• Friday, 03 May 2024
logo

Serxwebûna Başûrê Sûdanê û dawî anîn bi Saykis-Bîko

Serxwebûna Başûrê Sûdanê û dawî anîn bi Saykis-Bîko
Hemû nêrîn weha tînin ziman ku dê rêfrandoma Başûrê Sûdanê, parçekirina mezintirîn welatê Afrîqî û Erebî bîne qadê û dê ji daykbûna dewleta 193 ê li Cîhanê rabigehîne, rastiyek ji me re xuya dibe, ew jî dema welatek berhev nebû ji bo demokratiyê û bi hev re jiyanê lêktêgehiştina pêkhateyên cuda cuda di karên dewletê de, dê carenivîsa wê wek yê Sûdanê be, welatiyên Başûrê Sûdanê çi rojan şerxwaz û destpêşxer nebûn di dirust kirina şerê navxwe de, belku hertim hikûmeta Xertûm ê bi hênceta sepandina deshilata xwe û erebkirina xelkê ne Ereb destêwerdana Başûrê Sûdan ê dikir, wê demê jî Sûdan welatekî koloniyalî bû, Başûriya ta radekê dikarî karên xwe birêve bibin û awayekê serbixweya îdarî hebû, lewre alozî û dijwarî di navera Bakûr û Başûr de kêm bû, lê piştî sala 1956ê Sûdan serbixwe bû, ji nû Başûr li gel Bakûr hat girêdan û hikûmeta Xertûm ê bizavkir hemû azadiya Başûr bindest bike, ev jî temam wek me kurdan ku paş sala 1958 hikûmeta Qasim ji sozên xwe poşman bû û li 11 ey Eylola sala 1961ê şoreşê dest pê kir, Başûrî jî bi heman awa li sala 1958ê xwe berhevkirin daku hember bizavên hikûmeta Xertûmê bêdeng nemînin û daxwaza serxwebûnê kirin, li sala 1963yê ji bo bi destxistina daxwaza xwe dest bi xebata çekdarî kirin, lê mîna hikûmeta Îraqê ya berê hember şoreşa Kurdan, hikûmeta Xertûmê jî li sala 1965ê daxwaza danûstandinan tevî Başûr kir û ev danûstandin berdewam bû ta sala 1972ê, di encam de peymana Edîs Ebaba hat îmza kirin, di vê rêketinnamê de mafê otonomî dan Başûrê Sûdan, her wekî dema li sala 1970 hikûmeta Bexda rêketina Adarê li gel serkirdatiya şoreşa Eylonê Îmza kirî li gor wê rêketnnamê mafê otonomî ji bo Kurdistana Îraqê hat xuyakirin, lê mawê rêketnnama Adarê tenê 4 sal bûn dîsan şerî dest pêkir, bi heman reng rêkeftnama Edîsebab 10 sala vekêşa, di dema hatina Ce'fer Nimêrî de bo serok komarî yekser Sûdan ji vê rêketinamê poşman bû û çendîn xalên rêketnnamê têkdan û guhartin û bê bihakirin, her wekî hikûmeta Be's li sala 1974 ê rêketnnama Adarê bê biha kirî û otonomî yekser otonomiya kurdistanê kir otonomiyek kartonî, vêca ev yek nehat qebûl kirin û şer dest pêbû, bi heman reng Başûriyan jî li sala 1982 destêwerdana Ce'fer Nimêr qebul nekir û şer peydabû, lê şerê vê carê ji yê berê bixwînî tir bû û bo eger ku nêzî yek milyon ji herdu aliyan werin koştin, lê pirs li vir ew e gelo tevgera Başûr ji bo parçebûna Sûdanê şoreş dikir yan hîviya wan ew bû Sûdan bibe welatekê demokrat û fîdral û hemû welatiyên Sûdan bi Ereb û ne Ereb bi Musilman û Kiristiyan bê cudahî têde bijîn, lê dema tu rê neman û deshilata navendî ne amade bû bi rêya aştiyê kêşan çareser bike, amade nebûn ku welatekê kavil paş şerî ava bike û ji hemû aliyan ve werin pişt guh xistin, weha naçar dibin daxwaza serbixwe bûnê bikin û biryar bidin ku bi wê lojîka Sûdanê divê ew ne tu jiyane, di vê çarçûvê de eger bi awayekê giştî temaşey encamên rêfrandomê bikin. hemû kesan hest bi wê rastiyê dikirin ku qet welatiyên Başûrê Sûdanê deng ji bo man tevî Sûdanê nadin, belku dê deng ji bo cudabûn û serwebûnê bidin.

