Heftemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî li Duhokê destpê dike
Çend zanyariyên derbarê festîvalê û ecindeya heşt rojên birêveçûna wê:
Festival 8 rojan berdewam dibe, ji 9 ta 16 Îlonê.
Îro demjimêr 17:00 rêresma vekirina festîvalê destpê dike û ferşê sor ji hunermendan tê raxistin.
Fîlmê “Kamyon” yê ji aliyê derhênerê Kurdê Rojhilat Kamboziya Partovî ve hatiye berhemanîn demjimêr 19:30 wek fîlmê vekirina festîvalê tê nimayişkirin.
Bêhtir ji 120 hunermend ji her çar perçên Kurdistanê, Ewrop û welatên Erebî beşdar dibin.
74 welat di festîvalê de beşdar in.
112 fîlm tên nimayişkirin.
50 fîlmên Kurdî di festîvalê de beşdar in.
Çar cure fîlman tên nimayişkirin: Kurtefîlm, fîlmên dîkomenterî, fîlmên dirêj.
55 fîlm pêşbirkiya wergirtina xelatan dikin.
Di festîvalê de ronî li ser fîlmên Erebî yên ji sala 1957an ve û ta niha tên berhemanîn tê xistin.
20 fîlmên Erebî tên nimayişkirin.
Li çend rojên birveçûna festîvalê, çendîn panel ji bo behskirina çend tewerên sînemayî tên lidarxistin.
Fîlm li hilên konferansan a zanîngeha Duhokê û Duhok Cinemax tên nimayişkirin.
Îsal girîngiya zêdetir bi beşdariya jinan di festîvalê de hatiye dan û hewl hatiye dayîn yeksanî durist bibe.
Heftemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî li Duhokê roniyê dixe ser pêkvejiyan û hevqebûlkirinê, bi taybet li Rojhilata Navîn.