Konsêrta Mahîr Zain li Hewlêrê
![Konsêrta Mahîr Zain li Hewlêrê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/maherzain-30082019 (9).jpg )
Bi sedan kes tevî malbatên xwe beşdarî di konsêrtê de kiribûn, daku demeke xweş bi muzîkê û dengê xweş ê hunermend Mahîr Zain re derbas bikin.
Piştî konsêrtê, tabloyek ku wêneyê Kelha Hewlêrê û Mahîr Zain li ser bû, tevî destek cilûbergên Kurdî pêşkêşî wî hunermendî hat kirin.
Stran û sirûdên Mahîr Zain olî ne û piraniya wan bo derbirîna hezkirina ji pêxemberê îslamê, Hz. Mihemed e.
Konsêrta Mahîr Zain bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê birêveçû, ku cara yekê bû, li Iraqê û Kurdistanê konsêrt saz kir.
Rudaw