• Sunday, 05 May 2024
logo

Peykersazê Kurd ê peykerê Coronayê danîbû bi Coronayê canê xwe ji dest da

Gulan Media August 15, 2020 Hunerî
Peykersazê Kurd ê peykerê Coronayê danîbû bi Coronayê canê xwe ji dest da
Peykersaz Kurd Çiya Nazim Glî ku peykerê xweparêziyê danîbû, bi vîrusa Coronayê canê xwe ji dest da.

Çiya Nazim Glî xelkê Çemçemalê bû li Başûrê Kurdistanê û piştî hatina vîrusa Coronayê peykerek bo xweparaziya ji Coronayê jî danî bû.

Peykersazê Kurd li aliyekî daxwaz ji xelkê û li aliyê din daxwaz ji hikûmetê dikir ku agahdarê xwe û xelkê bin û nehêlin Corona henase li xelkê bibire.

Destpêka vê mehê daxwaz ji xelkê dikir plazma bi Beyara xwîşka wî ku tûşî Coronayê bûbû bidin lêbelê 4 roj berî niha xwîşka wî canê xwe ji dest da.

Glî ku nekarîbû beşdarî di merasîma bixakspartina wê de bike ji bo xwîşka xwe nivîsandibû, “Dayika Lavînê tekane, ez bi qurbana axa gora te bim, min nekarî bêm ser gora te jî.”

Çiya Nazim Glî jî berî 10 rojan bi vîrusa Coronayê ketibû û li mala xwe dihat dermankirin û piştî ku rewşa wî giran bû duh bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Lêbelê wî peykersazê Kurd ku peykerê Coronayê çê kiribû îro di demjimêrên sibehê de canê xwe ji dest da.

Çiya Nazim Glî berî 6 rojan li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kiribû û nivîsandibû, “Min bawer nedikir di jiyanê de tiştek hebe çok bi min bide danîn, yekem car vê Coronaya pîs çok bi min da danîn û ez westandim.”

Peykersaz Çiya ku 5 zarokên wî hebûn, derçûyê beşa Îngîlîzî bû li Koleja Bingehîn a Perwerdehî ya Zanîngeha Selahedînê û bi navê Mamosta Çiya dihat naskirin ku berî niha mamostetî kiribû.

Çiya Nazim Glî piştî hatine vîrusa Coronayê meha Gulanê peykerê xweparaziyê li Koleja Perwerdehiyê danîbû û navê wî danîbû “Peykerê Mertal”.

Rudaw
Top