Di welatekî de eger demokratî nebe, rêketinên aştiyê tenê agirbestin

Serbûr û dîrûka şureşên kurdan em hînkirin ku tenê rêketin bi deshilata navendî re agirbesteka demkiye û xwe berhevkirine ji bo cengekê din, bi vexwêndina peywendiyên di navbera Sûdan û tevgera Başûrê Sûdanê bi tenê agirbestekê û xwe berhev kirine ji bû cengê bê ku pêdiviya hikûmeta Xertomê pê bû. ev dorhêl ji me re di bêje gereke ew akarên şerî ji reh û rîşalan werin deranîn daku aştî bê qadê, lewre niha Başûrî biryara serxwebûnê didin, biryara wan helkirina rehên şerê pêncî sala ne ku Bakûr û Başûr her du wêran kirine, derbarê vê yekê pirofîsor Kîlaton Tayin mamosta zanistên siyasî li zanîngeha Kîntakî û pispor di vekûlînên Evrîqayê û şerê navxwe yê Sûdanê, nêrîna xwe ji bo gulan derbirî û got: " ev rêfrandom ji ber çend egeran pir giring e, giringtirîn encam eger biser bikeve dê bibe mêxê dawî di tabloya hovanetirîn şerê navxwe û dê aştiyê li wê deverê peyda bike, ji ber ku gelek tevgeran li cîhanê dirûşma mafê carenivîsê bilind kirine, eger ev mafe çareseriyek baş be û ev cuda bûne serbigire û serketî be, helbet dê giringiya xwe ji Somalê û Kurdistanê jî re hebe, ez vê nabêjim daku ev dever piştgerim bibin, lê divê ev yek bibe eger ku ev milet jî bi zehmet tirîn tişt bikin, daku ew jî bi karin wê serxwebûnê bi dest xin, dîsan ez dê dubare bikim eger bi serketî bi rêve biçe dê bibe destpêkek, lê eger em temaşey hikûmeteka mîna Somalê bikin, em hikûmetek wiha li paytextê wî bi dest naxin ku em gengeşê tev wê bikin, derbarî kurdan, kurd li ser sê welatan parvebûne û kurdan çi tevgerên yekgirtî tunene, anku cudahiyên bineretî di navbera kurdan û Başûrê Sûdanê de hene, herwiha bi ya min kurdên Îraqê bêtir pêgiriyê bi otonomiyê dikin ne bi serxwebûnê, wate ew ne amade ne şerê serxwebûnê bikin, bi ya wan otonomî beşe".

Derbarî cudabûna Başûr ji Bakûr bi awayekê aştiyane ku tiştek dîrûkiye, pirofîsor Skot Geytis rêveberê navendê vekolînên şerê navxwe CSCW li Nerwîjê û pispor li ser şerê navxwe yê darfor û Sûdan û Başûr û Bakûrê Sûdan bi vî rengî nêrîna xwe ji Gulan re da û got: ev pirse her tim pirsek aloz bû, ji ber wê pir pirs derbarî eger û çawaniya dabeşbûna welatan tên holê, erê gelo bi awayekê aştiyane dabeşdibin yan na. mîrgeha Suwîd û Nerwîj hebû, li nerwîjê rêfrandomek ji bo cuda bûna Nerwîjê hat encamdan, li Suwîdê hin nerazîbûn serhildan, lê li dawiyê Nerwîj b awayekê aştiyane cudabû û Suwîdê jî tu pirsgirêk dirust nekirin, mînakeka din cudabûna Çîk û Silofakiya dema rê bi Silofakiya hat dan ku cuda bibe tu pirsgirêk çênebûn. lê pir nimûnên din hene ku dema girop û netewe û nawçe hebûn daxwaza cuda bûnê kirin di encam de çendîn şer peydabûn, ev jî ji bilî pirsên neteweyî pirsên din jî hene wek samanên siroştî wek Îraqê ku wê jî pirsgirêk li derbarî saman û destnîşankirina sinûr û çendîn pirsên din hene."


