• Friday, 03 May 2024
logo

Bê bawerî di nava aliyên siyasî yên Îraqê de, pirosesa siyasî û pêkanîna hikûmetê leng kiriye

Bê bawerî di nava aliyên siyasî yên Îraqê de, pirosesa siyasî û pêkanîna hikûmetê leng kiriye
Wextê pirsa yekalîkirina postên wezarî yên hikûmeta Îraqê heman sînaryoya yekalîkirina sê postên serokatiyê dubare bike, çawa ji bo rêkeftina aliyên siyaî û yekalîkirina pirosa postên serokatî pêdivî bi destpêşxeriya berêz Mes'ûd Barzanî bûn, niha jî ji bo yelalîkirina pirosa postên wezarî pêdivî bi civîneka hevbeş di navbera tev pêkhatên Îraqê bibin, daku bi awayekê pêkkirin (tewafiqî) li ser ew an postan rêkbikevin, perlemantarê Turkumenî Mihemed Mehdî Beyatî li ser lîsta civata bilinda îslamî û biryarderê desteya serokatiya perlemênta Îraqê, derbarî rewşa niha di navbera aliyên siyasî û tijînekirina postên wezarî, di daxwuyaniyek taybet de ji Gulan re ronî xiste ser rewşa siyasî ya niha li Îraqê û got: "bi nêrîna min çavkaniya pirsgirêkan pirsa pêkanîna hikûmetê bû, ku di wê demê de pirsgirêkekê pir aloz bû, niha jî her aloz e, li hemû welatan eger dema hikûmet li ser binemayê tewafiqî pêk bê û hemû alî bikevin nava yek lîstê wê encam weha bin. renge berêz Malikî di pêkanina hikûmetê de serkeftîbe lê pir çetine bikaribe di rêvebirina wezaretan de serkeftîbe, ku bi awayekê tewafiqî hatine damezrandin. paş gengeşa 9 meha lê li dawiyê çareserî li Bexdayê nebû belku li Hewlerê û li ser destê berêz Mes'ûd Barzanî bû, lewre ev wê yekê nîşan dide ku pirosêsa siyasî li Îraqê pir aloz e. derbarî postên wezarî pirs ne li ser berbijarkirinê ye û ne li ser navaye, belku pirs vedigere hebûna hin sedemên din loma ta niha nehatiye çareserkirin, eger ew pirsgirêk nebane serokê hikûmetê bi riya 4-5 meha ev pirse çareserkiribû. vê pirsgirêkê aloziyek heye. bi giring dizanim li vir bas lê bikim, eger li bîra we be di pêkanîna firakisyonan de pirsgirêk hebû, heta paş pêkanîna firakisyonan jî hîn pirsgirêk mabûn, derbarî destnîşan kirina mezintirîn lîst û kîjan lîst serkeftiye. bi nêrîna min ev hemû pirsgirêk di dema were de pêdivî bi çareseriyeka destûrî heye. ji ber ku ta niha tu madên destûrî li ser vê yekê tune ne. di çi bend û madeyên destûrî de nehatiye hikûmet 9 mehan dereng bê damezrandin hinde dê bibe salek jî hîn hikûmet bi temamî pêknehatiye. di destûrê de hatiye yek meh paş encamên helbijartinan heye ji bo bangkirina endamên perlemantoyê, lê ew tişt di yek meh de nehat encamdan û li şûna rêyên destûrî rêyên tewafiqî hebûn. îro jî heman rewşe û heman fêlên şer'î ji bo çareserkirina hinek ji wezaretan hatiye danîn, bo nimûne di rewşa wezaretan de wekalet hatine holê, merema min ew e ku dibêjin filan wezîrê bazirginiye bi wekalet û ew yê navxweye bi wekalet ...tad. lewre li şûna rêyên destûrî ji bo yekalîkirina wan em dibînin fêlên şer'î ji bo wan dirust kirine".

