• Friday, 03 May 2024
logo

Kongire rawestgeheke bo xwerêxistina partiyan

Kongire rawestgeheke bo xwerêxistina partiyan
Baskirina derbarê partiyan di vê raportê de, dê baskirina partan di civaka demokrat de herweha girêdana kongirên partan di nav civaka demokrat de be, li vir em dê wan taybetmendiyên ku part di nav civaka demokrat de bi xwe ve digirin berçav kin, dîsan stayîlê wan kongirên ku part di nav civaka demokrat de girêdide em dê wînin holê, li vir amaje dê bi partên siyasî di civakê de wek dezgehek serekî ji bo civakek demokrat û sîstema siyasî were dan û dê ji bû avakirina sîstema siyasî tekez li ser giringiya partê were kirin, bi aşkerayî dê amaje bidin wê yekê ku sîstema nûneratî yan perlemanî bê hebûna partên siyasî hebûna xwe nabe. wate eger em bixwazin civakek demokrat avabikin helbet divê di nava civakê de part hebin û gereke partên siyasî jî bawerî bi demokratiyê hebin û beriya ku hizir li demokratiya nav civakê were kirin divê demokratî di nav sîstema nav xwe ya partê de were bicihkirin, giringtirîn gava demokratiyê jî di nav her partekê de çewaniya girêdna kongire û xwe berhevkirn ji bo dema girêdanê ye.

Li vir em nikarin partên siyasî yên di nav civaka demokrat de di bazinekê de kombikin û li ser stayilê girêdana kongirên wan bi peyvin, em nikarin kongirên partan hevberkin, ev jî ji ber ku her parteka siyasî dema ku kongira xwe girê dide li ber tîşkên siyaseta lokaliya civaka xwe û ew cugrafiya ew tê de sinûrdar dibe û dê raporta siyasiya xwe ji bo kongirê amade dike û li jêr sîbera wê raportê part pirogramê xwe ji bo paşerojê amade dike, herweha part di nava wê pirogramê de stayilê helbijartina berbijaran bo nav pirosa siyasî û giringî dan tex û çînên cuda cuda yên civakê xuya dike, lewra dema me bivê basê kongirên partên siyasî di nav civakên demokratîk de bikin em nikarin pêşwexit komeka rêsayan xuya bikin û tekezî bikin ku divê partên siyasî bi vî rengê kongirê xwe girê bidin yan kar bikin, lê em dikarin amaje bidin rehendên giştî û çewaniya xwe rêxistinê ji bo beşdarbûn di pirosa avakirina demokratiyê de ku bi rêya partên siyasî di nav civakê de tê encam dan.

Ev yek me neçar dike em tekezê li ser wê bikin ku gereke li ser kadir û karbidestên nav partê bi jîrî wan karan bi sengînin ew ên ku dibine egera avakirina demokratiyê di nav partê de, ev jî dê bibe eger ku part di nav pirosa siyasî de bibe cihê giringiya xelkê, xelik bi rêya kar û nûnerên partên siyasî di nav perlemanê de temaşey karê partê dikin, lê her ji dervey perlemanê jî part mijûlî karê xwerêxistinê ne û peywendiyên yekser tevî welatiyan hene, ev peywendiyên ku part di gel welatiyan dike bi rêya wê destûrê ye ew a ku part rojane kar pê dike, dîsan part bazinekî ji bo giringî dan bi welatiyan dirust dike û li gor dav û daxwazên xelkê biryarên nav partê dirust dike, di vê rewşê de biryarên partê ji bo hez û daxwaziyên xelkê vedigerin, weha peykerê partê ji merkeziyetê tê guhartin bo peykerek hevbeşê cemawerî û welatî di dirust kirina biryarê de beşdar dibin, ev jî dê guhartinek baş be di nav partê de û part dê giringiyê bi wan pirsan bide ew ên li cem xelkê giringin û part heza xwe li ser xelkê na sepîne, lê li vir tiştekê din peyda dibe û pirsan dirust dike, eger part girêdayî dav û daxwazên xelkê be û pirograma xwe ji bo helbijartinan û karkirinê li gor viyana xelkê bi darêje, erê çawa wê bikarin dozanekê di nav bera daxwaza xelkê û armancên neteweyî dirust kin?

Helbet bersivdana vê pirsê astê serketina parta siyasî di nav civakê de xuya dike û her parteka siyasî bikare di pêşvebirina siyaseta xwe de li gor daxwazên xelkê û wan daxwazan bi armancên neteweyî ve girê bide dê ew part serketî be, dê bi partek demokratîk û xwedî bawerî li nav cavakê were temaşe kirin.

