• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Qamişlo Festîvala Kurteçîrokan birêve diçe

Gulan Media September 8, 2019 Hunerî
Li Qamişlo Festîvala Kurteçîrokan birêve diçe
6emîn Festîvala Kurteçîrokan li Qamişlo birêve diçe û ew festîval ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve li Sûriyê tê lidarxistin. Festîvala kurteçîrokê 9ê vê mehê bidawî tê.

Di Festîvala Kurteçîrokê li Qamişlo de hejmareke beşdar in û biryar e di dawiya festîvalê de baştirîn çîrok were xelatkirin.

Festîvala li Bexçê Xwendinê ya Qamişlo birêve diçe,4 rojan berdewam dike û 9 îlonê bidawî dibe.

Derbarê festival de Serokê Yêkîtiya Nivîkarên Kurd-Sûriyê Dilawer Zingî got: “17 nivîskar di festîvala kurteçîrokê de beşdar in her yek ji nivîskaran dê çîroka xwe bixwînin. Di dawiya festival de baştirin çîrok dê bê xelatkirin.”

Nivîskar û Helbestvan Beşîre Derwîş da zanîn ku ew bi 2 çîrokan tevlî festival bûye û got: “Navê yekê Zeviyên Şewitî ye. Min xwest di vê çîrokê de behsa zeviyên çandiniyê yên îsal şawitine û çawa xeyalên xwediyên zewiyan ku jiyana wan li ser çandiniyê ye, ligel berhemên wan şewtî bikim. Çîroka din jî mijara wê peywendiyên di navbera du hevjînan de ye.

Nivîskar û Helbestvan Qadir Eqîd jî got: “Min çîroka berî 10 salan nivîsandiye. Min behsa jiyan û pirsgirêkên malbatî kiriye.”

Çalakiyên roja dawî ahengek Mûzîkî, dana rêznaman, dana xelata festîvalê ji baştirîn kurteçîrok re pêk tê.

Rudaw
Top