• Friday, 03 May 2024
logo

Hikûmdariya Baş "Good Governance"

Hikûmdariya Baş
Hemahengîya dewlet û kertê taybet û civaka sivîl bo biserxistina perepêdanê
((Hikumdarî anku birêvebirina desthelata sîyasî û abûrî û kargêrî bo cêbecêkirina karûbarên welatekî di hemo biyavan de, ji mîkanîzim û pirosês û dezgehan pêktê, û li gor van pêkhatan hawlatî û girop berevanîyê ji berjewendîyên xwe dikin û mafên xwe bi dest xwe ve tînin herweha pabend dibin bi ew berpirsyarîya dikeve ser milên wan û bingehekê hevbeş bo ew cudahîyên di navbera wan de henî dirustdikin, belê hikumdarîya baş ji bilî hemo ew tiştên amaje pê hatî kirin pêk tê ji beşdarîkirin, zelalî, lêpirsîn, dadperwerî, û pêşketina serwerê yasayê, bawerîya sîyasî, danana herdu biwarên civakî û aborî di rêzên yekemîn de ew jî bi rêya giringîdan bi xwestekên xelkê û berçav wergirtina xwestekên çîna nizim di wergirtina biryar û dabînkirina jêderên pêwîst bo perepêdanê, li ew welatên ku di qonaxên taybet re derbazdibin hukumranîyê giringîyeka bê sinûr heye, hikumdarî ne tenê dewletê bi xwe ve digre, belku kertê taybet û dezgehên civaka sivîl jî bi xwe ve digre, ev sê alî (dewlet, kertê taybet, dezgehên civaka sivîl) bi hev re giringîyeka zor heye bo perepêdana mirovan bi rengekê berdewam, di vê pirosê de rolê dewletê peydakirina seqayekê sîyasî û yasayîya tena ye, daku bingehê wê pêşxistinê berdewam dirustbike, rolê kertê taybet û dezgehên civaka sivîl jî dirustkirina karlêka sîyasî û civakî ye, daku xelkê paldin ku beşdarîyeka çalakane di her sê biyavên aborî û civakî û sîyasî de bikin)). UNDP
azirandina pênasa hikumdarîyê û hikumdarîya baş di vê raportê de bo baskirin li têgehekê ye ku pir kêm wek xwe tê pênasekirin û pir cara jî ev têgehe di çarçovê hikumet yan heger zêdetir bê ferehkirin di çarçovê dezgehên dewletê de tê bi çûkkirin, her çawa zor caran demokrasî di çarçovê helbijartinan de tê bi çûkkirin, yan hinek part û alîyên sîyasî di çarçovê aydîyolojîya sîyasîya xwe de pênase dikin û dixwezin di wê pênasê de demokrasîyê sinûrdar bikin û demokrasîyê bikin sedemek bo cêbecêkirina aydîyolojîya sîyasî ya xwe, li vir û ji ber ku têgehê demokrasîyê, têgehekê pir ferehe û hemo alîyên jîyana kesan di nav civakê de bi xwe ve digre û hemo aydîyolojîyeka sîyasî jî giringîyê bi alîyekê civakê dide, lewa çi têgeh û aydîyolojîyet tunene ku bi rengekê ji rengan xwe di nav demokrasîyê de nebîne yan reftarên xwe yên sîyasî tev demokrasîyê hevber neke, lewa ew pênasên bo demokrasîyê hatine kirin, beşekê ji demokrasîyê berçav dikin, belê hemo bi hev re jî hêşta nikarin hemo watayên demokrasîyê berdest bikin, lewa jî niha hizirmend û pisporên bîyavê demokrasîyê li şûn ku pênasa demokrasîyê bikin, bi xwe ji xelkê dipirsin demokrasî çiye? (What’s Democracy?), bersiva vê pirsyarê ewe ya ku hemo kes dixwezin zanibin û di nav pirosa demokrasîyê de bi dehan