Ew a perlemantar beyatî amaje pêkirî hebûna binemayên kûr yên bêbaweriyê di nava pêkhatên siyasî de nîşandide, lewre di berdewamiya gotina xwe de ji Gulan re got: "bê bawerî ne ya îro ye belku vedigere demekê kevin, her ji destpêka damezrandina dewleta Îraqê ta îro berdewam e, bo nimûne di dema berê de me bawerî bi deshelata Be's nebû ku hemû pere û samanê welêt di destê wan de bû, îro ew hizir tune lê ji ber ku opozisyona cuda cuda li Îraqê heye, ku di dema xwede hinek li vir bûn li Îraqê û bi hink aliyan ve girêdayî bûn û hinekên din li Emrîk bûn, hin li Ewropa jî bûn .....tad. bi nêrîna min ev berfirehî û hemerengiya nêrînan bûye egera dirustbûna bê baweriyê. li cîhanê di çi sîstemê de nehatiye ku hikûmetek ji hemû lîstan pêk bê, wek berêz Mam Celal jî di gera xwe ya pêşîn de gotî: "di jiyana xwe de min ne diye di pirosêsa siyasî de ez di hikûmetê de bim û di heman dem da jî opozisyon bim". bi nêrîna min di dahatî de, ev pirisgirêk wê were destnîşankirin û di destûrê jî de hatiye ku lîsta serkeftî dikare hikûmetê pêk bîne, bi ya min ji bo xolên dahatî wê lîsta vexarî were dest nîşankirin û ew lîst çi di nava perlemanê yan dervey perlemanê de firakisyon pêkanî be, ew ê rabin bi pêkanîna hikûmetê, ne wek niha ku hemû lîst xwe ew lîstên xwedî yek kursî jî di perlemanê de beşdarî hikûmetê dibin".

Derbarî pirsgirêka yekalînekirina berbijêrên wezaretê berevaniyê û wezareta navxwe û redkirina navên wan ji aliyê Malikî ve, Mihemet Beyatî ji bo Gulan ragehand: li gor pîzanînên min berbijêrê lîsta Îraqiye (Felah Ailneqîb) ku dibêjin berêz serokê wezîran ew berbijêr redkiriye, niha jî lîsta Îraqiye mijûlî berbijêr kirina kesekê dine ji bo wî postî, rastî îro çendîn nav hene, renge beriya ku bên pêşkêş kirin tevî serok wezîran rûnin û bihelsengînin, herwesa renge egerek hebe ji bo rêkeftinekê dinavbera lîsta Îraqiye û lîsta dewleta yasa li ser wezîrê navxwe yê berê Cewad Polanî û rêkeftin li ser berêz Ebdilqadir Ubeydî wezirê berevaniyê yê bere bê encamdan, û hin pêşinyarên din jî hene, derbarî redkirina hin navan ji aliyê malikî ve, bi nêrîna min bo wê vedigere îro li Îraqê pirsgirêkên ewlehiyê hene lewre nabe her kesê bê wezaretên Ewlehî werbigirin, gereke ew wezîr ji aliyê zelalî û şiyan û hişyariyê ji hemû aliyên din jî ve werin helsengandin, di heman dem de raste ku lîste navê berbijêrên xwe pêşkêş dikin lê ne merce bilokên siyasî pesend bikin bitaybet eger kesatiyekê hizbîbe. serbarî xizmeta wî, lê sedema retkirina malikî ji bo navê Cewad Polanî ew bû ku ew rabibû bi dirustkirina partekê di nava wezareta navxwe de, wate parta destûrî, lewre îro vê postê nadin wî, ji ber wê em hemû naxwazin wezîrê berevanî û navxwe ser bi çi alî û parta bin, yan jî bandûra partekê li ser hebe".

Ew tiştê din jî ku bûye çihê gengeşa siyasî pêkanina civata siyaseta bilind e, ku ev post daye lîsta Îraqiye daku pirsgirêk çareserbibe. derbarî wê ku biryar hatiye dan di nava perlemanê de deng li ser vê postê neyê dan. Beyatî got: "li ser vê pirsê retkirin tune, belku retkirin heye ku di nava perlemanê de dengdan li ser neyêkirin, daku li destpêkê bi tewafiqî pêkbê, paşî berêz Eyad Elawî dê rabe bi pêkanîna vê civatê ku birastî jî berê wî bi xwe pêkaniye û ji 3 yan 4 desthelatan pêk tê, retkirina hevpeymana niştîmanî ji ber wê yekêye ku çi maddek destûrî tune ku guncayî be tev civata siyaseta sitratijî, sedem jî ew e ku destûrê bas li wê civatê nekiriye, ev jî watayê nade ku Firakisyona Niştîmanî vê civatê reddike, belku merema wan ew e ku di perlemanê de nexin dengdanê sedem jî ewe ku ditirsin di perlemanê de dengên pêdivî bidestnexe".

