• Friday, 26 April 2024
logo

Li Rihayê ji ber zeviyê şer: Ciwanek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Li Rihayê ji ber zeviyê şer: Ciwanek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

 Li navçeya Xelfetiyê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatên ku xizmên hevin de şerê bi çekan derket û di encamê de ciwanek 19 salî canê xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn.

Li gor agahiyan ji ber pirgirêkên li ser zeviyan li taxa Hîlalî ya navçeya Xelfetiyê di navbera du malbatên ku xizmên hevin de şerê bi çêbûye.

Di encama şerî de 5 kes birîndar bûn. Tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

Birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelfetî, li nexweşxaneyê ciwanê bi navê Ahmet Erturk ê 19 salî tevî hemû hewildanên pizîşkî canê xwe ji dest da.

Bêyç ku hêjmara wan eşkere bikin, tê gotin çend kesên beşdarî şer bûne ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

 

Rudaw

Top