Derbarî giringiya kongirê di jiyana partan de li nav civaka demokratîk de profîsor Stîvin Taylor li zaningeha Tiroy ji bo vê raportê peyvî û got: "partên demokratîk kongira xwe bi gift û goyan tevî endamên parta xwe girê dide, daku hemû di danan û pêdaçûna bername û bizavên partê de beşdar bin ku dema di hikûmetê jî de ew part bernamê hikûmetê datîne divê ew bername verêja xwasteka welatiyan be, dîsan kongire dikare bibe hevkarek ji bo avakirina demokratiyê, ji ber ku kongire pireke ji bo li hev guhartin peywendiyan û xuyakirina berpirsatiyê di nav bera endamên partê û berbijêr û serkirdên wê de bitaybet eger li ser astê navçeyekê beşdarî were kirin, wate dê derfet ji bo li hev guhartina dîtinan di nav bera endam û serkirdên partê de bêtir bibe, disan kongire xaleke ji bo bihêzkirina peywendiyan digel wan şandên li kongirê mêvan dibin" her di dirêjiya axiftina xwe de û derbarî bandora kongirê li ser avakirina demokratîyê di nava zikê partê de pirofîsor Taylor got: "dîsan dê vê vegerînim pirsa serekî ku ew jî ka ew civak çenda vekiriye eger civakek vekirî be ji nû em dê bi karin piroseke vekirî û demokrat li nav parta siyasî de pêşinyar kin, berûvajî di civakeke girtî de em nikarin tiştek weha pêşinyar kin"
Wate wek pirofisor Taylor ji bo vê raportê xuyakirî kongire komeka rêya ne ji bo nûvekirin û bihêzkirina partê, lewra di vê rewşê de û derbarî bandûra kongirê li ser partê û pêşveçûna wê, me ji pirofîsor Marvîn Overbay mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Mîsurî û pispor di partên siyasî de piriskir, gelo bandora kongiran di jiyana partan de çiye? Overbay bi neçarî bersiva gulan da û got: "li Emrîka her du partên serekî komarî û demokrat her çiwar sala kongirekî ji bo destnîşan kirina berbijêrê serokatiyê girê didin, wate ew berbijêr yê ku hevrikiyê ji bo bidestxistina postê serokatiyê dike. lewra ez dibînim ku kongire komeka guhartinan dirust dike, bi taybet eger kongire bi başî were bi rêve birin, ku ev kongire derbirîneka giştiye ji bizavên partê. li Emrîka kongir bêtir ji bo tekezkirina wan biryarane ew ên berê li nava helbijartinên seretayî yên partê hatîne dayin, herweha bi mebesta karakirina rewşa helbijartinan û bala raya giştî bo xwe bikêşe, wate bi guhatrina xuzayê pirosa siyasî ve girê day nîne, ji aliyekê din ve helbet partên siyasî armancên cuda cuda hene, bi taybet di nav civakên demokratîk de, berî her tiştî parta siyasî dibe selwaneye daku berbijêrek li jêr sîbera wê silwanê bizava bi dest ve anîna wê postê ku helbijartin li ser tên kirin bike, ev jî rêya welatiyan kurt tir dike ji ber ku bi sanahî dizanin ew kes kiye û dê kê helbijêre. bo nimûne li Emrîka xuyaye ku bêtir komariyan dîtineka parastinker ji bo pirsên civakî û aborî heye lê di heman dem de demokratan hizreka lêbralî di wan pirsan de heye. herweha dema berbijêrekî serketin bi dest xist dê part çarçovekî ji bo rêxistina hikûmetê berbijêrê xwe yê serketî dirust bike. bo nimûne eger rêveberiya Emrîka di destê demokratan de be weha dê kesên di nav demokratê de werin helbijartinan ji bo wergirtina postên serekî".

Ew a ku pirofîsor Marvîn anî ziman yek ji taybetmendiyên partên siyasî yên Emrîka bû bi taybet ku amaje bi her du partên demokrat û komarî kir, lê pirs ew e gelo her di nav civaka demokrat de bi taybet li Ewropa rojava cudahî di navbera partên wan û yên Emrîka de heye û kongirên wan ji hev cudane?

Pirofîsor Hêser Mibayî mamostayê felsefe û zanistên siyasî li zanîngeha Corciya bersiva vê pirsê da û got: "li Emrîka kongire derfeteke ji bo li hev civîna hejêkerên partê, wate ew kesên bawerî bi bernama partê henî li hev di civin û di civînê de basê kar û bernamên partê nahê kirin, lê li Ewropa kongirên siyasî tên girêdan daku endamên partê pêdaçûn û rastvekirina li ser kar û bernamên parta xwe bikin, lewra jî ew guhartinên ku kongire tîne holê dibin egera bihêz ketina demokratiyê, ji ber ku dema part dîtin û boçûnên xwe biguhore dê bibe eger ji bo ku demokratiyek bi hêz peyda bibe, anko dema hemû partên siyasî girêdanek bihêz bi binemayên demokratiyê hebin helbet dê demokratî bihêz bibe, lê egre girêdayî demokratîkê nebin dê pirsgirêk peyda bibin", li vir pir giringe ku part di nav xwe de girêdayî cêbecêkirina binemayên demokratiyê be ji ber ku giringiya hebûna demokratiyê di nav partê de her wek ya di nav civakê daye, helbijartin di nav kongirê de dibe lêpirsînek ji bo wan endam û kadirên ku xemsar û karê xwe baş birêve nedibirin, derbarî vê pirsê jî pirofisor Karlis Bîwiks vekoler li şîretgeha Ordo Wilsin ji bo vê raportê axifî û got: "yek ji armancên kongirên partan destnîşan kirina berbijêran e, kongire jî çend reng hene, li Emrika kongire vekirîne ji ber ku nermbûnek pir di sîstema sîyasiya welatê wan de heye, li Ewropa kongire pirtir bîrokratî ne. lewra jî her ev vedigere ser rewiştê partê, hinek part demokratîkin hinekên din na, bo nimûne hinek ji partên siyasî sed salan berî niha li Ewropa xwedî demokratiyek kêm bûn û di reftara nav xwe ya partê de pir bîrokratî bûn, lê giringiya kongirey dengdane, dengdan dikare sizayan bide berbijarên partê ". helbet sizadana demokratî bi rêya kongirê wate jê kêşana baweriyê û ji bo dema were dengan nadinê.


