• Friday, 03 May 2024
logo

Rewşa lêborînê û bi hev re jiyanê li herêma Kurdistanê keltûra neteweyekî nîşanî cîhanê dide

Rewşa lêborînê û bi hev re jiyanê li herêma Kurdistanê keltûra neteweyekî nîşanî cîhanê dide
Bi hev re jiyan û li hev borîna civakî pêdivî bi keltûra lêborînê heye di navbera ol û neteweyên cuda cuda di nava civakê de, eger civak bi xwe xwedî keltûra lêborînê û bi hev re jiyanê nebe pir bi zehmete yek bikare vê keltûrê di nava civakê de biçîne, lewre nebûna keltûra lêborînê mezintirîn pirsgirêke ji bo civaka navneteweyî bi taybet li wan welatên ku pirsên etnî û fereneteweyî û olî hene. hemû ew tûnd û dijwariyên ji egera etnî û olî di nava civakan de rûdidin, dîsan egera rûdana wan nebûn yan lawazbûna keltûra bexşîn û lêbûrînê ye di nava civakê de, bi hev re jiyan di wê demê de ramana xwe heye dema ku aliyê kêmîne danpêdanê bi aliyê piranî bike mîna birayê mezin û birayê mezin ji wan wek birayê biçûk qebûl bike, cihê dilgiraniyê ye di vê dawiyê de li başûr û naverasta Îraqê Kiristiyan rûberûyî hêrişên hovane û dirindane bûn û neçar bûn ku cihê xwe bihêlin û qesta herêma Kurdistanê bikin, ku li gor dawîn serjimêrên li ber destê me ta niha ew komîta ji aliyê hêja serok Mes'od Barzanî ve hatiye danan ji bo pêşwazîkirina birayên Kiristiyan navê 180 hezar welatiyan nivîsaye ku dibe nêzikî 7000 malbatan, hatine herêma Kurdistanê û hemû bizav hatine kirin daku pêdivîyên wan werin dabînkirin, helbet tevî ku herêma Kurdistanê berheviya xwe nîşanda ku pêşwaziya jimareyeka pirtir bike, lê dîsan ew tundûtîjîya dijî birayên Kiristiyan li navçeyên din yên Îraqê tê kirin, bi bûyerek metirsîdar dide zanîn.

Çend keltûra lêborînê ji bo bi hev re jiyanê di navbera ol û netewên cuda cuda giringe, helbet nebûna wê jî hind metirsî û ziyane, derbarî çawaniya avakirina keltûra lêborînê, Gulan ji bo vê raportê ji pirofîsor Sintiya Êç Îlno mamostayê geşepêdana navneteweyî li zanîngeha Kilarik û xwediyê pirtûka Kêşên etnî û geşepêdana siyasî pirs kir, derbarî vê pirsê navhatî ji Gulan ra axivî û got: "kiltûra lêborînê rêyeka çarekirinê ya pir pir pozetife ji bo bi hev re jiyanê, di heman dem de bi ya min ev tiştek pir zehmete, lewra avakirina keltûra lêborînê demeka dirêj dixwaze û pêdivî bi demek pir heye, ne tenê kar ji aliyê deshelatê ve were kirin belku gereke kar ji aliyê hemû kesên civakê jî were kirin, wate divê karekê mezin û bizavek pir were kirin ji bo bicihanîna vî karê bizehmet.

Bo nimûne ew kesên ez nasdikim ku berê li Yogislaviya dijiyan û bizava avakirina keltûra lêbûrînê dikirin, dibêjin pirosa avakirina keltûrê lêbûrînê bizehmet tirîn tişte lê bi berhemtirîn piroseye, çunkî xelik dikare bi hev re rûnin û dinavbera xwe de bi peyvin. helbet me pir beşdarî di civîn û encamdana gengeş û danûstandina de nekiriye û em bizavê dikin xwe ji wan gengeşên aloz dûrbikin ji ber ku ew giftûgo me tûşî bêzarî û diltengiyê dike, lê ew tiştekê pêdivîye û gereke em dest pê bikin...

