• Monday, 06 May 2024
logo

Nivîskarê navdar ê Kurd Kakemem Botanî koça dawî kir

Gulan Media October 25, 2020 Hunerî
Nivîskarê navdar ê Kurd Kakemem Botanî koça dawî kir
Nivîskar û siyasetmedarê navdar ê Kurd Kakemem Botanî koça dawî kir û termê wî li Hewlêrê tê veşartin.

Nivîskar û siyasetmedarê navdar ê Kurd û Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemem Botanî îro, 25.10.2020, di demjimêrên sibehê de koça dawî kir.

Malbata wî nivîskarê navdar ê Kurd ragihand ku termê Botanî dê îro demjimêr 13.00 bo Mizgefta Samî Gerdî li Hewlêrê bê veguhastin û piştre dê li Goristana Şêx Ehmed ku dikeve tenişta terminal bajar, dê bi axê bê spartin.

Kakemem Botanî ku îro li Hewlêrê koça dawî kir, navê wî yê temam Kakemem Fexrî Samî ye, sala 1937an li Koye ji dayîk bûye.

Herwiha Kakemem Botanî sala 1957an yekem pirtûka xwe ya ji corê çîrok belav kir û sala 1970an jî Yekîtiya Nivîskarên Kurd damezrand. Botanî yek ji endamên damezrêner ê Tevgera Edebî ya Riwange bû.

Bernameya Pencemor a Rûdawê li gel Kakeman Botanî;

Rudaw
Top