Sîstema partayetî û rola opozisyonê di pirosa avakirina demokratîyê de
Li hemû welatên demokrat û bitaybet li wan welaten hîn dimukratî temam nebûye, herdem hest dikî di nav bera partên sîyasî û hevwilatîyan de valatî yek yan hinek caran bêbawerî yek heye, egera vê ewe ku ew welat di destpêka pirosa dimukratî de ye, gohartin bi ser kar û erkên partê de tên, lê ne part xwe tesilîmî wan guhartinan dikin, ne hevwelatî qûnaxa niha ji qûnaxa berê code dikin, mina kurdan ku li dema berê xebata partên sîyasî rizgar kirina welat bû, hertim reftar bi partan ra ew bû ku part xwedî dirûşmeke (piransipeke) û di qûnaxa paş rizgarîya welat pêdîvî bû hemû endamên partê bixebitin ji bo ew dirûşim were pêkanîn, part vê azadî û rizgarîya welat bi deskevtên xwe dizanin, disan niha armanca partan ewe ku dirûşmê demokratik bilin dikin û pêngavan ber bi avakirina civakek demokrat di havêje û dixwazin wek qunaxa rizgarkirina welat xelik gudarî dirûşim be û bê giftûgo biryarên part be û cêbecê bike, lê piştî azadîya welat civak pêşde çû û ev pêşde çûne destpêka pirosa demokratîye, kar û erkekê din ji part re di nav civakê û pirosa demokratîk de xuya dibe, ta radekê part xwe bi sanehî radestî jîwar nabe û di cavên hevwelatîyan de jî bagrewenda partan di qûnaxa azad kirina welat û niha hevdijîyek heye, dirusit bûna vê hevdijîyê egereke bawerî bi partan lawaz bibe, derbarî evê pirsê pirofîsor Maykil Kopîc mamustayê zanistê sîyaset li zanîngeha Nors Dama, vekulînekê bi navê (partên sîyasî yên Emrîka Latînî: sîyaseta daruyînîzim di dîtina borî de) nivîsaye di vekolîna xwe de weha pênasa kêm bûna bawerîya hevwelatîyan bi partan dike ((eger em bipirsin, erê bawerîbûn û pişitgermî bi partan li kêmîyê daye? herwek em bi pirsin erê guhdarên mozîka kilasîkî li kêmîyê daye? di heman dem de partên sîyasî yên ewropa rojava ji alîyê rewşa aram û şer'yeta xwe wek mozîka kilasîkî yê, lê dîsan bersivdana vê pirsê bi sanahî nîne ji ber wan gohatinên biser modêl û erkê partên sîyasî de tên, lewre dema me bivê egerên daketina rolê partên sîyasî desnîşan kin, bi dîtina min partên sîyasî yên hevçerix bi sitayîlê kevin hikumdarîyê dikin, her ji ber wê dema em bixazin basa partên sîyasî li welatên taze pêgehiştî bikin, em nikarin li gel şakarên mozîkî yên Bîthovin û Mozarit hevberkin, belku divê ji ber çend egeran li gel mozîka pop hevberkin)) ev hevberkina Maykil Kopîc du rasitîyên giring nîşanî me dide:
Partên sîyasî yên Ewropa rojava mîna mozîka kilasîkî ne guhor û seqamgîrin, di vir de merem ewe rêja guhdarên şakarên Bithovin û Mozarit rêjeka ta radekê cêgîre û gohartin kêm bi ser de tê, partên sîyasî di civaka demokratîk ya rojava ta radeyekê rêja dengên wan di negorin û her wek xwene, ev yek jî wate sîstemê partîyatî li wan welatan bûne dezgeh û rihên xwe di nav civakê da berdane.