Bê goman qurbaniyên destê tûnd û tîjiya lêneborînê kêmîneyên etnî û olî ne, çendîn eger hene ji bo peydabûna kêmînan, helbet yek ji wan tiştên ku gereke werin kirin ew e ku divê xelik ji xwe bawer be û amadeyî li cem hebe daku bawer bikin ku ew jî xwedî hinek deshilat û taybetmendî ne, ji aliyekê din ve ne merc e aliyê pirane hest bike ku ew xwedî deshilat û imtiyazek taybetin. bo nimûne ez li vir li Emrîka mirovekê pûst sipî me û ez ji texa navînim, bavê min nojdar bû û diya min xwedî astekê başê xwendewariyê bû. ji ber wê ez hest dikim ku ez kesekê bextewerim û xwedî îmtiyazim, her çende ez ji mlbateka dewlemend nebûm lê ez di malbateka xwedî imtiyaz de hatime xwedîkirin. herwesa hinek ji kesanên kêmîne jî xwedî hinek imtiyazin, lê pirsgirêk ew e ku piraniya welatiyan dudil û dil tengin û hest dikin ku xwedî hinek imtiyazên biçûkin, kesanê civaka kêmîne hemû ne wek hev in hinek xwedî imtiyaz û xwedî kar û pêşe ne û hinekên din jî bê karin, hinek xwendewarin û dizanin bixwînin û binivsînin lê hinekên din jî nexwendewarin, bi rastî zehmete heta yek wek min bigehe wê baweriyê ku her yek xwedî imtiyazeke, lê pir giringe em bi xwe re dest bi giftûgoyan bikin û em bêjin gelo min çi imtiyaztek heye? eger me saluxetên xwe yên baş zanîn wê demê em ê bizanin ku her yek ji me ji bo texekê xwedî hinek imtiyaze, lê nabe mirov bibêje min çi tişt di vê jiyanê de tuneye û xwe bêzar bike, gereke her yek ji me danpêdanê bi rastiya hebûna imtiyazan bike û eger jî ew e ku her yek ji me beşeke ji civakê û xwedî imtiyazeke, çunkî her mirovek xwedî imtiyazekê ye û wê imtiyazê cêbecê dike. herçende danpêdan bi wê rastiyê zehmete lê li destpêkê ev baştirîn pêngave." her di vê çarçovê de û derbarî pirsgirêka nebûna lêbûrînê û metirsiya wê di civakê de pirofîsor Ronî Lîpşotiz mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha kalîforniya û rêveberê navenda cîhanî ji bo pirsên navneteweyî û herêmî, di daxuyaniyeke taybet de ji Gulan re axivî û got: "li destpêkê gereke em amajeyê bi fereh oliyê bidin, anko we cihek hebe ku pir ayin û ol lê hebin û girêdana olî li wir bihêz be eger hat û hevdijî di navbera olên wan de hebin wê demê dijwarî jî tête holê, dîsan eger olek li ser yekî were sepandin dê pirs aloz bibe, di civaka wîlayetên hevgitî yên Emrîka de ev nebûye çavkaniya pirsgirêkên mezin, her çende hinek caran dibe egera dirust bûna gîrûgiriftan. wate giringî di pirosa avakirina keltûra lêbûrînê de ye, divê danpêdan bê kirin ku olên cuda cuda bîr û boçûnên cuda cuda hene û ne di şiyan de ye ku olek diyarkirî li ser yên din were sepandin. ez dikarim bêjim eger ev yek hat famkirin renge xwe pêdivî bi keltûrê lêbûrînê jî nebe, lewre ev tiştek pir bi sanahiye dema ku xelik danpêdanê bi fere ayinê bike, her çende bi dest xistina vê jî ne bi sanahiye, lewre di dîrokê de jî gelek rê hene ji bû çareserkirina vê pirsgirêkê, yek ji wan rêya dirustkirina dewleteka nuye, lê ev ne çareseriyek temam e bitaybet li wan welatên ku giropên etnî û olî di nav hev de dijîn, me li Bosneyê dî dema bizava dirust kirina dewletek nû hatî kirin çi rûda, fere ayînî bi tenê ne eger e, ji aliyekê din ve fere neteweyî jî dibe egerê pirsgirêkan û li piraniya welatên fere netewe xwe li Emrîkayê jî aliyê piranî yan yê destbilind hizir dikin kêmîne metirsîne ji bo wan lê ez bi xwe qet tênagehim bû çi ew vê hizrê dikin, ne bitinê siyaset di destê giropên deshelatdar deye belku çavkaniyên saman û aborî jî di destê wan de ye, ew ditirsin kêmîne bikarin deshelatên siyasî û abûrî ji dest bibin.

