• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Almanyayê Kovara Şeva Yelda bi Kurdî – Almanî dest bi weşanê kir

Gulan Media October 27, 2020 Hunerî
Li Almanyayê Kovara Şeva Yelda bi Kurdî – Almanî dest bi weşanê kir
Komeleya Civaka Kurd a Rhein-Main li eyaleta Hessen a Almanyayê kovara bi navê “Şeva Yelda” derxistiye bi Kurdî – Almanî dest bi weşanê kir.

Kovara Şeva Yelda ku bi edîtoriya Fatma Şeker û redaksiyona Buşra Delikaya ye, ji aliye kadroyek ciwan ve li bajarê Offenbach am Main a girêdaya Frankfurtê tê weşandin.

Di nav nivîskarên kovarê de, Dîlan Tekîn, Dogan Bayram, Firat Erînç, Azad Saticî, Sercem Yildiz, Alî Firat Nehîr û Mesut Kizmaz cih digrin.

Kovar di hejmara yekem de bi dirûşma “Verliert nicht die Hoffnung, nach der Dunkelheit kommt das Licht / Hêvîdar bin, piştî reşê rewşen tê” xwendevanên xwe slav dike û di destpêkê de dê ji 6 mehan carekê bê weşandin

Di kovarê de ligel navdarên Kurd, li ser zimanê Kurdî, çand, dîrok û muzîkê gelek gotarên berfireh cih digrin. Herwiha di kovarê de helbestek bi nave ‘Verlorene Kinder’ (Zarokên Wendayî) ku li ser zarokên Kurda ji aliye Buşra Delîkaya ve bi Almanî hatiye nivîsandin û di nav Tirkan de bi metelokên dîdaktîk ve wek Nasrettin Hoca tê binavkirin ji karakterê Kurd Melayê Meşhûr jî metelokek cih digre.

Kovar bi temamî polîtikayeke kulturî daye ber xwe û ji 28 rûpelan pêk tê. Tevahiya nivîsan bi Kurdî û Almanî ne.

Fatma Şeker derbarê armanca wan de dibêje: “Kurdên li Almanyayê ji dayîk bûne û Kurdî nizanin, em dixwazin bi zimanê herî zêde jê fêm dikin wate bi Almanî, wan derbarê Kurd û Kurdistanê de agahdar bikin. Herwiha yek ji armanca me ew e ku ji Almanên dixwazin Kurdan û çanda wan baştir nas bikin bibin çavkaniyek.”

Kesên ku bixwazin xwe bigihînin Kovara Şeva Yelda dikarin bi rêya [email protected] peywendiyê ligel aliyên berpirs dane û bibib aboneyê kovarê.

Rudaw
Top