Lê belê ew welatên taze pêgehiştîn, şêwazê sîstemê partatî pitir li gel giropên mozîka pop tên hevber kirin, jiber wê yekê mawekî dê pir cemawer û piştevan hebin lê piştî demekê kêm ew cemawer kêm dibe u wek berê namine, taku ev araste were cêgîr kirin pêdivîye sîstemê partatî bi dezgeh û rêkxiraw be.
Bi dezgeh kirina sîstemê partîzanî partên sîyasî çi di opozisyon de bin yan ji di hikumat de bin, karê wan pêşxistin û piştevanî kirina rênimayên demokratîk û mafên mirovan û ji bo parasitina piransîpên parta xwe kar dikin, lewra dema em basê bi dezgeh kirina sîstemê partatî dikin, wate em basê hebûna hemecorya sîyasî dikin, belê karê partên sîyasî û danana partên nû dê bi renge dezgeh be, welatên rojava kêmtir ji welatên taze pê gehiştê tûşî berhengarîyan dibin, ji ber wê opozisyon li welatên taze pêgehiştî dikare rolekê berçav bilîzw û berhengarî hikumet bibe. wek:
Li welatên taze pêgehiştî girêdan bi yasa û bicihanîna yasayan ta radek ya lawaze, ev lawazîya yasa dibe eger rê ji opozisyonê re xweş bibe û rolê xwe bilize.
Li welatên taze pêgehiştî lêpirsîn li berpirsên hikumdar nebûye diyarde, belku tenê lêpirsîn ji berpirsan ji bo ronkirin û pirs kirinaye, nek dûv çûn û sizadane, li vir eger opozisyon parasitin û bicih kirina bendên dimukratîk di nav civakê da ji xwe re bike armac, wiha ev dîyarde dê di hikumdarî de pêşkeve.
Di welatên taze pêgehiştî de pirosa ji hev vavartina hersê deshilatên (yasadanan û cîbecêkar û dadwerî) pêdivî bi dem û zanîn û rahênanê heye, demê perlemant û hikûmet wek du dezgehên coda ji hev tên coda kirin, ne watayak wehaye ku ev du deshilat jêk hatin coda kirin, belkî jî hebûna opozisyonek bibizav van du dshilatan ji hev coda bike.
Piroseya bidezgeh kirina sîstemê partên sîyasî jêk tûrebûna nûnerayetî serhilnade, wate eger sîstemê partê cihê xwe girt wî demî dê partên sîyasî wek dezgehên yasayî dinav hikumdarîyê da werin meyzekirin, li wî demî xwe opozisyon di helbijartinan de dengên pêdivî jî bidesit nexe, her opozisyon dê rolekê aktêv di nav perlemantê de lîze. eve wê digehîne ku opozisyon dibe dengê kêmîneyan di nav pirosa han de û dibe çavdêr liser karên hikûmet.
Derbarî mifa û giringîya rolê opozisyonê di pirosa demokratîk de û erkên opozisyonê di nav pirosa demokratîk de, me ji pirofîsor Sitîfin Conz mamustayê di vekolînên Rusîya û komarên yeketîya Sovyet de li zanîngeha Mawend Holoka (Mount Holyoke) piris kir, erê giringîya opozisyonê çîye di civaka demokratîk de? Pirofîsor Conz bersiva me de û got: "em dizanin prosa ava kirina demokrasî yanjî ava kirina partên sîyasî dîrûkek dûr û dirêj li welatên rojava heye, ji ber wê yekê dibe eve pirose di civaka rojava de bi sanahî be, ev pirose li welatên rojava -pirosa avakirina partên sîyasî ku gereke di astê berpirsatî de bin û bi gel û cemawer ve girêdayî bin- lê ev pirose li welatên din proseka asêye û zehmete û pêdivî bi mawekê dirêje piraktîk bikin û kar pê were kirin. herwiheha ev pirose di hinek civakan de asê û zehmet tire, wek civaka Îraqê ku divê mil bi vê yekê giringî bi bîyavên berhengarî kirina hejarî, û nebûna civakeka moderin û rewşa piştî ceng bidin. herwiha dilsozîyên din ku dibin asteng di rîya partên sîyasî de wek dilsozî hember xêzanê, dilsozî beramber hoz û deverê, çonkî partên sîyasî divê vê dilsozîyê ji bo xwe bidesit bine, lê divê di heman dem de partên sîyasî hember desit xistina dilsozîya hevwelatîya bikare xebatek ji wan re pêşkêş bike, eger na çi pêdivî dike xelik vîyana xwe bide partan.