Lezkirin di pirkirina postên wezarî de pêdivî bi lezkirina avakirina baweriyê di navbera pêkhatên siyasî de heye, sebaretî vê yekê perlemantarê lîsta Îraqiye Kazim Şemerî di daxuyaniyek taybet de ji Gulan re ev bare bi metirsî li qelem da û got: "bi pileya yekê, alozî û tengasî girêdayî nebûna baweriyê ne di nava qebarên siyasî de. eger baweriya hevbeş di navbera aliyên siyasî de heba da bawerpêkirin û rastgoyî jî hatiba holê, di bara kandîdê lîsta Îraqiye ji bo wezareta berevaniyê, di heman dem de bawerîpêkirin bo berbijêrê îtîlafê yê postê wezareta navxwe dirust be, û di encam de ne pirsgirêk û ne ev rewşa niha em têda dijîn dirust dibû. me sê berbijêr pêşkêşî serok wezîran kirin û wî her sê redkirin, her çende bi resmî rednekirine, lê wek me guh lê bûye di bêjin redkirine, eger em temaşey rewşê bikin dê bînin ku qeyrana nebûna baweriyê ne tenê dinavbera Îtîlafê û Îraqiye daye, belku ev qeyrane di nava pêkhateyên Îtîlafê bi xwe û pêkhatên Îraqiye û Kurdistanî jî bi xwe heye, me pêdivî bi çareseriya binaretî heye, ji bo dirustbûna rêzgirtinê hember nêrînên cuda û dirustkirina derfeta derbirînê, û hemû hevbeşbin di avakirina welêt de".

Lê derbarî vê pirsê perlemantara lîsta dewleta yasa Cenan Ebdulcebar Bersîm, xuyadike ji nava wan wezaretên mane helawêsta wezareta navxwe û berevanî giringin eger ew çarebûn yên din ne çetin in, di vê barê de di daxuyaniyek taybet de ji Gulan re got: "bi ya min ji wezaretên vala wezaretên ewlehî pir giringin, me guh lê bûye ku qebarên siyasî berbijêrên xwe hene ji bû wezaretên medenî, lê pirsgirêk li ser wan kesane yên wezaretên ewlehî werdigirin, ew jî divê qebarên siyasî li ser rêkbikevin û serok wezir jî razîbûnê li ser bide, ji ber ku serok wezîr kesekê peywendîdare bi helbijartina wan wezîran, ez dibêjim gereke qebarên siyasî lezê bikin û berbijêrên xwe ji bû wan wezaretan diyarbikin, ji ber ku rêvebirina wan wezaretan bi şûnkar (wekalet) ne pir kara û diruste, çunkî ew wezaret bêtir erik û berpirsatiyê bi stuyê xwe ve digirin, ev jî pirosêseka çetin e, ji aliyekî din ve em li ser pejirandina budca 2011 ê kardikin, ji ber wê bi ya min gereke qebarên siyasî lezê di pêşkêşkirina berbijêrên xwe de bikin, ji aliyekê din ve pirsgirêkek din jî heye ku ew jî serok wezîran daxwaz ji qebarên siyasî kiriye jinan berbijêr kin, lê ta niha ji bilî yekêtî niştîmanî Kurdistan çi qebarên din yên siyasî jin berbijêr nekirin e.

Derbarî redkirina Malikî bo wan navên hatine pêşkêşkirin me jê pirskir gelo ta çend vê peywendî bi Norî Malikî û ta çend peywendî bi şarezayî û jêhatiya berbijêran ve hey, di bersivê de Bersîmê got: bi ya min bê baweriyek di naxê qebarên siyasî de heye, ji ber ku ya ji qebarên siyasî tê dawxazkirin ew e ku berbijêrên jêhatî pêşkêş bikin, kesek be ku merc û saloxetên van wezaretan têde hebin, bi awayekê ku bibin cihê baweriya serok wezîran. wate pirs dikeve ser wan qebarên siyasî yên ku wan kesayetiyan berbijardikin. ji ber ku xelkê xwedî şiyan û şareza pirin, lê divê qebare wan kesan berbijar neke ku renge ew kes di astek pêdivî de nebe, her çawa be divê qebarên siyasî bizanibin ku dem derenge û ev gîrokirine ne di berjewendiya me daye, û divê ew wezaret bên yekalîkirin û bi esalet nek bi wekalet bên damezrandin.

Serbarî vê rewşa xeraba misrê û ewlehiya Bexdayê, D. Qeys Ezawî nûnerê hertim yê Îraqê li Komkara Erebî di daxuyaniyek taybet de ji bo Gulan tekez li ser girêdana lotka Komkara Erebî li dema xwe li Bexdayê kir, û retkir ku Emro Mosa destberdarî postê xwe bibe, navhatî tekezkir ku paş destberdarbûna Husnî Mobarek Emro Mosa rolekê bi bandûr li Misrê dê bigêre, derbarî destberdarbûna Mosa ji karê wî, Ezawî li Qahîre ji Gulan re got: (ez beriya hin rojan tev Emro mosa rûniştim, wî ji min re xuyakir ku ta ew gera xwe bidawî bîne ew ê serokatiya Komkara Erebî bike) helbet girêdana lotka Erebî li ew demê diyarkirî ku 23 adarê ye û dê li Bexdayê were girêdan, dê yekbe ji wan lotkên werçerxanek mezin bi xwe re tîne, bi taybet piştî wan guhartinên li detpêka vê salê li welatên Erebî rûdanî.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top