Li ser rêya Berdereş û Rovyayê qezaya trafîkê; 3 kesan canê xwe ji dest dan
Di qezayeke trafîkê ya di navbera Berdereş û Rovya ya Duhokê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Rêveberê Polîsê Çûnûhatinê yê Rovyayê Seîd Ebdullah îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, otomobîl ji Berdereşê ber bi Rovyayê ve diçû û heta niha di wê bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gorî Seîd Ebdullah, otomobîl piştî qulibiye agir pê ketiye, ji ber ku “bilez” diçûye.
Qeza li ser rêya Berdereş û Rovyayê di demjimêr 21.15an de li nêzîkî gundê Qerenaz ê nahyeya Rovya ya Duhokê rû daye.
Di otomobîlê de 4 kes hebûn, yek ji wan birîndar e. Seîd Ebdullah diyar kir ku rewşa wî jî giran e û ew şandine Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Akrê.
Heta niha nasnameyên qurbaniyan nehatine eşkerekirin.
Rudaw