Herweha giringe amaja bidin wê yekê ku pêwîstîya xelkê bi biguran heye, pêwîstîya wan bi guhartina hikûmet heye, li vir merema min ji hikûmeta nuneratîye, ji ber ku di vê serdemê de nikarin demokrasîyê temam peyrewbikin, ji berku pêwîstîya xelkê bi partên sîyasî ji bo pêkanîna hikûete heye, wate eger bangewaza te demokratî bûnê bixaze, divê ew partên sîyasî di werarê da bin kubikarin bibin bigurê parta hikumdar, wata hebûna partên sîyasî ji bo hikumdarîyê giringîya xwe heye, conkî di nebûna opozisyonê de hikûmet bi hez û vîyana xwe raftarê dike, wata taku sînûrek ji parta deshelat re were danîn pêwîstî bi parteka opozisyonî heye.. bila em di vî alîy de tenê basê welatên taze pêgehîştî bikin, belku em temaşey serbûra welatekê geşekirî wek Japonê bikin, di vî welatî de sîstemê fire hizbî (gelek part) heye, lê bi rastî jî ji bo wergirtina deshelatê derfet ji opozisyonê re pir kême. kewate nabe tenê di vê civakê de parteka desnîşankirî xwedî deshilat be, belku jî divê derfet ji bo xwe rêk xistina partên din jî were dan, taku dema gel ji hikûmetê nerazîbe opozisyon di berhevîyê de be, û parteka dervey hikûmetê derfeta bi desit xistina deshala hebe)).
Erkê partên sîyasî bi giştî û partên opozisyon bi taybetî
Tîb Onuyîl serokê berê yê kongirîsê Emrîka, pir ciwan peywendîya di nav bera partên sîyasî û demokratîyê de xuya kir û tekez li wê kir ku bê hebûna partên sîyasî demokiratîyê jî çi hibûna xwe nabe, lê bêy hebûna demokratîyê jî partên sîyasî her hebûna xwe heye, wate partên sîyasî wek pêdivîyatî hebûna xwe di nav her civakekê de heye, le ne merce ew parte di her civakekê de bo partên hikumdar û partên opozisyon parve bin, eve yek derazînkeke vedike ku her di çiwarçuvê partên sîyasî de em bibêjin, bê hebûna demokratê partên sîyasî dikarin hebin, lê bêy hebûna demokratî parta opozisyon hebûna xwe nabe, wate ew dîyarda civaka demokratîk ji civaka ne demokratîk code die ewe ku partên opozisyon hene û sîstemê demokratî rê bi opozisyon daye ku cavdêrîya karên hikûmetê bike, sebaret vê pirsê me ji pirofîsor Danyala Rîskins mamostaya pêşdebirina abûrê lo zanîngeha netewên yekbûyê li Hilsinkî û şareza di partên opozisyon û sitratîja Popolîstan pirs kir, sebaret giringîya opozisyonê bi vî rengî axivî û got: "pirosa avakirina demokrasîyê piroseka asê û zehmete, herweha xuya kirin û desitnîşan kirin rola opozisyonê di vê qûnaxê de karekê bi zehmet û asêye, bi dîtina min eve bêtir li ser qûnaxa avakirna vê pirosê radiweste, ji ber wê divê yekgirtinek di navbera parta deshelat û parta opozisyon de hebe, bi taybet li ser armancên pirosa geşepêdanê, wek armancên abûrî, danana binyatek mukim û bi hêz ji bo demokrasî û beşdarîya sîyasî. herweha divê parta opozisyon bi zelalî û ronî reftara bike, divê ew yek xuya bibe ka çewa dezgehan avakin û çewa çavdêrîya deshilat bikin û çewa hevsengî di navbera wan de dê were pêk anîn, erê çi sîstemê hikumdarî guncay û bi şîyan tire ta were peyrew kirin, sîstemê serokatî yan sîstemê perlemanî, ji ber wê em dzanin hertim sedema wê heye opozisyon bibe deshelat û rêvebirina deshelatê bikeve destê opozisyon.
