Her çend partên siyasî pêşvebiçin, hêza civakê karatir dibe
1- parta siyasî gereke xwe qenc amade bike daku bikare di nava wê pirosa giring (pirosa siyasî û pirosa binyatê demokratîk) de rola xwe bilîze.
2- ew rola parta siyasî dilîze vedigere ji bo hebûna bandora hêza civakî û pirbûna bizavên welatiyan, û herweha vedigere ji bo çawaniya beşdarbûnê di pirosa siyasî û dirust kirina biryaran di nav civakê de.
Ev du xalên serekî ku me bi rengekê giştî berçav kirin, çendîn pirsên giring di afrênin û pirsa serekî ji wan ew e ku dibêje gelo çawa parta siyasî xwe amade dike daku di pirosa siyasî û avakirina demokrasiyê de rolek giring bilîze? herweha erê gelo çawa parta siyasî dê karibin berhemê kar û reftarên wan ji bo avakirina demokrasiyê bin eger der encamên nesyasî û bizavên bihêzbûna civakê û lêbûrîn û hev qebûl kirinê peyda bikin? piraniya wan pirofîsorên di biyavê (rola partan di civaka demokratîk de û giringiya civakek demokrat ji bo partê) kardikin, bi taybet jî mîna partên siyasî yên welatê me (herêma Kurdistanê) ku li ser sîstema nûneratî û part nûneriya xelkê di perleman û dezgehên din yên welêt dikin, kesên di vê biyavî de pispor amaje dikin û dibêjin: " di sîstema demokrasiya nûneratî de û ji bo partên siyasî bi karê nûneratîkirina civakê rabibin helbet civakê pêdivî bi partên siyasî heye, lê gilî û gazindên xelkê û welatiyên civaka demokratîk ji partên siyasî ew e erê gelo partên siyasî rola xwe di nûneratîkirina welatiyan de dibînin? yan paşvemane û nikarin nûneratiyek baş bikin, helbet ev yek bûye eger ku gilî û gazindên welatiyan li ser partan peydabibin û dîtinek peydabûye ku têhizirkirin ku partên siyasî li şûna piştevaniya pirosa demokrasiyê bikin ziyanê bi pirosa demokrasiyê digihînin", lê li vir pirseka din heye gelo dema partên siyasî ji nûneratîkirina xelkê paşvedimînin erê em dikarin ji bo partan guhdar bimînin, yan em dikarin bi hebûna parta siyasî bizava avakirina demokrasiyê bikin? derbarê vê pirsê pirofîsor Kîns Olak serokê şîretkarê demokratiya nîvneteweyî (NDI) dibêjê: ''rastiya dîrûka du sedeyên borî ji me re xuya dike ku bê hebûna partên siyasî hebûna demokratiyê nabe, lewra dema baweriya xelkê bi partên siyasî lawaz dibe demokratî jî têkdiçe, lewra jî li ser me pêdiviye em sîstemê partayetî bi rengekê kûr û bihêz di nav pêkhateya civakek demokratîk de biçînin".
Ev bersiva Kîns Olak derbarî rola partên siyasî, çend rehendan bi xwe ve digire ya pêşîn xuya dikeû dibêje "di nav civakên demokratîk de û li nav wan civakên ku biryara demokrasî bûnê danî nabe baweriya xelkê bi partên siyasî lawaz dibe, lewra jî daku ev bê bawerî ye dirust nebe gereke sîstema partatiyê di nav civakê de were bicihkirin", di heman dem de ji bo diyardeya populîstiyane (gelerîzim) li welatên Emrîka Latîn û welatên post Komonîst li rojhelata Asiya û Efrîqiya ev e bersivek pir giringe û daxwaza we tê kirin ku gereke part û hikûmet ji hev werin cuda kirin, yan eger bêjin partên siyasî karê xwe temam bû û gereke serkirdên populîst cihê wan bigirin, cihgirtina populîstan diyardek herî xerabe di nav civakê de û dibe egera lawazkirina sîstema partayetî û dezgehan, û demokratîk di nav civakê de namîne, lewra jî piraniya pispor û taybetmendên pirosa demokratî û partên siyasî li welatên pêla sêyema demokratî tekezdikin û dibêjin tevî peydabûna diyarda populistî pirosa demokratî dikeve metirsiyê, daku ev metirsî nemîne gereke pêşî her aliyekî prtên siyasî gavan pavêjin û rexnê li xwe bigrin û bi eşkerayî kêmasiyan destnîşan bikin û di kongirên xwe de dîsan xwe ji bo pirosa siyasî û binyatê pirosa demokratiyê di nav civakê de amade bikin.