Wate parastina mafê kêmîneyan tenê bi rêya yasayê bidest nakeve, belku di heman dem de gereke civak bi giştî hebûna giropa kêmîne yê ku xwedî rewişt û tîtal û baweriyên cuda pesend bike û bi çavkaniya metirsiyê danenin. pirsgirêka dirust di wê demê de tê holê dema paledestanên civakî û abûrî li ser giropekê tê kirin û rewşa wan aloz dibe. bo nimûne eger em li civaka Emrîkî temaşekin, em ê bibînin ku di aliyekî de tê hest kirin ku hatina koçberan, bitaybetî ji welatê Meksîk metirsiyê dixe ser rewşa aboriyê, wate ev ne tenê pirsek siyasî ye belku pirsek aboriye jî " di berdewamiya axaftina xwe de ji bo Gulan û derbarî wan karên tundûdijwarên niha li Îraqê dijî Kiristiyana tên pêkanîn, pirofîsor Lîşutiz bi neçarî ve dîtina xwe li ser vê pirsgirêkê xuyakir û got: "ev pirs e di mawê sed salên borî de berdewam bû, ku piraniya van welatan ji aliyê neteweyekî yan etnî û hinek caran ayinekî ve hatine kontirol kirin. bo nimûne em dikarin amaje bi cînosayda Ermeniyan bidin ku ne bûyereka nû ye, paşan diyardên regezperestî û cînosayid û derxistin û veguhastin û sergûnkirina giropên kêmîne ya berdewam bû, bi ya min heta ku netewek yan giropek baladest be û netewên din kontirol bike wê ev rewşe berdewam be, min dixwast ez geşbînbama lê ez nikarim bêjim ji niha û şûnde giropên pirîne wê hebûna giropên kêmîne qebûl bikin, dikarim bêjim xwe li Emrîka jî rewşeka nimûneyî ji bo vê pirsê tuneye, belku pirsgirêkek berçav heye, herçende ne wek pirsgirêka li Îraqê ye lê belê heye. bi ya min Kiristiyan li Îraqê bûne qurbanî hevrikiya di navbera Sunne û Şî'yan de, lewre bi her rengekî be bizava guhartina cihê xwe dikin weku hihek ber bi herêma Kurdistanê ve diçin, hinek Îraqê dêlin bitaybet ew ên vîza welatekî din werdigirin, cihê dilgiraniyê ye ev pirse li piraniya cihan rûdidin xwe di hinek civakan de ku berê qet ev pirsgirêke nebû niha peyda dibe bo nimûne di hinek welatên Ewropî de hin girop hene daxwaza derxistina musilmanan ji welatê xwe dikin".