Wate em dikarin bêjin rolê opozisyonê du alîyan bi xwe ve digire, li aliyekê bi rexnegirtina parta deshilat radibe û li alîyekê din jî ji bo bidest xistina armancên giştî û pirosa bihêz kirina dezgehên hikumdarî hevkarîya parta dehilat dike. li vir em dibêjin bê nebûna parta berhengar em nikarin bêjin demokratîyeka mukum heye, lê nabe opozisyon tenê ji bo hebîna opozisyonê û baykorkirna her tiştî peyda bibe, anku nabe tenê merema opozisyonê berhengarî kirina parta hikumdar be, belku divê opozisyon pêşnîyaz û pirojên bigur dabine ber destê dengderan û ew pêşnîyaze cihê baweryê bin. wate hebûna opozisyonê giringîya xwe ji bo wê heye ku parta deshilatdar hest bi hebûna çavdêran bike û rûdana her şaşîyekê parta deshilat mifa ji gazindên opozisyonê werdigire ev yek jî dibe egre parta deshilat xwe bêtir bihêz bêxe û bêtir gudarî gazindên xelik bike. lê eger rexna opozisyonê tenê rexne girtin be û çidî ne, li wî demî xebatek wiha pêşkêş nake, lêbelê heker bigur pêşkêş kir û rexna xwe li gor vekolîn û dûvçûna encam bide weha parta deshilat jî dê xwe dirust bike û sîyaseta xwe dirusit bimeşîne, aha husan bi pişit rastî parta opozisyonî rolekê baş dilîze û bandura xwe li ser başkirina pirosa hikumdarî heye, lê her wek me berê amaje pê dayî nabe opozisyon bi tenê ji bo rexnê û berhengarî kirinê be)).
Ewa xanim Danîyala ya pispor di karên opozisyouê de bas kirî, bêtir basê serbûra welatên di desitpêka pirosa avakirina demokratîk de bû, ku tenê opozisyon reng bû û kara nebû ji ber wê li wan welatan opozisyon nikare xizmeta pirosa demokratîk bike, derbarî xwe berhevkirin û gorîna şêwazê xebata partên sîyasî di pirosa demokratîk de me ji Con Eşyam mamostayê pispor di zanistên sîyasî de li zanîngeha Noris Têksas pirs kir, erê di qûnaxa desitpêka pirosa demokratîk de divê partên sîyasî çilo xwe amade ki ji bo pirosa avakirina demokrasîyê? pirofîsor Eşyem bi vî awayî bersiva me da û got: "şaşîya ewe ku partên opozisyon bi kultûrekê şoreşgêrî kar dikin yan xwe bi tevgerek şoreşgêr dizanin, divê opozisyon xwe biguhore û bibe partek sîyasî, ev pirose jî bê hevkar nagehe encaman, di vî bîyavî de gereke serkirde werin meşiqdan taku bizanin çewa di vê pirosê de refratê bikin, ya girin ewe ku bi rengekî weha kar bike ku opozisyon bibe sedema pêşde birina demokrasîyê. hinek caran basê corekê opozisyonê tê kirin ku dibêjinê opozisyona nêgetîv, bi ditina min ev rengê opozisyonê helgirtin û bikaranîna amîr û alavên nedîmikratî ye ji bo jinavbirna sîstemekê demokrat. ez dibêjim taku ev partên opozisyon pişikdarîyek avaker bikin, divê du tişit rûdin: yekemîn lêkgohatin û dirust kirina gorankarîyan di serkirdên parta opozisyon de, dûwemîn gereke sîstemê welat hember opozisyonê vekirî be û bêtir rê jê re were xweşkirin)).