Partên siyasî û nûneratî kirin
Di nav civaka demokratîk de armanca partên siyasî ew e ku di pirosa helbijartinê de berbijarê xwe xuya bike û berbijarê wan di helbijartinan de biserbikeve û di nav perlemanê de bibe nûner yan jî postekê giştî yê hikûmetê bi rê ve bibe, wate ev pirogramê partên siyasî ne di dema helbijartinan de ne, lewra jî jiyan weha pêdivî xuya dike ku partên siyasî her heman şêwaz di jiyana navxwe ya partatî de bikarbine û helbijartinan di na partê de bike daku li gor xwasteka endam û cemawerê xwe berbijêran ji bo perlemanê û postên giştî yên hikûmî kandîd bike.
Pirofîsor Dêvîd Samwêliz mamostayê zanistê siyasî li zanîngeha Mînosotaw pispor di siyaseta partên Berazîl û Emrîka Latînî, me derbarî ku piraniy caran wek hevrikî û kêbirkêyek di karê partatî de û di nav civaka demokratîk de tê dîtin jê pirskir, di bersivê de derbarî vê pirsê ji gulan re got: "ev e pirseka pir zehmete bi ya min vê pirsê tenê bersivek nîne. bi dîtina min gereke welatî deng bi wê parta siyasî bidin ew a giringiyê dide hemo xelkê nek tenê taybet be bi parastina berjewendên giropekê. dîsan pêwîste li ser partên siyasî jî ku hemû bizavan bike daku cemawerekê pirtir ji xwe re dirust bike, ez ê ji we re vê bêjim ji ber ku em li welatên yekbûyî yên Emrîka ne welatiyan palnadin ji bo dengdanê, herweha piraniya welatiyan di wê bawerê dane ku siyaseta Emrîka li pêş tevlîbûna welatiya di prosa siyasî de rêgire, rengekê bê hîvîbûnê derbarê siyasetê li cem welatiyan dirust bûye, eger em temaşey nûvekirinên welatên yekbûyî yên Emrîka bikim em dê zanibin ka xelik çend ji sîstema siyasî ya Emrîka bê hîvî bûne. hinek ji welatiyan bizava guhartina sîstemî dikin lê hinekên din piştguh avêtine û ji hizraxwe derxistine. lê bi a min ku pir mîtod hene ji bo başkirina nûneratîkirinê. lewra jî pir giringe di pêkhat û siyaseta navxweyî ya partê de guhartin werin kirin. her partên siyasî pêdivî bi peykerek taybet heye, lê pir giringe partên siyasî rêkxistinê bikin, lwra ji hinek partên xwedî sistemê navendîne û hinek jî xwedî sîstemê nenavendîne. nizanim ka ev sîstema li Iraqê û derdora wê heye yan na, lê li hinek welatan bo nimûne wek Kostarîka ku endamê pelemanê tenê dikarin xoleyekê xebatê bike û paşî nikare xwe kandîd bike. ev kare jî pêdivî bi werçerxanek siyasî heye, ev jî ne werçerxanek pir mezine û pir zehmete, lê tenê ew e ku êdî her rengê berê di qada sîyasî de nabe û kes nikare hertim kontirola siyasetê û yasadananê û deshelata welat ji xwe re jêrdest bike".
Her di vê çarçovê de pirofîsor Îyarlis Kînî mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Oklahoma ku bispore li ser partên siyasî li welatên nûgehiştî, derbarî pirsa nûnratî kirina partan ji Gulan re dîtina xwe xuyakir û got: "di pir civakan de derbarî karkirina nûnerên partan ji bo berjewenda giştî yan ji bo berjewenda xwe ya taybet alozî heye, bi ya min ya ku em bikarin derbarî partan bikin ew e ku em tekezî li ser wan bikin ku baştire nûner nûneratiya welatiyan bike û berjewenda giştî bi parêze û li gil û gazind û giriftên welatiyan xwedî derkevin, gereke nûner bizanin eger li gor daxwaza welatiyan û ji bo berjewenda giştî kar nekin weha di helbijartinên bê de bi sernakevin. lewra jî divê partên siyasî bizavê ji bo darêtina bernamekê di xizmeta giştî de bikin û di nav xwe de rastvekirinan bikin û givaştinan li ser nûnerên xwe bikin ku divê di xizmeta berjewendiya giştî dabin eger carên were kes dengan nade wan û parta wan. ez baş dizanim ku rêyên din jî hene part bikarbîne, lê bi ya min gereke partên siyasî tiştekî bikin ku li cem raya giştî pesend be, lê li vir hinek tiştên din hene divê part bike bo nimûne divê derfetê bide jimarek pir endamên xwe ku beşdarî kongirê bibin. lê ev e tenê di rewşekê de tê bicihkirin ew jî dema ku endamên parta siyasî xwedî hejmarê pir endam be. dîsan dibêjim ku rewş ji welatekî bo welatekê din tê guhartin".