pirosên vegohastina desthelatan tên encamdan û hêşta xwestekên xelkê û rexnên xelkê li hikumetê bi dawî nabin, bo nimûne di demê nêzîkî 230 salan de û ta niha li Emrîka 44 serok bi helbijartinan hatine û bêtir ji vê hejmarê jî, li Emrêka hikumet hilweşîne û hatine dirustkirin, (ji ber ku hindek ji serokên Emrîka du caran hatine helbijartin), belê ta niha jî li Emrîka, demokrasî di qonaxa xwe dirustkirinê deye, hêşta nikarin bêjin sîstema demokrasîya Emrîka giheştîye ew qonaxa ku bê gotin sîstema demokrasîya temam, bê goman pirsyar li vir hewe erê em kengî dikarin ji piroseyeka demokrasîyê re bêjin ku piroseyeka temam û pêgiheştîye? bê goman li ew demê ku demokrasî bikare hikumdarîyeka baş di nav civakê de bigerîne, anku armanca hev raporta me jî azrandina vê pirsyarê ye, erê hikumdarî çiye? erê hikumdarîya baş çiye? bê goman çawa çi kesî ew karîn nîne bersiva vê pirsyarê bide ku dibêje: demokrasî çiye? bi heman reng ta niha jî di nav hizirmendan û ajansên nêvdewletî de jî kêşa pênasekirina têgehê hikumdarîya baş heye, tevî ku cure li hev kirinekê li ser pênasa hikumdarîyê heye, lewa em jî di vê raportê de hewlên xwe dikin du beş:
Yek: pênasa hikumdarîyê ye, me di vê raportê de pênasa ajansa (UNDP) helbijartîye ku dibêje: (Hikumdarî anku serxistina deshelata sîyasî û abûrî û kargêrî bo rêvebirina karûbarên welatekî di hemo biyavan de, ji mîkanîzim û pirosês û dezgehan pêktê, û li gor van pêkhatan hawlatî û girop berevanîyê ji berjewendîyên xwe dikin û mafên xwe bi dest ve tînin herweha pabend dibin bi ew berpirsyaretîya dikeve ser milên wan û bingehekê hevbeş bo cudahîyên di navbera xwe de dirust dikin .. hikumdarî ne tenê dewletê bi xwe ve digre, belku kertê taybet û dezgehên civaka sivîl jî bi xwe ve digre, ev sê alî (dewlet, kertê taybet, dezgehên civaka sivîl) bi hevre giringîyeka zor heye bo pêşxistina mirovan bi rengekê berdewam, di vê pirosê de rolê dewletê peydakirina seqayekê sîyasî û yasayîya tena ye, daku bingehê wê pêşxistinê berdewam dirust bike, rolê kertê taybet û dezgehên civaka sivîl jî dirustkirina karêka sîyasî û civakî ye, daku xelkê paldin ku beşdarîyeka çalakane di her sê biyavên aborî û civakî û sîyasî de bikin), vê raportê hev pênase ji pênasa banka nêvdewletî û pênasên hizirmendan baştir dî û zanî, ji ber ku ev pênase pênasa ajansa (pirograma netewên yekgirtî bo perepêdanê) ye di cîhanê de û hemo welatên cîhanê jî di sêptembera sala 2000 ê û di ragehandina hezarsala nû de bi gişta dengan ev ragehandine pesendkirine ku gereke hikumdarî di sedsala bîst û yekan de bi wî rengî be ewê ragehandina hezarsala nû amaje pêkirî û li ser mor kirin ku ta sala 2015 ê were cêbecêkirin, lewa vê pênasê amaje bi hemo ew hêlên giştî yên pênasên din kirîye, giştedengekê nêvdewletî li ser e û rengekê pêgirîyê pê heye û arastê hemo boçûnên di nav de di pirosê perepêdanê de komdike.
