide ku ji bal piraniya xelkê ve bê helbijartin, lê goman têdaye eger bi piraniya hind partên mîna MHP ê bêdanan ku ew bi aşkerayî hizir dike wê hinek tişt ji MHP werin recakirin ku hesta demokratiyê têde nebe û got: ez bi gomanim ku ev destûre bikare daxwazên xelkê pirbike û giringiyê bi demkratiyê bide, herwesa parta komarî ku xelik xistiye xizmeta ergenekonê û palpişta alîgirên wê dikin, nikare destûrek bidane ji bo tevaya aliyan bi mifa be. Hîvîdarim piştî helbijartinan partên siyasî bi CHP, MHP ê ve bikarin bi rêya piraniya dengan destûrekî dirustbikin ku xizmeta welatbike û bibe sedema pêşdaçûna serbixwe û aştî û azadiyê û bikare pêdiviyên kesan pirbike û bibe çareser ji bo pirsên nava civakê, bi ya min eve hîvîya hemû kes û aliyekê ye.

Helbijartin bê pirsgrêk nîne û nîşana pirsê jî li ser demokratiya Turkiya tê danan bitaybet piştî qebûl nekirina hejmarek kandîdên BDP ê, derbarî vê qebûlnekirinê Omer Çaha got: helbet eve Turkiya têxe jêr tawanê, pêtir ji biryarek yasayî eve biryarek siyasiye û hestek giştî di vê barê de dirustbû, wate li cem parêzeran û civakê û siyasetmedaran xuyabû ku eve biryarek siyasiye, bi ya min jî eve biryarek yasayî nebû , ji ber ku Turkiya sebaret BDP ê û pirsa Kurdan pirhestiyare, ku di biryarekê de 7 namzedên Kurdan ku ji bo BDP ê û ji bo Kurdan sembolin hatin dûrxistin, ez nizanim çima komîta helbijartinan ev biryare derxist gelo ji bo sûçbarkirina AKP ê ye yan jî birasta weke rûnkirina serok wezîran ji sedema nebûna peywendiyên dirust bû, ev rûdane du sê tişta ji me re dibêje, yekem ji bo me xuyadike ku bîrokrasiya Turkiya hêşta ji bo demokratiyê ne amadeye û hîna nikare xwe tevî demokratiyê biguncîne, ji ber ku li gor lojîka demokratiyê serbixweyî tiştek serekiye û sinûrdarkirin û kêmkirina estisnaiye, lê cihê daxêye eve di dadgeha Turkiya de diyarnebû û ferqûcudahî hatkirin xuyabû ku desteya bîrokratiyê ji bo demokratiyê neberhevin, dowem jî serokê komîta bilinda helbijartinan got: ku eve ji encama haydarnebûna komîta bilin û saziyên helbijartinên wê navçeyê peydabû, ev bi xwe pirsgirêkeke û di heman dem de jî ji mere xuya bû desteya bîrokrasiyê çend ji xwe raziye û ta peywendiyek têlefonî jî nake daku pirsgirêkê çareserbike, eve bi temamî ji mafên mirov derketin tenî li gor yasayê di çarçûvek fermî de kar dikin, ev fermîbûne hêzî didin bîrokratiya û wedike ji xwe razî bin û xweraî karbikin, lewre bi ya min gereke paş helbijartinan çaksazî di komîta bilinda helbijartinan de were kirin, ji ber ku di rêfroma 16 eylonê de Turkiya komek çaksaziyan di bara destûr û saziyên dadwerî û parêzeran de kirin, ewa niha em dibînin komîta bilinda helbijartinan li şûna dadgeha destûrî û saziyên dadvanî û parêzeran rûla xwe digêre, helbet eve jî buye rêgirek li ber Turkiya ji wê heyama bizava pêtir demûkratî bûnê dide û bizav dike saziyên demokratî bihêztir bike, helbet biya min gereke bi zûtirîn dem çaksazî di vêrê de werin kirin.