Beşdariya jinê wek egerek ji bo nûvekirin û bi bizavkirina partê
pirsa beşdariya jinê bi rêjeka berçav di partên siyasî de û nûnerbûna wê di perlemanê de û wergirtina postên giştî yên hikûmetê, yeke ji pirsgirêkên berçav û ne tenê li welatên nû pêgeheştî heye belku li welatên pêşketî jî hest pê tê kirin bo nimûne eger em rêja jinan di hikûmeta Emrîka û hikûmetên Ewropa roj ava de temaşe bikin em ê bibînin ne wek beşdariya mêrane. derbarî pirtir kirina rêja jinan di biyavê siyasî de, pirofîsor Malîn Hiten vekoler di civata peywendiyên derve (CFR.org) di vekolîna xwe de ya bi navê (jin, partên sîyasî, sîstemê helbijartin li Emrîka latînî) amaje dike ku li 11 welatên Emrîka latîn sitayilê kota bicihdikin û li Kolombiya ji bilî ku yasaya kota ji bo nûnerbûna jinê di perlemanê de yasaya kota ji bo wergirtina postên bilin ji bo jinê peyrewdikin, wate ev vekolîne dibêje me ji bo ku rêja beşdariya jinê di pirosa siyasî de pir bibin, gereke ev gave li nav partên siyasî jî de were havêtin, derbarî pirsa pirkirina rêja jinan di pirosa siyasî de me ji pirofîsor Rîçard Genter mamostayê siyasî li zanîngeha Ohayo û bisporê partên siyasî li başûrê Ewropa piris kir, pirofîsorî di daxuyaniyek taybet de ji bo vê raportê got: "di wan civakên ku jin têde ji siyasetê hatine piştguhkirin û bê beşkirin bi ya min pir giringe ew welat derfetê bi jinan bidin da ku xwe ji bo postên hikûmetê kandîd bikin. bo nimûne hinek ji partên siyasî li welatên Ewropa ya rojava sîstemê kota danîne, ku divê hejmarek jinan di dema helbijartinan de bên kandîd kirin daku jin jî di hikûmetê de beşdar bi bin. lewra jî bi ya min pir giringe jin jî beşdarî siyasetê bibin bi taybet li wan civakên ku bi dirêjiya dîrokê regezê mê bindest û bêdeng in. helbet beşdarbûna jinê di siyasetê û partên siyasî de pêşveçûnek mezin berçav dibe".
Pirofîsor Rîçard Genter bi aşkera tekez li wê yekê dike ku pêşveçûnek mezine ku rêjeka jinan di nav serkirde û berpirsên partên siyasî de werin dîtin, lê yê pirtir ji pirofîsor Genter tekez li vê kir pirofîsor Birus Wîlsin bû ku mamostayê siyasetê ye li zanîngeha Sêntiral Filorîda û pispor di biyavê hikûmdarî û demokratiya partên siyasî, pirsgirêka kêmiya jinan di pirosa siyasî de bi pirsgirêkek giştî cîhanî dide naskirin û xuya dike ku ta niha rêja jinan li Emrîka û Suwêdê jî ne gehaye rêja mêran û taybet ji Gulan re dîtina xwe berçavkir û got: "pirsgirêka kêmiya jinan di pirosa siyasî de li hemû derên cîhanê heye, taku li welatên pêşketî jî heye, eger em welatên pêşketî û xwedî demokrasiyek dirêj temaşe bikin bo nimûne wîlayetên yekgirtî yên Emrîka bi rengekê giştî rêja beşdarbûna jinan ne rêjeka weha berçave, nêzî 40 % ji Sînatoran jinin, di heman dem de welatê Siwîs rêja beşdariya jinan 45% ye, li Nerwîcê jî nêzî 40% ye, herweha eger em li hinek welatên nû pêşketî jî mîna Kostarîka binêrin em ê bibînin ku rêja jinan nêzî 40% ye, lê çawa ev rûda, ev ne hizirkirina partan bû, belku ev bi rêya guhartina sîstemê helbijartinan peydabû ye, ku yasaya helbijartinan li wir tekezê li hevsengî û wekheviya jinan û mêran dike, di heman dem de pêdiviye li ser partan bi rengekê berfirehtir jinan werbigre. nimûneka xuyatir Mîrgeha Yekgirtî (UK) ye, li UK'yê perlemaneka niştîmanî li Londonê heye di wê perlemanê nûnerên Skotlenda hene ku pirsgirêkek pir mezine ji Berîtaniya mezin re ji ber ku piraniya nûnerên Sikotlenda di perlemana Berîtanî de mêrin tenê nêzî 15% jinin, di heman dem de rêja jinan di partên siyasî yên Sikotlendî û perlemana Sikotlenda pirtir lê tê û dibe nêzî 30% , ku dibe ducara rêja perlemana Berîtanî, heman par û heman dengderin lê tiştê cuda sîstema helbijartinê ye".
