• Friday, 26 April 2024
logo

Li Mêrdînê di pevçûneke bi kêran de kesek hat kuştin

Li Mêrdînê di pevçûneke bi kêran de kesek hat kuştin

 Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi kêran de kesekî canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan li taxa Ersoyluyê, Halil Çinar (50) û kesekî ku hêj navê wî nehatiye zanîn ku di navbera wan de dijmindarî hebû, pevçûn derket.

Di pevçûnê de Halil Çinar bi kêrê birîndar bû.

Tîmên Servîsa Bilez a 112an birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê veguhestin, lê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.

Ji bo girtina gumanbar xebat berdewam in.

Top