Bi dîtina herdu pirofîsoran rola opozisyon cewhera serekîye, her ji ber wê di heman çiwarçove de û ji bo em bêtir rol û giringîya opozisyon bizanin, me ji pirofîsorê Rosî Karol mamostayê zanistên sîyasî li zanîngeha Raysman pirsî, erê çewa di nav civaka demokratîk de rê ji opozisyona pozetîv re tê xweşkirin? di bersivê de pirofîsorî bocûna xwe weha xuya kir û got: "em dikarin giringîya opozisyonê di çend alîyekan de bas bikin, ji alîyekê ve bi rexnegirtina hikumetê radibe, herweha bi xuya kirna biguran ji bo sîyasetê û bernamên hikumetpê radibe, di heman dem de dibe egera berçav wergirtina çendîn hizir û biran di pirsa dirusit kirina biryarê de.. her ji ber wê eger ez baş di pirsa we gehiştibim ezê bêjim hebûna rêyeka xuya taku opozisyon bikare biguran bîne qadê dê harîkar be ji bo dirusit kirina demokratîyê û karekê başe. herweha divê partên sîyasî rola xwe di pirosa avakirina dezgehan de hebe, eve dibe egera wê ku guropên civakî partên sîyasî ji bo bidestxistina armancan sîyasî bikarbînin. di demokratêkê de bîyavê milmilanê peyda dibe, lê di heman dem de kar ji bo wê yekê tê kirin ku sîstem hemû alîyan bixwe ve bigre û girintîyê bide ku opozisyonê jî rol û faktera xwe hebe, derfet dan ji bo hindê ku opozisyonê bandûra xwe di pirosa biryardanê de li ser hinek pirogiramên hikûmetê hebe. helbet ev yek jî dibe sedema peydabûna pêkve jîyanê û berjewenda serekî ya civakê tuşî alozîyan nabe, ez nabêjim corê sîstemê partatî bandûra xwe li ser karê parta sîyasî heye, lê tevî wê jî bi min karkirin bi sîstemê nûneratî di çiwarçovê naxê parta sîyasî de bandura xwe dê hebe li ser wê ku partên sîyasî rolekê berhemhênertir bilîzin)).
Lê D.Robîn Tomas mamostayê zanistên sîyasî li zanîngeha Kîngiston li lendenê û pispor di partên sîyasî de, dema me heman piris jê kirî erê çewa di nav civaka demokratîk de rê ji opozisyona pozetîv re tê xweşkirin? wî jî bersiv da û got: "demokrasî pêdivî bi hebûna derfetê heye ji bo wê ku hemû hizir û bîr derbirînê ji xwe bikin, herweha opozisyon bi wata xwe hebe ne tenê em bi dengê gêmine bihejmêrin. em li birîtanya basê opozisyona dilsoz dikin, wate eger xwe opozisyon bi hikûmetê re heval jî nebe, her divê piştevanîyê li sîstemê wê yê sîyasî bike û bawerî pê bîne. ji ber wê divê derfet bo opzisyonê hebe taku bikare rexnê li hikûmetê bigre, wek tê zanîn ku rexnegirtin yan berhengarî kirina hikumetê codaye ji berhengarî kirna sîstemê demokratî, ji ber ku rexne girtin li hikûmetê baykut kirina sêstemê sîyasîye û dewletê nîne. bi dîtina min opozisyonê du erkên serekî hene, yekemîn berhengarî kirina hikûmetê, merema min eger xwe parta hikumdar piranîya dengan jî bidesit bêxe, tevê wê divê her karên wê li jêr çavdêrîyê bin û amaje bi şaşîyên wê bê dan, wate hikûmetê bê rê bike ta ku karên xwe bi rengekê xuya birêve bibe. xala din ewe ku di sîstemê demokratîk de divê alîyê derday encaman qebûl bike, li vir erkê duwemîn yê opozisyon derdikeve holê ku ew jî ewe alîyê derdayî jî rola xwe bilîze û dengê xwe hebe, lê divê em wê rastîyê bizanin ku di sîstemê demokratî de azadî parastî dimîne, herweha rola opozisyonê dibe ew ku hikûmetê nacar bike ku di astê berpirsatî de be û dema şaşîyek kir bi herwe neçe û divê kêm û kasîyên hikûmetê werin xuyakirin. ev yek li alîyekê din jî xuya dike ku raste tu di helbijartinan de ser neketî le tu hêşta derbirînê ji hest û şîyanên xwe dikî û dengê te bilind dibe)).