Lê Bilind Kênês nêrînek cûda hebû û biya wê komîta bilinda helbijartinan li Turkiya beşeke ji dadgeha bilind, raste di bara helbijartinan de berpirs û xwedî deshelate lê ser bi dadgeha bilinde, ta niha jî teviye û paş kodetaya serbazî em bihêztirîn û şarezatirîn û hêza me ji aliyê dadgeha bilind têdîtin, eve jî dadgeha bilind û dadgeha bilinda destûr û dadgeha bilinda dadvan û dadgeha bilinda temîzê bi xwevedigire. Ev komîte di astê dadgeha bilind daye û saziyek bilinde, ev jî wê nagehîne ku eger ser bi dadgeha bilind vebe wate dê biryarên wê hemû dadperwer bin, her çende dadgeha bilind di rojên nexweş û tengasî de hinek biryar û karên nerê derxistine, li vir merema min dadgeha bilinda kevne, komîta bilinda helbijartinan jî bi awayî dadgeha bilinda kevin kardike, lewre bi ya min ergenekon û saziyên din yên weke ergenekonê bandûra xwe li ser komîta helbijartinan heye, bi nêrîna min biryara wan bi temamî hevdijî demokratiyêbû lê supas ji bo xudê ku hesta demokratiyê di nava miletê Turkiya de weha bilind bûye ku xelkê li seranser Turkiya helwîst hember wê biryarê hebû di encam de ew biryar hate ji navbirin. Helbet ez weke welatiyek û demokratî xwazek pir dijwar nerazîbûna xwe hember wê biryara komîta bilinda hlbijartinan derdibirim, lê di heman dem de pir dijwar nerazîbûna xwe hember bi derfet zanîna vê biryarê ji aliyê BDP ê û PKK ê derdibirm, ku wan ev biryare bi derfet zanî û xelik azirand bi ya min ev herdu reftare temamkerên hevin û ew saziyên tûndûdijwariyê dikin, xwedî helwîstên dijwarin ku rêxweşkerên dijwariyane, bi ya min ew hev temam dikin û ez bi tûndî nifira li herduyan dikim. Ziyanê van tiştan jî tenê ji bo welatiyên mina Egnc ê devra Bîsmîl ê ye.

Murad Gukhan serokê cemiyên Diyarbekir û Amedê ew biryara komîta bilinda helbijartinan bi biryarek nerê û nedemokratî wesifkir û got: " her ji destpêkê me di rûnkirinên xwe de belafkir ku em vê biryarê qebûlnakin û gereke komîta bilinda helbijartinan ew maf nebe ku nûnerên xelkê ji helbijartina derbêxe, eve biryarek gelek şaşbû ev biryare wedike ku xelik derkevin ser cadeyan û biçin çiya, me bizav ji bo baykutkirina vê biryarê kirin taku li dawiyê ew ji biryara xwe lêvebûn û eve bû dersek ji bo demokratiya Turkiya.

Kurd di hevsengiya partên siyasî yên Turkiya de

Wek me li destpêkê gotî dengê Kurdan di van helbijartinan de giringe bitaybet eger deng nedin AKP ê, ka ta çi rade dê bandûrê li ser AKP ê bike, bi nêrîna pirofîsor Omer Çaha dengên Kurdan pir giringin di bara dengdana Kurdan ji bo AKP ê û BDP ê got: " dengên Kurdan herweke texên din gelek giringe, cihê daxêye em nikarin dengê Kurdên dervey navçê têst bikin, tenê em di rêya endamperlemanên BDP ê de dikarin van dengan têst bikin ev jî xwêndinek rast û dirust nade me. Wate em nizanin Kurdên Îstenbolê çend dê dengî bi BDP ê din û dê çend dengî bi AKP ê din, lê li gor migirtîkên me pêtir ji 2 milyon Kurdan li Îstenbol dijîn ev jî pire û dibe 4% lê ev denge hemû ne ji bo BDP ê ne di helbijartinên borî de BDP ê karî tenê yek endam perleman ji dengên Îstenbolê dirust bike, em tenê dikarin dengên parêzgehên ser bi navçeya têst bikin ew jî ne li hemû parêzgehan. Bo nimûne em nikarin dengên Orfayê têstbikin yan yên Adîyemanê ji berku li Adiyemanê baykuta rêfrandomê nekirin wate xelikê pêgirî bi briyara BDP ê nekir, her ji Diyarbekirê bihêlekê taku Agirî ku 10 parêzgehan bi xwevedigire di van helbijartinan de dê bînin ka dê çi li wir rûde, bo nimûne di helbijartinên borî de AKP ê pêtir deng ji BDP ê li wan deveran bidest xistibû, lê ev biryara komîta bilinda helbijartinan bû sedema azirandina xelkê wan deveran û paşî ev biryare hate vekêşan, ev yek ji bo BDP ê pêtir alîkare, herdîsan bi ya min şer û pêkdadanên niha di navbera PKK ê û artêşa Turk de dê dengên BDP ê pirtir bike ku beriya demekê 7 kes li Tuncelî hatine kuştin û operasyon tên pêkanîn, eve dê bibe sedem xelik berê xwe bide BDP ê, lê gereke ji bîra nekin ku xelkê piştevaniya BDP ê dikin 30% ta 40% ye nêzî 60% ji xelkê wê deverê piştavaniya BDP ê nakin. Helbet BDP di helbijartinên borî de tinê karî ji bo dirustkirina giropekê hinek endam perlema bidestbêxe, lê divan helbijartinan de tê texmînkirin ku BDP ê 30 endama bidest bêxe, ev jî pir giringe ku bi nûneratiyek bihêz li perlemanê rûnin, ji ber ku destûra nû têdanan û pirsgirêka Kurd jî yek ji pirsên here giringe di vê destûrê de. Lewre dibêjim pir giringe BDP bi nûneratiyek bihz têkeve perlemanê.

