Li Hewlêrê hunermendekî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Îro danê sibê li Hewlêrê, hunermend Xidir Xoşnaw, ku hunermendekî gelêrî bû, canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên BasNewsê, Xidir Xoşnaw ev çend roj bûn bi Koronayê ketibû û li nexweşxanê hatibû razandin.
Hunermend Xidir Xoşnaw xelkê Hewlêrê bû. Wî di dawet û şahiyan û merasimên civakî de kilam û stran digot.