• Friday, 03 May 2024
logo

Xwandinek bo pirograma kongira 13ê ya PDK

Xwandinek bo pirograma kongira 13ê ya PDK
Erkê partên siyasî di civaka demokratîk û civaka totalîtarî de ji hev cudaye, di zanista siyasî de bi rengekê giştî tekez li hebûna partên siyasî tê kirin û wek beşek pirosa demokratîk tê hejmartin, her wek pirofîsor Bîrdo dibêje: (dewletên hevçerx wate dewletên partên siyasî) wate peywendiyek bihêz dinavbera dewletên hevçerx û partên siyasî de heye helbet xwezayê dewletên hevçerx xwedî sîmayekê demokratiye, weha ji me re xuya dibe ku jîngeha partên siyasî di dewletên demokratî de ji jîngeha partên siyasî yên dewletên diktatorî û totalîtarî cudaye, xuyaye di sîstema demokratîk de wergirtina deshelatê bi rêyên aştiyane rewştekê hikûmdariyêye, pirosa biryardanê bi rêya şêwirê ye, her ev yek jî dibe eger ku kongirên partan jî her di nava jîngehek demokratiyane de were girêdan, helbet part di civaka demokratîk de nikare kongira xwe bi nihênî yan daxistî li darxe, lewre gereke kongirên partan di van civakan de xuya û aşkira bin û xelik agehdarî giftûgo û mijara kongirê bin, îca çi di TV iyan de werin pexişkirin yan di belavokan de bên weşandin, lê di sîstema tevgir (şimolî) de berûvajî vê yekê ye, pirs li vir ew e gelo di van her du jîngehan de peywendiya di navbera part û welatiyan de peywendiyek pozetîv e? helbet di civaka demokratîk de, ji ber ku part di civaka demokratîk de li ser hinek binemayan diçe daku bikare bi rengek ektîv nûneratiya texek ji civakê yan berjewenda giştî ya welêt bike, wate partên siyasî pêdivî bi rengekê rêxistinê heye û yek ji binemayên berdewamên wê rêxistinê ew e her mawê çend salekan lêvegerînekê li karên xwe yên berê bike û mifayê ji taqîkirina xwe û rastvekirina xeletiyên xwe bibîne, herweha gerek e li xwe meyzekin û ji xwe bipirsin erê ew bernama em li ser diçin ji bo niha baş e erê çawa guhartina bikin?

Gelo ew serkirdayetiya qûnaxa çûyî wê her serkirdebin di qûnaxa bê de yan pêwîstî bi serkirdatiyek nû ye daku hinek şiyan û hizrên nû bikevin holê? bersiva van pirsan ji me re dibêje : (kongire rawestan û saloxedana rewşek partiyaneye ku ser ji nû partê li ser çiwar teweran pênasedike ku ew jî : rêkxistin, bername û hizra partê, serkirdatî, peywendiya di navbera partê û xelkê de, ev çiwar tewer e serekîne ku part bi rengekê asayî kongirê xwe li ser girêdide, lê nabe em pişt guh bavêjin ku partan rewşa lader jî heye ji bo girêdana kongirê, wek rûdana rewşeka nebaş, part rûbirû rewşek taybet bibe, di vê demê de part pêdivî bi girêdana kongirê heye, pêdivî bi gengeşê tevî endamên xwe heye daku bikaribin biryarekê derxin ku wê rewşa aloz çare bike, lewre jî em dikarin bi rengekê sade bibêjin kongire vegeryaneke li endam û binyatên partê), lê partên siyasî tiştek din jî heye pir cara part bi xwe nikare rewşê taze fambike, nimûne wek partên siyasî yên welatên post komonîst, pir ji partên siyasî li welatên post komonîst nekariye xwe ji rewiştê qûnaxa kilasîkî ya serdema komonîst qurtal bikin, lewre jî neçarbûn serkirdatiya xwe biguhorin, lê bi guhartina serkirdatiyê jî çareser nebû ji ber ku serkirdatiya nû jî her li jêr perwerda mejiyê rijêma totalîtara bû û wan jî nikarî partên xwe bikin cihê dav û daxwazên xelkê lewre partên wan di nav xwe de parvebûn, nêrînekê digot gerek part wek serdemê sîstema komonîst partên bihêzbin û nêrînek din heye dibêje pêwîste part demokratîk bin, dîsan nêrînek din heye dibêje greke part li gor imtiyazên xwe bigere, boçûnek din heye dibêje pêwîste part nemîne, bi van egeran partên siyasî yên wan welatan gehişt rewşek weha berbelav ku pir bi zehmet e bikarin berengariya wan aloziyên dikevin di rê de bikin, egera vê têkçûnê ew bû ku baweriya welatiya bi partan lawaz bibû, wan partan nikarîbû daxwaziyên xelkê berçav bikin, wan nikarî baweriya xelkê bi aydiyolojiya xwe ya nû bidestxin, lewre ev e bo eger li şûna ku parta xwe mijûlî çareserî kirina pirsgirêk û kêşên xelkê bike mijûlî çarekirina pirsgirêkên nava partê bibû, lê di hinek civakan de wan partan karî xwe biguhorin û berhingarî bûyeran bibin.
Di qûnaxa bilindkirina dirûşma demokratiyê ji bo piraktîk kirina demokratiyê di nava civakê de.

Di nava wan nimûnên partên siyasî de ew ên me amajepêkirî, sitayilek din yên partên siyasî heye, ku ev part mîna partek şoreşgêr ji bo bidest xistina sîstemek demokratîk dixebite û dirûşmên wan di qûnaxa şoreşgêriyê de her demokratiyane bû, lê pirs li vir ew e gelo ev parte dema di qûnaxa şoreşgêrî de gava ber bi demokratîkê ve dihavêjin çima tûşî berbestan dibin û nikarin di avakirina pirosa demokratî de serbikevin? ev pirs wedike ku em helwîsta xwe li ser şêwazê xebat û rûbirûbûna wê parta siyasî bidin di qûnaxa şoreşgêriyê de dema ku ew rûbirûyî diktatoriyetê yan totalîtarî bûnî, gelo wan çawa bizava guhartinê kiriye? helbet van partan bizavkiriye bi xebata çekdarî û bi rengekê req û tûnd zivir berengariya diktator û totalîriyetê bikin, ne bi şêwazekê demokratiyane, helbet siroştê partên şoreşgêrên pêş niha pêdivî bi rêxistinek bihêz û srkirdatiyek bihêz û nehênî hebû daku bikarin berhengarî tund û tîjiya diktatoriyetê bibin, ( ev yek ji bo wê demê şêwazek baş bû) her ji ber vê wana nikarî bi rengekê lîbralî bizava xwe ya şoreşgirî birêve bibin, lê dema ew mawe derbaz dibe û dest bi avakirina demokratiyê tê kirin em dibînin ku pirsgirêk têne pêş, ji ber ku rêxistina wan ji bu xebata çekdarî bû, lê pirs li vir ew e gelo çawa part dikare xwe ji vê kêşê qurtal bike û vê rewşê çareser bike? ji bo bersivdana vê pirsê em dibêjin yek ji alavên rastvekirina siyasetê partên siyasî ne, lewre gereke part vegere keltûra siyasî ya nû, wate keltûra demokratî û libralî, ev keltûre bi çend binemayan ve bend e wek (bendbûn bi mafên mirov, bawerî hebûn bi pirosa demokratîk û bîr û bûçûnên cuda, herweha bawerî hebûn bi pirosa şêwirê di dana biryaran de) pirofîsor Habirmas sebaret vê rewşê dibêje: ( gereke ew demokratiye şêwirdar be, wate beriya biryaran bidin bi endamên partê re bişêwirin) wate ferhenga azadiya derbirîna dîtina were nav pirograma partê û hemû endaman mafê derbirîna dîtina xwe hebe, ev kar di nava pirograma partan de bi rengê axaftin pir bisanahiye lê karpêkirin û piraktîk kirin zehmet û çetine lê zehmetiya wê ne weha ye ku em bêhêvî bibin belku me haydardike û binyatê vê dîsan ji bo rastvekirina siyasetê vedigere wate perwerde kirina mirovî di xêzanê de, me pêwîstî bi perwerdekê heye ku ji malê destpêbike û paşî were nava civakê, ji ber ku eger kesek di nava xêzana xwe de hînî perwerdek diktatoriyane bû nikare di nava civakê de bibe demokratîk xwaz, lewre eger dinava civakê de pirsgirêk bi şêwirê were çare kirin gereke di nava partan jî de bi heman reng be, li vir gereke em vegerin ser şêwazê partên sosiyal demokratî, ev parte hemû di dana biryaran de vedigerin pirosa şêwirê, lewre eger em temaşey kongirên partên sosyal demkrat bikin xwe eger nêrînên cuda cuda di nav bera endamên wan jî de hebin her kongirên wan serkeftîne, wate biryaran bi şêwirê derdixin, raste ev parte hertim di helbijartinan de bi sernakevin lê serneketina wan peywendî bi peykerê partiya wan ve tune ye belku peywendî bi rewşa giştî ve heye.

Erkê partî di dema bê de pir giran û zehmet dibe
Eger li ser vê bagrawendê em helwîstekî li ser kongira 13ê ya Parta Demokrata Kurdistanê bidin, ku niha komeka dîtinên cuda hene û çaverêya çendîn hêvî û omêda jê tê kirin, weha em dikarin dinava bernama wê de dîtinên xwe araste bikin nexasime ku bernama wê bernamek pir fereh û pir pirsan bi rengekê hûrbînî bi xwe ve digire, ew pirs jî erkekê pir giring e û pêwîstiyek pir mezin e ku partî ji bo qûnaxa bê datîne ser milên xwe, danîna bernamekê weha fireh ramana dide ku niyaza partî bicihkirina wê bernamêye, helbet niyaza bicihkirina pirograman pir giring e, lê pirs ew e niyaza partî ji bo bicihkirina wê pirogramê çawaye û li bere çawa wê pirogramê bicihbike? helbet partî dixwaze vê pirogramê bike pirograma hikûmetê dema di helbijartinan de baweriya xelkê werdigire ew ê bizava bicikirina vê programê bikin, em dikarin xuyatir bibêjin ku partî li ser deshilatê ye û dixwaze ji bo qûnaxa bê vê pirogramê bêxe kar, ev pirograma han pir aliyên siyasî û abûrî û civakî û bazirganî û weberhênan û kêşên gencan û jinan bi xwe ve digire, rewşa niha jî partî bi xwe pirsgirêk di van aliyan de heye û nêrîneka xuya û ron hember van pirsan tuneye, lewre piştî danan vê pirogramê partî wê nêrîneka xuya û zelal ji bo van pirsan dîne ber dest, ji me re tê gotin ku partî niyazek heye ku guhartinan di civakê de bike, helbet civaka me ew civake ku gereke rêformeka bineretî têde were encam dan, xuyaye ku rêforim jî peyvek ne nîgetîv e belku pozetîv e û em li ser haydariya wê hestdikin ku rewş gehiştiye astekê weha ku ev siyaset û mejiyê niha ne hêjayî bicihkirinê ye û civakê pêşnaxe, lewre li vir em tûşî pirsekê dibin ew jî gelo gereke em çi bikin? xuyaye bersiva vê pirsê ew e ku pêdiviye em guhartinan bikin, lê pirseka din peydadibe gelo em çawa dest bi guhartinan bikin? helbet gereke em ji binyat de dest bi guhartinên hizrî bikin, wate ji me re xuya bû ku êdî partî giheşte wê bawerê ku qûnaxa berê qûnaxa xebat û qurbanî dan û bergirîkirinê bû ew qûnax bidawî hat, ew jî qûnaxek pir giring bû eger ne ji wê xebat û têkûşînê ba ev deskeftiyên îro peyda nedibûn, lê niha qûnaxeka nû destpêkir, di vê qûnaxa nû de partî nikare heman siyaset û pirograma berê peyrewbike û dewletekî yan kiyanekî bi rêvebibe wate di vî bazinê de partî pêdivî bi bernamek têr û tijî û polîn heye, partî ketiye ber pir karan ku ne erkê partî ye belku erkê hikûmetê ye, tinê erkê partî ew e ku tevlî welatiyan be û baweriya wan bi dest ve bîne, lê pirs li vir ew e çawa part baweriya welatiyan bidest ve tîne? bersiv ew e ku baweriya welatiyan bi hizir û çarçovê hizrî û bi siyaseta dadperwerane bi destve tê. lewre giringe pirograma kongira 13ê pirogramek weha dîne û ya ji danana pirogramê girinktir bicihkirin û piraktîk kirina wê pirogramê ye, di biyavê cêbecêkirinê de du ast hene, yekem astê hikûmetê ku ev pirograme bibe pirogramê hikûmetê û dam û dezgehên hikûmetê bicihbikin, astê duyem astê cemaweriye ku kadirên partî baweriyê ji bo cemawerê xwe dirust dikin û xuya bikin daku xelkê bawerî bi wî bernamê ji bo paşerojê hatiye danan bînin û ne wek tiştekê rotîn werbigrin.

Pirograma kongira 13ê têgehiştina partî ji bo daxwaziyên xelkê
Bernama kongira 13ê ya parta demokrata Kurdistanê tevî wê ku ta radekê rengvedana pirsgirêkên xelkê ye lê di heman dem de nîşanderê partiye ji bo têgehiştina pirsgirêkên xelkê, çawa? ji ber ku her parteka siyasî bi nêrînên xwe temaşey daxwaziyên xelkê dikin, lewre dema ev bername tê bicihkirin wê demê wê derbikeve ka ta çi radê ev pirogram di qazanca xelkê de ye, lewre wek berê jî me gotî bizav û zîrekiya kadirên partî ji bo çêkirina baweriyê li cem xelkê pir giring e, lewre pêdiviye kadirên partî di dema bê de bikaribin milê xwe bidin ber karê dikeve ser milên wan, birastî eger kadirên partî di dema bê de li astê pêdivî nebin pir zehmete bikaribin wê pirogramê bicihbikin, li vir giringe li ser kadirên partî ji bo qûnaxa bê pir hişyar bin, helbet kadirên partî li ser her du astan çi ew ên diçin nav dam û dezgehên hikûmetê yan ew ên karên cemawerî dikin gereke çalak û bizvêner bin daku wê pirogramê bicihkin, lewre gereke partî di nava xwe de bernameke din yê rewşenbîrkirinê hebe .

Gerek e mêdiya hevkarên partî bin ji bo serxistina wê pirogramê
Giring e partî ji bo dema bê têbîniyên cuda li ser mêdyaya xwe hebe.

Gerek e biyav ji bo hizrên rexneyî were vekirin, lê rexneyek be di çarçova giştî de be, rexneyek be ji bo derxistin û berçvkirina kêm û kasiyan be û hikûmet û partî jî bizava çarekirina giriftan bikin, wate gereke medyayên partî babetiyane û rexneyî bin û neynika pirs û pirsgirêkên welatiyan bin, ji ber ku pir giring e medyayên partî bikarin dîtin û gazindên xelkê bi gehînin deshilata partî, rast e alavên din jî hene ji bo gehandina boçûna xelkê bo serkirdên partî mîna kor û civînên partan, lê medya yeke ji alavên lezgehandinê û divê di xizmeta daxwaziyên welatiyan de be. ev hema tiştê amaje danê ye ji bo rastiyekê ew jî ew e ku partî milê xwe daye ber karekê pêdivî yê mezin, ew kar jî bicihkirina pirograma nû ya kongira 13ê ye, xuyaye çêbûna wê pirgramê pir giring bû, ji ber ku ev qûnaxa nû pêdivî bi guhartinan heye û qûnaxek pir bigirûvekêş û milmilane ye, erkê partan pirtir bûye, ji ber ku part di deshelatê daye û deshilatê birêve dibe, lewre erkê partan hember welatiyan pirtir bûye û daxwaziyên welatiyan jî pir bûne û eger em bêtir ber bi rewşa abûrî ve biçin niha xelkê pêdivî bi jiyanek xweş heye, lewre ez hîvî dikim jîngeha kongira 13ê ya partî di astekê weha de be ku komeka biryarên giring bide û kongirek serketî be û bikare partî derbazî qûnaxek din bike.

Raport: D. Şêrzad Necar

Veguhastin ji soranî: Bijar Şêxmemî
Top