Du: hikumdarîya baş, di vir de ajansa (UNDP) pir ji pênasa banka nêvdewletî nêzîk dibe, tekezê li wê çendê dike ka çawa hersê alî (dewlet, kertê taybet, dezgehên civaka sivîl) bi hev re karlêkîyê bikin û hikumdarîya baş serêxin, bo vê çendê jî çend mercek danaye ku pêktê ji (hikumdarîya baş pêktê ji: beşdarîkirin, zelalî, lêpirsîn, dadperwerî, û pêşketina serwerê yasayê, dilinyabûna sîyasî, danana herdu biwarên civakî û aborî di rêzên yekemîn de ew jî bi rêya giringîdan bi xwestekên xelkê û berçav wergirtina xwestekên çîna nizim di wergirtina biryar û dabînkirina jêderên pêwîst de bo pêşvçûnê).


Peywendî di navbera demokrasî û hikumdarîya baş de
Heger em vegerin pênasa (UNDP) û hûrkarîyê di peywendîyên sê alî yên navbera (dewlet û kertê taybet û dezgehên civaka sivîl) de bikin, em ê bibînin ku gotûbêj û nirxandinên hizirmendên zanistê sîyasetê li ser wê xalê zalin ku pêwîste ji xaleka giring têbigihên ew jî pênasa hikumdarîya başe di rêça pirosa perepêdanê de, hev pirsyare tê qadê erê hikumdarîya baş çawa pêngavên perepêdanê bileztir dike? Di bersiva vê pirsyarê de dengên hizirmend û pisporan di cêbecêkirina demokrasî û berdewamîya pirosa perepêdanê de hevdigrin, belê bi vê bersivê pirsyar bi dûmahîk nabin, belku pirsyarên din têne qadê: erê kîj bi keve pêş kîjkê, demokrasî yan pirosa perepêdanê? hizra piranîya wan girêdana herdukane bi hev re, ev jî bi wê watayê tê ku di demê destpêkirina pirosa demokrasîyê giringe pirosa perepêdanê jî destpêbike û herweh li gel destpêkirina pirosa perepêdanê pabendbûn bi dîmokratîyê jî hebe. Derbarê peywendîya demokrasî û hikumdarîya baş bo vê raportê ji pirofsor Amî Çadurî mamostayê zanistê sîyasetê li zanîngeha Kelkuta û pispor û taybetmendê hikumdarîya (Hîndistan û Pakistan û Bangiladîş û Sirîlanka û Nîpal) hate pirsyarkirin, erê têkarîn bê demokrasî bas li hikumdarîya baş bikin ? di bersivê de bi vî şêweyî bo vê raportê peyivî: (ez ne bawerim ku hikumdarîya demokrasî cuda be ji hikumdarîya baş, ji ber ku bê hebûna demokrasîyê tu nikarî bas li hikumdarîya baş bikî. Tevî wê jî heger em berê xwe bidin rastîya, ku desthelat û hikumet li hinek welatan bi rêya helbijartinan pêktên, belê ev bi tenê bo selmandina wê çendê ne bes e ku pîverên hikumdarîya baş hene û têne cêbecêkirin. Herweha renge di welatekî de karûbar ta astekê bi başî werin birêvebirin, tevî wê jî azadîya raderbirînê nehatibe girintîkirin, xelk nikaribin azadîya aynî û azadîya sîyasîya xwe cêbecêbikin, di vir de em nikarin bêjin ev hikumdarîya başe, ji ber ku hikumdarîya baş ji wê hikumetê pêktê ya ku xwestekên xelkê tê de rengvedide ku helkolîna îrade û bijarên xelkê ye, ji alîyekî din ve di hikumdarîya baş de desthelat sinûrê desthelata xwe derbaznakin, bo nimûne desthelat yasadananê karekî encamnade ku biçe di çarçovê desthelat yan erkê desthelat cêbecêkirinê de. Di heman dem de ew hikumete ye ya ku bi zelalî erkên xwe cêbecêdike, bo nimûne pêwîste her sê desthelat di demê encamdana kar û erkên xwe de vê binemayê peyrewbikin. Pîverê duyê pêktê ji ne partîbûna ew hikumeta ku rêvebirina welat dike, mebesta min hewe ku nabe sîyaset û bernama hikumetê li ser bingehê xizmetkirina berjewendîya partîyeka dîyarkirî hatibe darêtin, belê heger hikumet beruvajî reftarê bike, wê demê em nikarin ji wê hikumdarîyê re bêjin hikumdarîya baş. Pîverê sêyê pêktê ji helbijartina karbidest û berpirsan bi rêya xelkê, ev jî bi wê watayê tê ku pêwîste hikumet kar û xebatê bo bicihanîna xwestê xelkê bike, bi derbirîneka din pêwîste hikumet xizmeta xelkê bike , ne xelk di xizmeta desthelat û hikumetê de be, desthelat ne xudawendê xelkê ye, desthelat xizmetkarê xelkê ye. Renge ew pîverên min amaje pêkirinî bi nimûneyî û bilindfirî bêne lêkdan, belê her çawa be hikumdarîya baş pêktê ji ew hikumeta ku dûre ji gendelîyê û di hemo pêngav û helwêstên xwe de cêbecêkirina armancên xelkê berçav werdigre).
Her di vê çarçovê de û sebaret nêrîna pisporan bo têgehê hikumdarîya baş û peywendîya wê bi dîmokrasîyê ve pirsyar ji pirofîsor Maykil Pengo mamostayê bazar û biznis û aborê li zanîngeha Roterê hate kirin, erê çi cudahîyek di navbera demokrasî û hikumdarîya baş de heye? Di bersivê de pirofîsor Pango bi vî rengî boçûna xwe bo vê raportê derbirî û got: (bi boçûna min cudahî di navbera hikumeta kara û hikumeta demokrasîyê de ye, hikumeta kara karekê baş dike û di cêbecêkirina bernama xwe de pilana cêbecêkirinê danîye, ew jî bi rêya ew kesên xudan şîyan û karînên ast bilindind bo cêbecêkirina wan bernaman, herweha bo vê mebestê jêder û amrazên pêwîst tên dabînkirin daku di raperandina karên xwe de serketî bin, di hikumdarîya baş de hum xwest û heza xelkê li ser bernaman e hum jî ew bîyave tê dan ku bi ronî gotûbêjê lê bikin û di heman dem de bi rengekê kara cêbecêdikin).
Boçûna van du pisporan li ser peywendîya di navbera demokrasî û hikumdarîya baş de vê pirsyarê di azrîne, erê rolê partîyên sîyasî di vê pirosê de çiye? bo çi di pênasan de kêm zêde bas li rolê partîyên sîyasî nehatîye kirin, ku di sîstemê demokrasîyê de partîyên sîyasî bi binyatnerê demokrasîyê tê amajekirin? Bersiva vê pirsyarê di karakterê yekê yê hikumdarîyê de rengvedide ew jî dewlete û desthelata dewletê ye jî ku wek dabûnerêta demokrasîyê di be sê beş (desthelata cêbecêkirinê, desthelata yasadananê, desthelata dadwerîyê) ev sê desthelat bi hevre û bi hemahengîya tev du karakterên din (kertê taybet û dezgehên civaka sivîl) di bine ew desthelata ku karûbarên hikumdarîya dewletê digerînin, belê bi tenê nikarin hikumdarîyê bikin, lewa demê em bas li dewletê dikin mebest jê dezgehên dewletê ye ku niha li Herêma Kurdistanê hebûn heye û tê bas kirin, partîyên sîyasî (partîyên nav hikumetê û partîyên nav perlemanê) di herdu desthelatên cêbecêkirin û yasadananê de û bi nûnerkirina gel bi rêya helbijartinên azad rolê xwe dibînin, anku ev çende her weko çawa di raporta netewên yekgirtî de li sala 1992 an de bo hikumdarîya baş amaje pê hatî kirin, daxweza karekê cûrî yê baş ji hemo partîyên sîyasî dike û pêdivîye partîyên sîyasî çi opozisyon û çi desthelatdar di ajotina sîyasetên xwe yên nav civakê de bo armanca hikumdarîya baş hevdu bigirin, berûvajî hewldan bo tîrozekirina hikumdarîyê li gor nêrînên aydîyolojî yên partîyeka globalîzmî yan îslamî yan çep, arasta hikumdarîyê diguhêre ji hikumdarîya baş bo arasta hikumdarîya esorîtarîyanîzimê, wata vê jî weku çawa li komara Çînê ya millî têhestkirin ku pêşveçûneka aborî têde heye, belê ji alîyê sîyasî ve her partîya komunîsta Çînê di desthelatê deye, derbarê berev pêşveçûnên aborî li Çînê û negora sîyasî li wî welatî ji pirofîsor Corcî Dirlugyan mamostayê dîrûka sîsolojî û îtîkîya şer li zanîngeha Nors Wêstrin li Şîkago û taybetmend li ser hikumdarîya welatên berê yên Yekîtîya Sovyêt hat pirsîn, erê ta çi astî pênasa hikumdarîya baş li gel komara Çînê ya niha digunce? Di bersivê de bo vê raportê ragehand: (kêşa pênasekirina hikumdarîya baş di pênasa banka cîhanî de hewe ku li ser modêla hikumdarîya Emrîkayê hatîye darêtin û dîyare ku sedemên aydîyolojî jî li pişt vî karî hene. Bi rengekê giştî civaknas bi vî şêweyî pênasa hikumdarîya baş dikin ku ew rengê hikumdarîyê ye ya ku têde kêş û alozî bi berdewamî dirustnabin, bo nimûne xwînrêtin û hevrikî û birçîtî bi rengekê berdewam têde rûnadin, bo nimûne li welatê Çînê temaşekin ka ta çi astekê ji alîyê aborî ve pêşveçûye, belê ji alîyê sîyasî ve ta niha sîstemeka komonîst di wî welatî de hikumdike).
anku rêklama partîyên sîyasî (evca çi di desthelatê de bin yan opozisyonê de) pêdivîye cuda bibe ji rêklama ew partîyên sîyasî yên ku aydîyolojîya giştgîrîya xwe li pişt gorankarîyên aborî yan xwegirêdan bi wekhevî û dadperwerîyê ve vedişêrin, û li pêş damezrandina dezgehên destûrîyên wela dibin rêgir, demê dezgeh jî dezgehên bêhêz bin û nikaribin karlêkîya di navbera kertê taybet û dewletê (mebest hersê desthelatin: hikumet, perleman, dadwerî) û rêxistinên civaka sivîl de rêkbixin, li wê demê li şûn ku delîve bê vekirin ku hewlatî beşdarîyeka kara di bîyavên sîyasî û aborî û civakî de bikin, em dibînin neçar dibin xwe di nav partîyên sîyasî de bibînin, di vê rewşê de heger opozisyon hewla bêhêzkirina dezgehan bide, raste dikare kêşan bazrîne û bîne qadê, belê bi çi rengan nikare kêşan çareser bike, berûvajî vê çendê germbûna hewlatîyan bo beşdarîkirin di bîyavên sîyasî û civakî û aborî de sarûsir dike û astengan bo hikumdarîya baş dirust dike, sebaret giringîya dezgehan di gerandina şîyanan û bingeh danînê de bo cêbecêkirina hikumdarîya baş me ji pirofîsor Ara Samoniskî mamostayê zanistê sîyasetê li zanîngeha Monmaws pirsyar kir erê ta çi astî dezgeh karîgerin bo binyata hikumdarîya baş? Di bersivê de bo vê raportê ragehand (ger em xweşbext bin û bikarin dezgehan di piroseyeka dîrokî de gav bi gav binyatdanin - ji ber ku binyatdanîna dezgehan pêdivî bi demekê dirêj heye- li wê demê em dê karibin van dezgehan bo yekalîkirina cudahîyan û kêşan bi şêweyekê aştîyane bikarbînin li şûna ku alîyên hevrikîyê bibin du girûp û tev hev bikevin di nav şer û milmilanê de. herweha em dizanin ew dezgehên xudan dîrûkeka kevntir dikarin baştir vî karî cêbecêbikin, di demê ku dezgehên nû kêmtir serketî dibin di cêbecêkirna vî karî de.. di zanist û felsefa sîyasî de bas têkirin ku pêdivîye dezgehên sîyasî piştevanîyeka civakî hebe, mebesta min hewe ku serketina dezgehên sîyasî li ser hebûna kiltûrekê civakî radiweste ku piştevanîyê li cêbecêkirna kar û erkê van dezgehan bike. Li vir em rastî vê pirsê dibin erê pêdivîye li destpêkê giringî bi keltûrê bê dan yan bi binyatnan dezgehan? Li wîlayetên yekgirtî yên Emrîka û li Berîtanya ev du pirose mil bi mil bi hev re diçin, di demekê de ew welatên ku kar ji bo wê yekê dikin ku bi lez vê pirosê cêbecêbikin, encamên çaverêkirî bi dest wan nakeve, bo nimûne li van welatan bizaveka lezgîn bo binyatnana dezgehan tê dan, ew jî bi armanca ku seqamgîrîyê bi dest xwe xin û bibin serkêş, belê ev dezgeh nikarin vî karî bi cihbînin heger keltûrê civakê hevkarî û piştevanîya wan neke. Ji alîyekî din ve di vî serdemî de tê çaverêkirin ku desthelat kar ji bo xweşkirina jîyana xelkê bike, her ev egerê hindê ye ku li demê rûdana qeyranên abûrî her tişt di keve ser situyê dezgehên siyasî... li vir merema min hewe divê em bi karê paldana xelkê rabin bo wê rengê beşdarîkirinê di pirosê de ku bibe egerê bi hêzbûn û mukum bûna peywendîyan dinavbera xelkê û dezgehan de, ne beşdarîyeka weha be xemsarî û dilsarîya xelkê jê peydabibe, anko bibe egerê wê yekê ku hawlatî bi çavê kerb û kînê temaşey wan dezgehan bikin).
wek hevberkirnek di nav bera welatê Iraq û welatê Almanîya de ku herduya piştî du cengên mezin bi amanca geheştin bi hikumdarîyeka baş dest bi binyatnana hukimraniyê kirine, me ji pirofîsor Corcîman pirsî û bi vî rengî hizir û bîrên xwe bo vê raportê derbirîn: ( ez ne li gel wê boçûnê me ku binyatnana dezgehan bi pêşketin yan paşketina civakê ve grêdayî be, lê tevî wê jî divê em bi pirsin erê cudahîya nav bera Iraqa îro û Elmanîya piştî şerî çiye? Bersiva vê pirsyarê ji vê yekê bi dest dikeve ka xelk ji bo çarekirina arîşe û kêşên xwe berê xwe didine kîrê û çi alîyekî? Bo nimûne heger li Iraqê xelik ji ber hebûna arîşeyekê binalin, renge hawarên xwe bo şêxekî yan merceakê ayînî bibin, wate hawarê bo dezgehên kevinar dibin, di demekê de li welatên Ewrupa qurbaniyên şerî yan ew kesên di şeran de beşdarî kiribûn daxwezên xwe ji hikumetê dikin, zêdebûna van daxwaza û givaştinên xelkê bûn egerê hindê ku hikumet berve binyatnana dezgehan ve biçe daku di wan kêş û guvaşan têhelbê, li vir ez hezdikim tekezê li ser hebûna hikumetekê biyasahatî bikim, ku bê hebûna şeriyetê hikumet di kar û erkên xwe de kara nabe, ev jî bi du rêyan bi dest dikeve, yekem pêdivîye nêrînên xelkê bi wî rengî bin ku hikumet kar bo parastina hawlatiyan û bi rengekê giştî kar bo parastina welêt dike, ya duyê divê hikumet bi karê dirustkirna bawerîyê rabe ku sîyaset û bernamên wê bo baştirkirin û pêşvebirina berjewendîyên xelkê ne).
Gendelî ew vayrose ya ku di pirosa perepêdanê de derdikeve û bi sanahî jê cudanabe
Astengeka din li pêş rêvebirina hikumdarîya baş û rêgir li karlêkîya sê karakterên serekî yên hikumdarîyê bo rêvebirina hikumdarîya baş gendelîye, di vî biwarî de hemo pispor xudan yek boçûnin ku dîyarda peydabûna gendelîyê di hemo welatan de heye, tenê hinek ji ew pisporên ku bo vê raportê axivîne yekser ev tişte ronkirin ku hinek cara tirs ji wê çendê heye gendelî bi keve nav wan dezgehan de jî yên ku bi armanca berevanî kirina gendelîyê hatine dirustkirin, ew jî demê ku derzîn û kêmûkasî di nav van dezgehan de hebin ku hinek kes dikarin lîskê pê bikin bo berjewendîyên xwe yan jî bi giştî kontrola wan dezgehan bikin. Renge em nikaribin amajê bi rêçarîyeka sanahî bikin bo encamdana çaksazîyê di vê biwarî de, belê renge karê baş di vê biwarî de çandina bawerîyê be li cem xelkê ku ev dezgehane şîyanên wê çendê hene ku bi erkê xwe rabin. Ev jî pêwêreyeka mezine ji ber ku ev kare pêdivî bi çareserkirina wan kêmûkasîyan heye ku ew delîve daye ku ev dezgehane ji alîyê hinek kesên dîyarkirî ve bo mebestên kesî werin kontrol kirin).
Her derbarê metirsîya gendelîyê û çawanîya rûbirûbûnê, pirofîsor Ara Samoniskî bi vî rengî nêrîna xwe bo vê raportê diyarkir û got: rûbirûbûna gendelîyê kêşeka aloze, çûnkî heger em vegerin dîroka wîlayetên yekgirtî yên Emrîka, ew rastîye dê bo me derkeve ku ew welat di serdemekê re derbazbûye ku gendelî têde ya berbelav bû, bo nimûne hikumetên Emrîka li dawîyên sedsala nuzdê de hikumetinî gendel bûn, belê tevê wê çendê jî karîn giringîyê bi dezgehan bidin taku karîn li sedsala bîstê li wî welatî gendelîyê kêmtir bikin. anku em dikarin di vî biwarî de amajê bi wê çendê bikin ku gendelî beşeke ji pirosa binyatnana her hikumeteka vekirî, bo nimûne çi pêkola bi armanca pêkanîna hikumeteka demokrasî tê kirin bê goman gendelîyê têde rûdaye. Herweha hinek car gendelî jî bi rengekê belav dibe ku karîgerîyeka wêranane li civakê dike, wek ewa li serdemên yekîtîya Sovyet rûdayî).
Li dawîya vê raportê ewa giring ku em dixwezin amajê pêbidin ewe ku pêdivîye armancên partîyên sîyasî yên desthelat û opozisyonê di xaleka hevbeş de hevdu bigrin ew jî serêxistina hikumdarîya başe di welêt de herweha pêdivîye herdu alî ji bo serwerîya yasa û rêzgirtin û parastina mafên mirovan û azadîya raderbirînê û mîdyaya azad û binyatnana dezgehên destûrî û bi hêzkirina wan dezgehan karbikin, daku alîyê desthelatdar destpêşxer be bo karêlêkîya navbera kertê taybet û dezgehên civaka sivîl ji alîyekî û desthelata dewletê ji alîyekî din ve û ev jî bibe palderek bo beşdarîyeka kara û berfereha hawlatîyan di pirosa sîyasî û aborî û civakîya welêt de.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top