• Sunday, 05 May 2024
logo

Firat Uzun klîpa 'Hawar Dilo' belav kir

Gulan Media August 24, 2020 Hunerî
Firat Uzun klîpa 'Hawar Dilo' belav kir
Hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Firat Uzun, yekem vîdeoklîpa xwe ya bi navê "Hawar Dilo" bo cara yekem bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê belav dike.

Ev berhem ji gotin û awazên Firat Uzun bi xwe ye û Elî Heyder karê muzîkê jê re kiriye.

Klîpa "Hawar Dilo" li çiyayê Gare li Duhokê karê wênegirtinê jê re hatiye kirin û Grûpa Rûpak karê derhênanê jê re kiriye.

Naveroka wê klîpê behsa tenêbûna mirov dike.

Firat Uzun xelkê Bakurê Kurdistanê ye û niha li Başûrê Kurdistanê dijî û çalakiyên hunerî dike û "Hawar Dilo" yekem klîpa wî ye û berê bi vîdeo hejmarek berhemên xwe belav kirine.

Rudaw
Top