Pabend bûn bi encamên rêfrandomê û çêbeçêkirina sozên Beşîr

Piraniya çavdêrên siyasiyên Sûdanê û Efrîqiya û rojhilata navîn di wê bawerê dane ku Başûr deng ji bo serxwebûnê bide, lê metirsiya peydabûna dijwarî û aloziyan heye, di heman dem de serokê Sûdanê Omer Beşîr di seredana xwe de ji bo Coba paytexta Başûrê Sûdanê sozda ku pabendî encamên rêfrandomê bin û eger welatiyên Başûrê Sûdanê deng bo serxwebûnê dan, ew dê pîrozbahiyê lê bike, lê pira pir tê kirin ew e gelo ta çend Omer Beşîr dê bi soza xwe re pêgirbe, û dê soza wî rê li tûnd û dijwariya bigire? eve pirseke wê paş ragehandina encamên dengdanê derbikeve, derbarî vê pirofîsor Bêrin Yot mamostayê vekûlînan li rojhilata navîn û bakûrê Efrîqiya li zanîngeha Beyrotê ji gulan re got: "rêfrandom ji welatiyên Başûrê Sûdanê re pir giring e, ji ber ku sembola wî tiştîye yê wan helbijartî, çendîn salan di nava cengê dabûn niha dem hat ew dawiyê bi demên dijwar bînin, ez dibêjim destnişankirina mafê carenivîsê mafê wî xelkî ye, lê derbarî sozên Omer Beşîr, wî tu rêyên din neman, gereke ew palpiştiya maf û heza welatiyên Başûr bike, eger weha neke tu welatên dunyayê nabin piştevanên wî. ev tişt li sala 2005 ê hat xuyakirin, dema rêketina aştiyê îmzakirinî, hemû dunya piştgirî y li mafê Başûriyan dikin, Beşîr neçare piştgiriyê lê bike eger ne dê bi tenê mine û cihan dê pişta xwe bidê. ji aliyekê ve, cîhana Erebî bi taybet Sûdan dixwaze Başûr di çarçûva wê de bimîne, ew jî ji ber çavkaniyên samanê siroştî û petrola Başûrê Sûdanê. ji aliyekê din ve ew hez dikin bandûra wan li ser Başûr bimîne û paldanê bêxin ser û ayinê wan bighorin û bikin Musilman. lê welatiyên Başûr dixwazin li ser ola xwe bimînin û li wê derê azadî ji bo Musilmanan jî heye. lê çendîn sal e navçeya wan pişt guh havêtiye ew ê ji nû biryarê li ser pêşeroja devera xwe bidin. bi ya min Beşîr tu deshelat li ser Başûr nemaye û niha biryara wan di destê wan de ye, di heman dem de gereke em ji bîr nekin ku niha Başûr ji aliyê leşkerî ve bihêze eger Bakûr bi encamên rêfrandomê pêgîr neb, wê demê ceng dê destpêbike û helbet mîna şerên pêşin nabe".

Lê pirofîsor Kilayton Tayin ku taybetmendê siyaseta navxwe ya Sûdanê ye, nêrînek cuda li ser sozên Beşîr hebû, bi neçarî ji Gulan re got: "bi ya min serokê Sûdanê ne rastgoye, ez bawernakim Bakûr rê bide Başûr bi aştî cuda bibe, egera serekî jî hebûna neftê ye li wê deverê, lewre ji bo Sûdanê pir giring e, tenê daxuyaniya Beşîr karekê siyasiye, nizanim çima em baweriyê bi Beşîr bînin, Beşîr kesekî şerkere û ji aliyê dadgeha tawanên nîvneteweyî daxazkiriye, ez baweriyê bi wê daxuyaniyê nakem ta cuda bibe, her weha bo min chihê sersomanê ye, divê em li bendê bin ka çawa ev kesê cînosayîd encam danî dê reftarê tevî encamên rapirsiyê bike, tênagehim çawa ji dest dana nîva welatê xwe bi yek parçeya Sûdanê wesif dike, pirs ew e pir serçawên petrolê li Başûr hene çawa hikûmeta Bakûr dikare sûd ji wan serçawan werbigre, bi ya min ev pirsgirêkek mezine".

Tevî ku heya niha ji bo Başûrê Sûdanê navek nehatiye danan lê berî çend mehan li raporek di malpera Waşinton de hatibû belavkirin ku yek ji navên helbijartî bo wî welatî dewleta Nîl e ji berku rûbarê Nîl di wî welatî de derbaz dibe, ev rûbar dikare bibe çavkaniya ewlehiyê ji dewleta taze re û di heman dem de metirsî heye ku dewleta taze bibe beşek ji şerê ava Nîl ku tê çaverê kirin li dahatû rêbide, derbarî giringiya Nîl ji Başûr re pirofîsor Sikot Geytis nêrînên xwe ji gulan re dan û got: "bi dirêjiya dîrûkê rêketinên avê aramiyê peyda dikin, Hindistan û Pakistan 4 ceng hebûn, lê rêketina dola Hindistan ê aramî peyda kir, şerekî mezin di navbera herdû welatan de rûda lê peymana avê têk nedan, niha gelek gengeşe li ser rêketina av parêziya Nîl hey, parastina vê rêketnnamê niha pirsekê belave gelo ev rêketine bi hatina dewletek nû her dê bê parastin yan na? lê bi rengekî giştî gereke rêketina avê neguhor û cêgîr be, xwe eger di demê ceng jî de be".

Wate divê rêketina ava Nîl bê parastin her ji ber vê Misir damezrandina dewleta Başûrê Sûdanê bi tirs nizane, bo tekez kirin li ser vê pirsê pirofîsor Bêrin Yot di dirêjiya daxuyaniya xwe de bo Gulan got: " pêdivî bi serhildana pirsgirêka nake. gereke hemû welat li ser rewşê razîbibin û bihev re rûnin û çavkaniyan parvebikin, li sala 1900ê hat îmzakirin û misir bi xudanê hemû çavkaniyên Nîl dazanîn. lê bi borîna demî hemû welatên li ser Nîl bi hev re rûniştin û ava nîl di nav bera xwe de parvekirin, hîviya mezin jî ew e ku tu pirsgirêk rûnedin, ji ber ku ew welat hemû xwediyên ava Nîlin û gereke bizanin çawa parvekin. li dawiyê jî di bêjim her bila pişt bi mafê mirovan ve bê girêdan, bila derfet ji xelkê re hebe ku nêrînên xwe bi rêya sindoqên dengdanê derbibrin, ez li vir dixwazim rêzgirtin hebe ji bo biryara welatiyên Başûrê Sûdanê".

Pilana Saykis-Bîko ji bo parçekirina welatan, ne tenê navçeya rojhilata navîn û Afrîqiya girtine, belku nexşê siyasî yê rojhelat û naverasta Ewropa jî beşek bû ji wê pilanê, di sala 90 an de ji sedê bûrî destkarî li ser nexşê Saykis-Bîko li Ewropa hat kirin û hinek netewan xwe ji dewletan cuda kirin, li destpêkê gelek welat tirsiyan ji wana Emrîka ku destêwerdana Saykis Bîko bibe sedema têkdana Ewropa, lê berovajî rêgirtin li wê destkarî kirinê bû sedema şerên etenî yên xwînî wek Yugislafiya berê, niha Başûrê Sûdanê jî heman biryar dide, helbet destpêkek erênî ji bo destkarîkirina rojhilata navîn û Efrîqiya derdikeve holê, serxwebûna Başûrê Sûdanê tirsa dirustbûna dewletên nû li cem Emrika û welatên mezin li cîhanê nehêle, ku wan hizir dikir dirust bûna welatekê nû û guhartina sinûran dê bibe sedema têkdana ewlehiya cîhanê, û êdî tu netewe bê mafê dewletbûnê namînin.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top