• Monday, 06 May 2024
logo

Fîlma li ser hunermendê kurd Ehmed Kaya derket pêşberê temaşevanan

Gulan Media November 19, 2020 Hunerî
Fîlma li ser hunermendê kurd Ehmed Kaya derket pêşberê temaşevanan
Fîlma derhêner Ganî Ruzgar Şavata ya ser jîyana hunermend Ehmet Kaya di 13'ê Mijdarê de li 700 sînemeyên Tirkîyê derket pêş temaşevanan.

Fîlmê bi navê “Du Çavê Min Ehmet” hem jîyana Kaya dide ber çav, hem jî bi taybet li ser şeva xelatkirina wî disekine ku di 10'ê Şubata 1999'an de Komela Rojnamevanên Magazîn xelata serketinê dabû wî.

Kaya di wê şevê de behsa mafên Kurdan kiribû û hember wî reaksîyonên tund hatibûn nîşandan û ew dû re hatibû desteser kirin.

Kaya piştî gef û êrîşan mecbûr mabû ku ji Tirkîyê derkeve û here Fransa.

Ganî Ruzgar Şavata ji Dengê Amerîka re axift û ragehand, di fîlmê xwe de wê şevê wek şeveke reş bi nav dike û dibêje: “Ez vê şevê wek şeva magazîn nabînim, wek şeva reş dibînim. Ehmet Kaya ser jiber gotinên xwe yên ser Kurdan ji alîyê hunermend û sîstema Tirkîyê ve hat lînç kirin. Ev jibo min bû kuleke mezin. Min jî xwest ku bila ev şev careke din were ber çavan.”

Senaryoya fîlmê ku 110 deqe ye, ji alîyê Şavata, Gonul Oztur, Îlker Bariş ve hatiye nivîsîn û rola Ahmet Kaya jî ji alîyê Ozgur Tuzel tê lîstin.

Şavata da zanîn ku pirtir ji 3000 hezar fîguran û ji 100’î zêder lîstikvan hene û nêzîkî 100 xebatkarên paş kamerê xebitîne.

Şavata bal dikşîne ku ew di dema çêkirina film de rastî gelek astengîyan hatine.

“Dema me xwest vî fîlmî çêkin gelek astengî derketin pêş me. Ehmet Kaya ne malê kesekî ye, ew nîrxê hemû civakê ye. Tevî hemî astengîyan me di sala 2018'an de dest bi kişandina fîlm kir û di dawîya sala 2019'an de ew qedand.”

Basnews
Top