Di vê barê de bi ya Bilind Kênîş çi tişt nîne bi navê dengê Kurd, dengê Turk, dengê Laz, Dengê Çerkez bo nimûne ez kesekê Turkim û di mala min de Kurd jî hene hevjîna birayê min Kurde û hevjîna xalê min jî Kurde, hevjîna min Çerkeze, li vir em hemû welatiyên Turkiyane û dengê me hemuyan wek yek giringe, lê ji aliyê dabeşbûnê de Kurd xwedî 10% ji dengane ji vî alî de dengên Kurdan jî pir giringe, dîsan berhevbûna wan jî di perlemanê de pir giringe, ji aliyê demokratî jî ve bi nêrîna min namzatên serbixwe yên BDP ê pir giringin, ji ber ku helbijartina lîsta AKP ê yan BDP ê li dev min watayek pir girin nade, belku ya giring helbjartina wan namzatên serbixwene yên bi awayekê dirust nûneratiya xelkê xwe dikin, eve ji aliyê demokratî ve pir giringe ji ber ku eve dibe sedema bilindbûna astê demokratiyê, negiringe ka ser bi kîjan partêye, bo nimûne biryara baykutkirina rêfrandoma 12 eylûlê ji aliyê BDP ê ve biryark bû ne di berjewenda demokratiyê de bû, vê yekê jî em xemgîn kirin, ji bilî her tiştî ne giringe namzat ser bi çi partekê veye madem dibe sedema pêşxistina demokrasiyê.

Kurdan li Turkiya deng dabe kê ew hatiye ser deshelatê

Lê di hember de nêrînek heye ku dengên Kurdan bi yekalîker nadanin, Murad Gokhan serokê cemiyeta Diyarbekir û Amed di bara dengên Kurdan de got: Kurda li Turkiyê denk bi kê daye ew hatiye ser deshelatê. Bo nimûne eger ev rêjeye nebaye niha BDP xwedî 100 perlemantara baye helbet AKP neçardibû tevî BDP ê hevpeymanî dirustbike. Wate bê Kurdan nikarin deshelatê wergirin, herweha hejmarek baş ji perlemantarên AKP ê jî Kurdin. Xelik dengî didin namzetan ev jî kar dike ser BDP ê lê bandûrek kême.

Di dawiyê de Murad Gokhan got: di rastî de eger rê li sedem û gavên dijî demokratiyê û nedirustiyê di helbijartinan de neyên girtin, dê AKP ê dîsa dehelatê bibe û çi guhartinên weha di helbijartinan de nabin, tenê ya giring ewe gelo MHP ji wê rêjê pêtir bîne Eger karî weha ji bo demokratiyê pir başe û dê em hemû bi hev re destûrekê nû danin û bi xweşî jîn, lê eger AKPê bi tenê destûr dana dîsa gereke mafê kêmîneya were parastin, ji berku demokratî wate parastina mafê kêmîneya.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top