Hereketa Zimanê Kurdî desteya rêveberiya xwe ragihand
HEZKURD dibêje, “nasîna mafê Zimanê Kurdî ku li Tirkîyê ji alîyê bi milyonan Kurd va tê axaftin, dê nebe sedema perçebûnê, berovajî vê yekê dê bibe sedema pêkvejîyanê û xurtkirina bingeha demokrasiyê.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Hereketa Zimanê Kurdî, însîyatîvek sivîl û rewa ye û li dijî hemî cûreyên tundûtûjîyê ye. Û li ser bingeha yasayî û hiqûqî hatiye avakirin, daxwaza perwerdeya bi Zimanê Kurdî dike.”
Hereketa Zimanê Kurdî bang li hemû dezgehên neteweyî û navneteweyî, hemû hunermend, aktîvîst û zanayan [ hemû kesayetiyên mafparêz dike, ku piştgiriya wan bikin û dibêjin, “Em dixwazin bê zanîn, ev rêya ku me daye li pêş xwe, heger serbikeve dê bibe sedema aramî, aştî û jiyaneke dadmendî.”
Hereketa Zimanê Kurdî roja Yekşem 6ê Îlona 2020an di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Amedê yên Bakurê Kurdistanê bi fermî damezrandina xwe ragihandibû.
Li gor daxuyaniyê, Rêvebirîya Herketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji van kesan pêk tê:
Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî
Berpirsê Koordinasyona Navendî: Fevzî Bulgan
Berpirsa Karên Derve: Rûken Serhedî
Berpirsê Karê Dîplomatîk: Fethullah Elçî
Berpirsê Karê Hiqûqî: Abdurrahîm Gozegir
Berpirsa Ciwanan: Leyla Babosî
Berpirsê Ciwanan: Adem OK
Berpirsa Jinan: Zerya Dilsoz
Berpirsê Civakî: M. Said OZTURK
Endamên Rêvebirîya Navendî: Aydin Dere , Îbrahîm Sediyanî, Îrfan Amed
Naveroka daxuyaniya HEZKURDê bi vî awayî ye:
Ji bo rayagiştî ya rêzdar û endamên çapemeniya hêja.
Em îro bi saya çapemeniya kedkar, ragihandina rêveberiya hereketek sivîl û rewa, ya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) pêk tînin.
Tê zanîn ku cîhana îroyîn da, bişavtina çandî û zimanî nakokiyên di nava civatê da kûrtir û mezintir dike. Mafê Kurdan yên zimên, li ser bingeha mafên pirzimanî mafekî rewa ye û nîşaneya rengê demokrasiyê ye û li gorî yasayên Dewletên Yekgirtî jî mafekî xwezayî û rewa ye.
Li ser vê bingehê, nasîna mafê Zimanê Kurdî ku li Tirkîyê ji alîyê bi milyonan Kurd va tê axaftin, dê nebe sedema perçebûnê, berovajî vê yekê dê bibe sedema pêkvejîyanê û xurtkirina bingeha demokrasiyê.
Rêvebirîya Herketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bi van kesan pêk tê.
Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî
Berpirsê Koordinasyona Navendî: Fevzî Bulgan
Berpirsa Karên Derve: Rûken Serhedî
Berpirsê Karê Dîplomatîk: Fethullah Elçî
Berpirsê Karê Hiqûqî: Abdurrahîm Gozegir
Berpirsa Ciwanan: Leyla Babosî
Berpirsê Ciwanan: Adem OK
Berpirsa Jinan: Zerya Dilsoz
Berpirsê Civakî: M. Said OZTURK
Endamên Rêvebirîya Navendî: Aydin Dere , Îbrahîm Sediyanî, Îrfan Amed
Hereketa Zimanê Kurdî, însîyatîvek sivîl û rewa ye û li dijî hemî cûreyên tundûtûjîyê ye. Û li ser bingeha yasayî û hiqûqî hatiye avakirin, daxwaza perwerdeya bi Zimanê Kurdî dike.
HEZKURD bi hemî çîniyên civakî pêk tê û li ser hemî partî û rêxistinên siyasî ra ye. Ti armanca wê ya siyasî, îdeolojîk nîne û xizmeta ti îdeolojîyan jî nake.
HEZKURD hereketek medenî, rewa û çandî ye. Bi xwebexşan ango dildaran pêk tê.
Armancên HEZKURDÊ; fermîbûna Zimanê Kurdî, perwerdeya bi Zimanê Kurdî û vegerîna navên Kurdî yên çandî û erdnîgarî.
Em wek Hereketa Zimanê Kurdî bang li hemû dezgehên neteweyî û navneteweyî, bang li hemû hunermend, aktîvîst û zanayan, bang li hemû kesayetiyên maf parêz dikin ku, di vê rêya rewa da piştigiriya me bikin.
Em dixwazin bê zanîn, ev rêya ku me daye li pêş xwe, heger serbikeve dê bibe sedema aramî, aştî û jiyaneke dadmendî.
Ji bo raya giştî radigihînin.
Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD)
Rudaw