Karê partê di navbera xwastekên xelkê û armancên neteweyê de

Wek me berê bas kirî yek ji pirsgirêkên mezin yên partê ew e ka ew ê çawa bikare pirekê dirust bike ku li gor xastekên welatiyan be û tevî armancên neteweyî ku çarenivêsa hemû civakê pêve girêdayî ye bi gunce, ev karek zehmete lewra dirust kirina hevsengiyekê di nav bera van her du tiştan de serketina partê di nav civakê de nîşan dide, eger em li Kurdistanê temaşekin, bo nimûne wek Partiya Demokrata Kurdistanê ku di kongira xwe de ew girêdayî rewiştek wehaye, em di bînin ku ev tiştek pir giringe ku partî di vê kongirê de bizavê li ser dike helbet cudahî di nav bera vî kongirî û kongirên din yên partî dirust kirina hevsengiyê ye di nav heza xelkê û armancên neteweyî de, paş peydabûna wan guhartinên li ser Îraqê û Kurdistanê û navçeyê bi giştî ev yekem kongire partî girê dide, pirosa demokratiyê li kurdistanê ji kongirê partî yê 12 ê ta niha guhartin bi ser de hatiye û bi pêş ve çuye, ya baştir xelkê kurdistanê fêrî sîstemê demokratiyê bûne û dixwazin hikûmdariyek baş û deshelatek demokrat hebe, direw nîne eger em bêjin hikûmdariya baş û xweşkirina jiyanê bûye tiştek serekî ji bo xelkê kurdistanê, lê hember vê jî me hêşta komeka armancên neteweyî mane û bi cih nehatine, yek ji wan armancan navçên dabirî ku nêzîkî 40% ji axa herêma kurdistanê ta niha venegeriye ser herêma Kurdistanê, ev yek jî ji bilî ku hêrişên hemerengî yên herêmî li ser herêma Kurdistanê hene ku çarenivîsa her yek ji xelkê herêmê dixe metirsiyê, lewra eger em bi ferehî temaşeyî kar û erkên Parta Demokrata Kurdistanê bikin ku partek serekiye li herêma kurdistanê em dê zanin ku kar û erkê wan nebisanahî ne, herweha partî li ser astê neteweyî yê Îraqê jî ku leq û rêkxirawên xwe li beşekê berfirehê Îraqê danaye ev jî rengekê din yê pêkhatinê peyda dike û li ser partê disepîne ku divê taybetmendiyên navçe û deverên cuda cuda berçav werbigire û ev yek partî neçar dike ku bi rengê nenavendî kar bike, ev li welatekê federal wek Îraqê pir asayiye ji ber ku hemû yasayên herêmê ne wek yasayên Bexdayê ne, rengê karkirina leqa partiya demokrata kurdistanê li Bexda cudaye ji karê leqa partiya demokrata kurdistanê li Hewlêrê, egera vê jî ew e ku leqa Bexdayê li gor daxwaza xelkê wêrê kar dike û rûberûyî wan yasayan dibe ew ên li Bexdayê hene, lê leqa Hewlêrê li gor xwasteka xelkê Hewlêrê û yasaya herêma Kurdistanê kar dike, herweha partî bizavê dike parêzvaniya daxwazên xelkê bike ev yek karê rêkxirawên partî bi jiyana xelkê ve girê dide lewra karê partî ber bi ne navendiyê ve diçe, lê eger em armancên neteweyî temaşe bikin em ê bibînin ku xelkê herêma kurdistanê bi hemû navçe û dever û netewe û ayînên cuda ve yek çarenivîs heye û ew armancên li Xaneqînê ji bo xelkê giringin heman dem ji bo Hewlêr û Silêmaniyê jî giringin, lewra eger li yek ji xwêndingehên Xaneqîn yan Kerkûk yan Şengalê yan Başîkê tenê ji bo xwendina bi zimanê kurdî pirsgirêkek dirust bibe em ê bibînin ku ev ne tenê pirsgirêka wane belku ev dibe pirsgirêka gişt welatiyên Kurdistanê, lewra gereke ji bo armancên neteweyî stayilekê tevgir hebe û peywendî bi hemû welatiyan ve hebe, lewra jî li vir ji hev cudakirin û bi hev ve girêdana van armancan pir girnge û gereke ji dil kar li ser were kirin.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top