Derbarî wê yekê ku eger sîstema helbijartinan rêjeka destnîşankirî bidane, bo nimûme wek Îraqê ku 25% ye derbarî vê pirsê pirofîsor Wilsin got: "ev tenê li cem welatên xwedî sîstema rêjeyî tê peyrewkirin, li weltên wek Emrîka nahê ji ber ku eger her navçek tenê yek kandîdek hebe wî demî nikarin jinekê hilbijêrin kandîda wê navçê, lê eger her navçekê hijmarek nûner hebe wê demê wê bi sanahî tir be û di şiyan de be lîstek wekhev bê danan bo nimûme eger hat ew lîste ji sê kesan pêk bê, helbet ji sê kesan dê her yek jin be, dîsan hinek caran jî dibe 2 ji 3 ê kesan jin bin. ev yek cudahî di nav bera wîlayetên yekbûyî yên Emrîka û welatên nû pêgeheştî. pirsgirêk hemû girêdaye bi raya giştî ya welatiyan û pîverê civakî û qebûl kirin yan qebûlnekirina civakê derbarî beşdar bûna jinan di sîyasetê de, ji ber ku eger li gor rewiştên civakî jin li mal rûne baştire ji wê ku jin li dam û dezgehan karbike, wê demê raya giştî ya xelkê jî dê her weha be ku jin li mal bimîne û li dezgehan kar neke".
Li aliyekê din derbarî rolê partên siyasî di civakên ku ber bi qunaxên guhartinê yan post komunîst, gelo ta çi radê partên siyasî rola xwe di vî biyavî de dibînin? di bersivê de pirofîsor Wilsin got: "eger em temaşey partên siyasî yên Rosiya bikin, em dê bînin ku partên siyasî roleka mezin di pirosa demokratîk kirina Rosiya de hebû. nimûneka din dema ku di dawiya salên 80 an de dîsan demokratî vegeriya Îspanya, partên siyasî roleka mezin lîst di birêvebirina hikûmdariya demokrasî de li Îspanya. herweha li Şîlî jî ev rûda ku paş nemana dîktatoriyeta Pînoşê parta siyasî ya bal rastî tundrew bû ku parteka tevgir û sitemkar bû. bi vî awayî partên siyasî razî nebûn û karîn rolekê pozetîv bilîzin. lê derbarî partên siyasî yên komonîst, pirsgirêk ew e ku partên komonîst pirtir tekezî li ser bi destxistina berjewendiyên xwe yên taybet dikin û berjewendên neteweyî piştguh dêxin. paş ji navçûna yekîtiya Sovyêt Rosiya bi temamî têkçû, ew partên ku nû dirust bûn ne dizanî ka dê karibin reftarê di gel civakê bikin yan na".
her derbarî rêja beşdarîbûna jinan D. Manoyil Balan mamostayê zanistên siyasî li beşê hikûmet li zanîngeha Teksas, di daxuyaniyekê de ji vê raportê re got: "beşdarîbûna jinan di partên siyasî de karekê pir girnge û bi ya min tiştekê serekî ye, lê ne tenê li welatên nû pêgehiştî belku li welatên pêşketî jî kar û barên siyasî û yasa danan wek karê mêran tê temaşe kirin, şikandina vê yasayê (ku mêr xwedî deshelate li vî karî) pir zehmete. herweha piraniya xelkê dijî sîstema kota ne, bi ya min kota pir giringe ta ku mêrsalarî nemîne û jin jî bikaribe beşdarî siyasetê bibe, lê ev yek pêdivî bi demî heye, renge nêzî 15 ta 20 sala dirêj bike ta jin bikare beşdarîyek wek mêra bike, lewra jî yasa kota hat dana ku gereke nêzî 30% jin beşdarbibin, lê ne tenê bi reng hebin û tenê navê wan di nav lîstê de be, belku divê beşdarbûnek rast hebe, 30% ji postan ji bo jinan hatin danan, lê ev pirsgirêk bi dem çare dibe bi bûrîna dem ev newekhevî namîne û di encam de rêja beşdar bûna jinan jî dê ber bi zêdebûnê here, ya girin ku divê were kirin beşdar bûna jinan di siyasetê de li nav cavakê û welatiyan were pesend kirin".
Mifayê kongirî ji partên siyasî re
Kongire di jiyana partan de xaleka ji bo nûbûnê, lê kongir jî bi rewiştên siyaseta partê ve girê daye, erê ev parte ta çi radê giringiyê bi kongira xwe dide, ta çend kongire wek xalek ji bo nûbûnê bikartîne, li kurdistanê tenê Parta Demokrata Kurdistanê yekem part e em dikarin bêjin 12 kongire girêdane û niha xwe ji bo kongira 13 amade dike, lewra jî her dem kongirên partî bûne qûnaxek giring û biryarder ji partî re, me di vê raportê de bizav kir birengekê giştî li ser giringiya kongireyan bo partên siyasî di nav civaka demokratê da basbikin, derbarî vê yekê pirofîsor Bros Wilsin ji bo vê raportê basê giringiya kongirî ji bo partên siyasî kir û got: "pirs bi reng û corê wê kongirê ve girêdaye. eger em behsa wîlayetên yekbûyî yên Emrika bikin, kongirên partên siyasî li wîlayetên yekbûyî yên Emrîka bê mifa û bê berhemin û çi guhartinan û encaman bi dest naxin, tenê nimayişeke ji bo xwe nîşandanê û sê roja berdewam dibe. her ji astên navxwe û ta serkirdayetiya partê, çi guhartinên binaretê nahên encam dan, eger em ji aliyê dîrûkî ve bas bikin, nimûne wek kongirê parta karkeran li Mîrgeha Yekbûyî, di demekê de ku nêzî 3-4 rojan civînên nûneran li hemû navçên welat û li sendîkayên cuda cuda yên kirêkaran berdewam dikin, dîsan hejmarek ji welatiyan ku endamin beşdarî vê kongirê bûn daku bizanin dê sîstema parta wan çawa be, helbet kontirola serkirdatiya partê hat diyarkirin, ji ber wê ev kongir kongirek bi wata û mebestdar bû. di heman dem de ku kongire li wîlayetên yekbûyî yên Emrîka bi rengekê eşkera bê mebeste û çi jê re tuneye û çi natê kirin tenê xerickirina diravê ji bo ciwankirinê û ne tiçtekî din, merema min ji vê nimûnê ew e ku kongire bi destûra partên sîyasî û astê biryardana wan di danana nexşe û pilan ji bo beşdarî bûnê di pirêsa helbijartinan bi rêya kongirên navxweyî, dibe caran ev rêye serkeftî be û mifader be, ji ber ku ev yek dibe yasayek girêdayî partê û gereke encam bide. partên siyasî yên Ewropa dikarin kongiran girê bidin çûnkî kontirola xwe li ser rewşê heye û bi rêya sazdana kongiran biryara li ser pirs û kêşan didin, herweha partên siyasî yên Ercentînê jî wek yên Ewropayê ne lê partên siyasî yên Emrîka nikarin kongiran bi rengekê kara encambidin, ji ber vê yekê partên siyasî yên Emrîka pir lawazin herweha girêdanên wan jî lawazin, bi kurtî li wîlayetên yekbûyî yên Emrîka ne giringe ka parta sîyasî çawa hizir dike yan çi dikin, belku giringtirîn tişt ew e takeyên civakê heldibijêrin".
D. Manwêl Balan jî derbarî giringiya kongirey ji vê raportê re xuyakir û got: "bi dîtina min sazdana kongiran mifayê xwe heye, lê sazdana kongiran her 5 salan carekê be ne we qas bi mifaye, bi ya min baştire kongirên partên siyasî di maweyek kurt tir de werin encam dan, lê ji bo ko kongirek bi wata û mebestdar û xwedî armanc be û netenê bo nav be û tenê ew baxfin û xelik tenê gudarbike , gereke di nava kongirê de gengeşe û guft û go werin encam dan dîsan gereke biryar werin dan, divê pêkhateya navxweya partê were xuya kirin û helbijartin wern encamdan ji bo xuyabûna desteya navxwe ya partê, divê endam bi rengekê berfireh beşdar bibin, daku kongire watadar be û deshilat û bandora xwe li ser dirust kirina biryarên giring hebe".
Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî