• Monday, 29 April 2024
logo

Ji hunermendên Rojavayê Kurdistanê vîdyoklîbeke balkêş

Ji hunermendên Rojavayê Kurdistanê vîdyoklîbeke balkêş
Hunermendên Rojavayê Kurdistanê, klîba xwe ya herî nû bi navê “Nazê Nêrgîza Hewşê” li tora civakî ya YouTube belav kirin, ku bi bi şêweya “capellayê” hatiye gotin ango ti amûreke muzikê nehatiye bikaranîn û têne dengên mirovan hene.

Vîdyoklîba “Nazê Nêrgîza Hewşê” ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye amadekirin û tekst ji aliyê Şervan Badinî vê hatiye nivîsandin û muzika wê Mehmûd Berazî çêkiriye.

Herwiha derhêneriya klîbê jî Şero Hindê kiriye.

Di strana Nazê Nêrgiza Hewşê de dengên mirov weke amûrên muzikê hatine bikaranîn ku ji wê şêweya jê re tê “capellayê” hate bikaranîn.

Vîdyoklîbê di heyama çend saetan de deng veda û ji aliyê gelek bikarhênerên medyaya civakî hat parvekirin.

Rudaw
Top