Ciwantirîn gava ku di xizmeta lêborînê de di herêma Kurdistanê de hat havêtin û hemû xelkê jî bawerî pê heye biryara birêz serok Mes'ûd Barzanî bû ku di salên 90 ji sedê borî de biryar de ku herêma Kurdistanê herêmek fere ayîn û neteweyî ye û ji çend netewe û ayînên cuda cuda pêk tê û hemû netewe serbexwene û kes ne piraniye û kes ne kêmîneye, herweha ayîn jî hemû pîrozin û gereke rêz li hemû ayînan wek hev were girtin, peyva kêmîne li ser netewên kêm yan ayînên kêm nehîşt, berewpêş çûneka bê hempa bû di hikûmdariyê de serokek mîna serok Mes'ûd Barzanî ji bo cara yekê bû li ser astê rojhilata navîn serokekê neteweyî gavek wiha ji bo mirovatiyê bavêje, herwesa di havîna borî de dema hêja M. Barzanî li gor daxwazek fermî ji aliyê Serkozî ve çûye Firensa, berheviya herêma Kurdistanê ji bo Birayên Kiristiyan tekezkir, herwesa xuyakir ku herêma Kurdistanê bi başî pêşwaziya wan birayên Kiristiyanên ji naverast û başûra Îraqê koçberî herêmê dibin, dîsan paş hêrişên tund û tîj bo ser dêra Seyde Necat li bexdayê careka din serok Mes'ûd Barzanî amadebûna herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya birayên Kiristiyan tekez kir, derbarî vê berheviya herêmê ji bo birayên Kiristiyan pirofîsor Deyvîd Meysin mamostayê zanistên civakî li zanîngeha Notîngham di daxuyaniyek taybet de ji Gulan re got: "bi dîtina min gereke civata nav neteweyî biştevaniyê li herêma Kurdistanê bike. di civaka fere etnî û fire ayînî de bi rengekê nêzîkî fedralî reftarê dike û derbarî hinek pirsan xwedî şêwazekê otonomî ye, dîsan dikere dest bi pirosa aştiyê bike. helbet pêşwazî kirina Kiristiyanan jî nimonek ji vê rewşê ye, weha xuyaye ku pêkhatên herêma Kurdistanê di berhevin ji bo xwe bi hev re biguncînin û bi tebayî jiyanê bi dumînin, dîsan herêmê kariye otonomiya xwe biparêze û hevsengiyekê di navbera herêma xwe û bexdayê de bi afrêne. her ji ber vê yekê ez di wê bawerê de me ku ev tişteke ji aliyê civata navneteweyî tê piştevanîkirin, herweha civata navneteweyî giringiyê dide çarekirina wan pirsgirêkên di nava ol û ayîn û netewên cuda yên Îraqê, bi dîtina min gereke rêyek were vedîtin ji bo peyda kirina aştiyê, ne merc e em bikarin hemû aliyên hevdij kom bikin û aştiyê di nav bera wan de peyda bikin, lê divê li destpêkê bizav tevî giropên ayînî û etnî yên serekî were kirin daku bigehin rêkeftinekê û hevdijî û tund û tîjiyê di nav bera wan de nemîne, lewre gereke ev bikeve di nava çarçova ecîndeya karên civata navneteweyî daku aştî di navbera gelên Îraqê de peyda bibe" herweha pirofîsor Cênîver Pornîlî mamostaya zanîstên civakî li zanîngeha Kolombiya û pispor li ser pêkhatên Îraqê derbarî berheviya herêmê ji bo pêşwaziya Kiristiyanan taybet ji bo Gulan xuyakir û got: "herêma Kurdistanê bo nimûneyek û xuyakir ku hemû girop dikarin bi hev re û bi aştî û dilxweşî jiyan bikin. herêma Kurdistanê ji aliyê aborî û ewlehiyê ve pêşde çûye û divê ji bo parçên din yên Îraqê bibe mînak, ez hêvîdarim ku xelkê deverên din yên Îraqê werin herêma Kurdistanê û vê rastiyê bi çavên xwe bibînin, bitaybet ji Bexdayê bila werin ji ber ku demeka dirêje Bexda di dijwariyek mezin daye û rewşeka pir dijwar û aloz bi ser de hatiye ez bawerim ku aştî û bi hev re jiyan li bîra xelkê bexdayê nemaye, lewre ji bilî piştevaniya civata navneteweyî bi ya min gereke li ser astê navxweyî jî têgehiştin hebe û welatiyên parçên din yên Îraqê rewşa herêma Kurdistanê bibînin û bizanin ku çend bi bandûr û başe.... derbarî ku ew kesên hêrişê dibene ser Kiristiyana palderekê siyasî yê bi hêz li pişt heye. ew dizanin ku civaka Kiristiyan xwedî şiyan û behre û pispor û taybetmendin û xwedî karên taybetin, lewre wan divê kiristiyana ji welat derxin û dest bi ser karên wan de bigirin, kontirolkirina bizavên Kiristiyanan di biyavên aborî û siyasî de, tiştekê pir xerab e, başe eger hat kar û kargeh û kompanî û dezgehên hikûmetê di destê hinek kesên bêşiyan û neşareza de bin û binezanînî birêve bibin û ne ji hejî wî cihî bin wê demê hemû kes wê derdin û zererê bikin".

Pirofîsor Lîpşotzîş di dirêjiya daxuyaniya xwe de ji bo Gulan hember vê pêngava herêma Kurditanê got: "ez sitayiş û pesna van bizavan dikim û bi ya min herêma Kurdistanê di vî alî de piştevaniya derve bi dest xist, herweha bizavên herêmê daku diyar bike ku berûvajî beşên din yên Îraqê ye û lêborîna siysî heye, ji aliyekê din ve em dizanin ku Kurd mezintirîn giropê etnî ne ku ta niha bê parin ji hebûna dewleteka serbixwe, ke wate renge di vî alî de sitratejiyeka din di rê de be, lê her çawa be ez gelekî dilşadim ku min gulê dibe Kurdistan bi vî karî ra dibe".

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top