Hemû ew dîtinên di vê raportê de hatine xuya kirin û ew berêzên taybet ji bo vê raportê axivtîn, ji hemû dîtinên derbarî erkê parta deshelatdar û partên opozisyon di çend xalekên coda û hevpişk kom dibin:
Partên sîyasî çi di hikumetê de bin yan di opozisyonê de bin, divê girêdayê destûrên sîstemê sîyasî bin û ji bo biçih anîna demokrasîyê û rêzgirtina mavê mirovan xebatê bikn.
Raste di sîstemê demokratî de alîyê pirtir hikumdarîyê dike, lê merem ji hebûna opozisyonê ewe ku kêmîne jî dengê xwe heye û rola wan di pirosêsa sîyasî de piştgoh nexistîye.
Çavdêrîya opozisyonê li ser karên hikûmetê, rolê hikûmetê kara û bihêz tir lê dike, ew jî ji ber ku opozisyon herdeh bizave dike hikûmet deshilata xwe derbaz neke û karên xwe bi rengekê baştir encambide.
Di civaka demokratîk de çi part hetaheta opozisyon nabe û çi part jî hetaheta hikûmdar nabe, ji ber wê ev pirose bi rengekê aştîyane bêguhorkîyê bi partên sîyasî dike, lewra divê herdu alî girêdayî pêşhatên helbijartinan bin û rêzê li heza dengderan bigrin, ji ber ku çi parta sîyasî pir dengan bidesitxe yan kêm dengan bidesit xe her nuneratîya beşeka civakê dike.
Ew xalên li jorî me bi kurtî amaje dayê, beşekin ji wê mikanîzmê ku sîstemê partatî di welat de di navbera opozisyonê û deshilatê de rekdiêxe û berdewamîyê bi pirosa demokratîyê dide, belê wek pirofîsor Rob Salmond li zanîngeha mîşîgan derbarî bandûra hebûna firealî û opozisyonê ji bo vê raportê da ragehandin başîya firealîyê ewe her kes dikare derbirînê ji hizir û dîtina xwe bike û pirofisorî got: "demokratîya kara çendîn tuxman bi xwe ve digire, yek ji wan bawerya cemawerî bi pirosa sîyasî û berdewamî dan bi pirosa sîyasî. ev bawerî jî di şevek û rojekê de dirusit nebûye, kewate nabe partên sîyasî pêşbînî bikin ku demokrasî ji nîşka ve wek gulek bibişkive. avakirina demokrasîyê piroseka dûr û dirêje û hêdî û hestîyare û divê hikûmet û opozisyon di encamdana karê xwe yê rojane de vê rastîyê berçav wergirin. herweha hebûna firehizbî herçinede dibe egera dirusit bûna milmilanêya giştî, lê her eve dibe sedem ku hemû partên sîyasî (çi di hikûmetê de bin yan di opozisyonê de bin) rolekê baştir û berhemdartir û mifadartir bilîzin".
Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî