• Friday, 03 May 2024
logo

Ragihandina azad û Civaka demokratîk

Ragihandina azad û Civaka demokratîk
SÎNORÊ ROJNAMEVANÎYA AZAD GIRÊDAYÎ REWIŞTÊ ROJNAMEVANÎYÊ YE
DAVID BRODER JI GULAN RE:
Rojnamevanîya azad xizmeta demokrasîyê dike. Ji ber ku hevwelatî dikarin bi rê ya hebûna azdîya rojnamevanî, pêzanînên pêdivê ji jêderên cuda û corane bi dest ve bihînin. Ewê demê jî dikarin hilwestekî ne alîgirane werbigirin.
ŞEYN ŞAFER JI GULAN RE:
Heger dezgehên raginadinê bikaribin pêzanînên rast û dirist belav bikin, dê bibin cihê bawerîya xelkê û dê di dema encamdana erkên xwe jî de, bibin xwedîyên rastmendîyê
Giringî û bayexa azadîya hizrê û rojnamevanîya azad ji civaka demokratîk re, wek giringîya avê ya ji masî re ye. Danerê daxuyannameya serxwebûna Amerîka Toman Jeferson dibêje: heger ji min bihê xweztin hukûmetek bê rojnamevanî yan rojnamevanîyek bê hukûmet hilbijêrim, ez dê yekê ji wan hilbijêrim û bê dudilî, ez dê rojnamevanîyê hilbijêrim.
Ev dihê ewê wateyê, ku her ji dema nivîsandina daxuyannameya serxwebûna Amerîka ve, rojnamevanî û azadîya rojnamevanîyê wek hukmê Amerîka giring bûne û heger pirs bikeve navbera hukûmetê û rojnamevanîya azad de, ew dê rojnamevanîya azad hilbijêrin. Belê pirs ev e; dema ku kêmanî bikevin nava tuxmên giringên avakirina demokrasîyê û paraztina azadîyan de, yan jî rojnamevanî ji ber her egerekê nikaribe erkên xwe di nava civaka demokratîk de pêk bihîne, gelo ev nahê ewê wateyê ku azadîya rojnamevanîyê nema giring e û bi vajîyê gotina Tomas Jeferson, dê hukm û desthilatdarî bihên hilbijartin û dê rojnamevanîya azad li alîyekî bimîne? Bê goman ev ne ku her nabe, belkî heger her sistemek û civakek evê biryarê bide, dê bi destê xwe demokrasîyê li sêdareyê bide. Di vir de û ji bo ku ber çavên xwendevanên me rohn be, em dê bi aşkirayî bidin nîşandan, ku ev reporta han ji bo lêkolîna li ser ewan asteng û giriftan e, ewên ku kevtine pêşîya mediyaya azad de û da ku perde ji ser çend ragihandinan û rojnamevanîya paşgir bihê rakirin, ku ew di bin navê mediyaya azad de, di nava civaka kurdistanê de, filmên xwe pêşan didin û dema ji wan re jî dihê gotin, ku hûn mediyaya paşgirên hinek part û kompanyayan in û hûn ne mediyaya azad in, dûrî sincê (exlaqê) rojnamevanîya profesiyonal, rewşê aloz dikin. Wate giring e, ku rol û bandora pozetîv a mediyaya azad di nava civaka demokratîk de, ji rola negatîv a mediyaya paşgir a ku li jêr perdeya mediyaya azad xwe makiyaj dike, ji hevdu bihên cudakirin. Ev cudakirina han jî, dê xizmetek mezin pêşkêşî prosesa demokrasîyê û pêşkevtina kultura demokrasîyê di nava civakê de bike. Belê çavgirtin û bêdengbûn dê bibin egerê diristbûna kulturekê, ku dê kultura demokrasîyê di nava civakê de nehêle. Wek Josef Politzer jî dibêje: mediyaya xerab di nava demê de milletekî xerabê wek xwe bi berhem dihîne. Ji bo ku mediya karê xwe yê xerab berdewam neke, divê mekanizmek guncayî hebe da ku mediya bihê rastkirin.
Politzer bi aşkirayî behsa giringîya rojnamevanîya azad dike û weha dibîne, ku paraztina rojnamevanîya azad û paraztina komara azada Amerîka, bi hevdu re hatine. Her dema ku rojnamevanîya azad şkestibe û herrifî be, komara azada Amerîka jî şkestiye û herrifîye. Her dema ku rojnamevanîya azad selamet jî bûbe, komara azada Amerîka jî selamet û paraztî bûye.
Ev tirsa Politzer ji ber ewê yekê bûye, ku dema ew bi xwe xwedîyê rojnameya NewYorkWorld bû, weha hest dikir ku hêdî-hêdî xelkên Amerîka nema karê rojnamevanîyê fam dikin û bi sivikî lê dinerin û weha dibînin, ku rojnamevan ew kes e, yê ku bikaribe gotarekê binivîse û hemû deman destê wî di nava diwîta (hibra) çapxaneyan de be. Wî hest kirbû, ku gelê Amerîka êdî nirxê rojnamevan û rojnamevanîya azad a ji bo paraztina komara wan a azad nizane û rojnamevanîyê jî wek hunerekî nabîne. Ji ber evê yekê daxwaz kir, ku hunerê rojnamevanîyê li zankoyan bihê xwendin û koleja rojnamevanîyê jî bihê damezrandin. Politzer ev karê han, ne wek rojnamevanekî û ji bo bergirîya di ber rojnamevanan de kir, belê wî wek bîrmendekî pirsa paraztina komara azada Amerîka, xist stûyê nifşê rojnamevanên dahatî de. Ev hizra Politzer a ku ji alîyekî ve wek hizra Nitçe ye û Nitçe weha dibîne, ku divê qanûnzanê dahatî ti kot û bendan (qeydan) ji azadîyê re dirist neke û bîr û nirxên nû bi berhem bihîne, da ku azadî paraztî be û divê bi xwe jî fîlosof be. Heger Politzer di evan xalan (nuqteyan) de cih bi hev guherandibe û li cihê qanûnzan rojnamevan danîbe, hîngê di pirsa erk de heman erkên qanûnzan dikevin ser milê rojnamevan de û wek çawa Nitçe gotiye, ku divê qanûnzanê ayinde (paşerojê) hem hunermend be û hem jî nûjdar (doktor) be.
Dema ku Politzer jî erkê paraztina komara azada Amerîka disipêre rojnamevanan, daxwazê jî dike ku nifşê ayinde yê rojnamevanên Amerîka hem nûjdar be û hem jî hunermend be. Ev jî dihê ewê wateyê, ku karê rojnamevanîyê hem zanist e – wek çawa mirov bi rêya zanist dibe nûjdar – û hem jî huner e û em di nava karê xwe yê rojane de fêr dibin. Wate Politzer heman gotina berî sed salan a Tomas Jeferson dibêje. Jeferson ji nava parliyamenta azad û rojnamevanîya azad, rojnamevanîya azad hilbijart. Belê Politzer li şûna qanûnzanên nava kongiresa Amerîka û ji bo paraztina komara azada Amerîka, rojnamevan hilbijart. Evaya li ser ewê xelatê jî hatiye nivîsandin, ewa ku salane pêşkêşî baştirîn rojnamevanê cîhanê dibe.
EM DÊ ÇAWA DAN Û STANDINÊ BI ASTENGÊN PÊŞÎYA MEDIYAYA AZAD RE BIKIN
Ev pêşekîya serî pêdivê bû da ku em bidin nîşandan, ku ne tenê di nava civaka me de hinek caran berê rojnamevanîyê xwehr dibe û ji bo mebestinî siyasî, kincên mediyaya azad li çend rojname û ragihandinên paşgirên alîyên siyasî dibin. Ji ber evê yekê, em bi rêya evê reportê naçin ber dergeha ewê pirsa giring û li ser hesabê giriftan lêkolînê nakin. Em ji ber giringîya mediyaya azad a ji civaka demokratîk re evê lêkolînê dikin, da ku xwendevanên evê reportê bi rohnî ewan gef û herreşeyan nas bikin, ewên ku li kurdistanê rastî rojnamevanîya azad dibin. Herweha, ew jî ji xwendevanan re bihê gotin, ku ev reporta han di govarekê jî de dihê belavkirin, ku ew bi xwe nabêje, ku ew girêdayî rojnamevanîya azad û serbixwe ye, belê ji xwendevanan re dibêje, ku evaya ji civakê re û ji çarenivîsa rojnamevanîya azada evî welatî re, giringîya rojnamevanîya azad e. Rojnamevanîya azad ne ku rojnamevanîya din. Ji bo ku ev pirs bêtir zelal bibe û ji bo giringîya rojnamevanîya azad ji demokrasîyê re, Prof. David Broder weha got: rojnamevanîya azad xizmeta demokrasîyê dike, ji ber ku hevwelatî dikarin bi rêya hebûna azadîya rojnamevanî, pêzanînên pêdivê ji jêderên cuda bi dest ve bihînin û ewê demê, ew dikarin hilwestekî ne alîgirane werbigirin. Heger kot û bend (qeyd) li ser rojnamevanîyê bihên danîn, dê ziyan bigihêje civakê. Ji ber ku ewê demê dê ti jêderên bi destxistina nûçe û pêzanînan jê re nemînin.
Di bareya erk û berpirsyarîya rojnamevan a di nava civakê de û çawanîya dan û standinê ya bi bûyeran jî re, wergirê xelata Politzer ji Gulan re got: erkê rojnamevanan ew e, ku di bareya pirsên jîyanê de yên bi bandor, bi baştirîn şêwe nûçe û pêzanînan pêşkêşî hevwelatîyan bikin. Berpirsyarîya rojnamevanan jî negirêdayî dox û rewşan e. Gelo rewş baş e yan xerab e. Belê girêdayî hestê berpirsyarîyê ye, ku divê bi baştirîn şêwe pêzanînan bide hevwelatîyan.
Ev rojnamevanê bi ezmon ê ku xelata Politzer li ser karên xwe yên rojnamevanî wergirtiye, weha dide zanîn ku azadîya rojnamevanî di xizmeta civaka demokratîk de ye. Belê di heman demê jî de, ew evê azadîyê bi çend erk û berpirsyarîyan ve girê dide, ku divê rojnamevan tenê bandora karê wî li wî bibe û ti bandora din lê nebe û armanca wî ew be, ku pêzanînên rast û dirist bigihîne hevwelatîyan. Di bareya ewê pirsê jî de, ku dezgehên ragihandinê çawa dikarin xizmeta pêşvebirina demokrasîyê bikin û çima rojnamevanîya azad yek ji stûnên demokrasîyê ye, pisporê biwarê bandora mediyayan li qonaxa veguhêz Prof. Fîlîp Pawlîno ji evê reportê re got: dezgehên ragihandinê dikarin du rolên serekî di evî biwarî de bibînin. Di rola yekem de ew dikarin bi rêya gihandina pêzanînên rast û dirsitên çawanîya rêvebirina kar û baran ji alîyê hukûmetê ve, karê xwe pêşkêş bikin û di rola duyem de ew dikarin çavdêrîya kar û barên hukûmetê bikin. Wek nimûne jî; heger gendelî di nava hukûmetê de hebe, divê dezgehên ragihandinê evê pirsê aşkira bikin. Ango divê pêşan bidin û divê bidin xuyakirin, ka hukûmet karên xwe bi awayekî guncayî encam dide yan nade û da ku hevwelatî jî hilwestên xwe li ser evê bingehê li beramber hukûmetê werbigirin. Di heman demê jî de, divê rojnamevan girêdayî rê û rêbaz û rewiştên karê xwe bin û nebin amrazên destên partîyên siyasî. Ji ber ku hîngê dê karê wan tenê xurtkirin û xizmetkirina ewê partîyê be. Her ji ber evê çendê, em dikarin giringîya hebûna ragihandinê fam bikin.
Di evê çarçêweyê de û di bareya ewê yekê de ku gelek ji ewan welatan, ewên ku di qonaxa veguhêz re derbas dibin û ragihandina nava wan neberpirsyarane hinek bûyerên nava civakê dîyar dikin û pêzanînên şaş belav dikin, Prof. Fîlîp ji Gulan re got: dema bûyerek di nava civakê de çê dibe, divê dezgehên ragihandinê pîkolan bikin da ku dîdaran bi ewan kesan re encam bidin, ewên ku pêzanîn bi wan re hene û amade ne ku ji dezgehên ragihandinê re bipeyivin. Herçiqas ku hinek caran di evê bareyê de rastî dijwarîyê û tundîyê jî dibin, belê divê em bizanin ku evaya erkê rojnamevan e û ew bi evê rêyê xizmeteka mezin pêşkêşî civakê dike. Ev rewşek e û divê hevsengîyek tê de hebe. Wek nimûne; herdem dezgehên ragihandinê pestanê (zextê) dixin ser hêzên polîsan de da ku pêzanîn bihên naskirin û encamên lêkolînan bihên aşkirakirin, belê di vir de divê hêzên polîsan agahdar bin, ku gelek pêzanînan nedin da ku ziyan negihêje prosesa lêkolînan. Li gel evê yekê jî, hinek caran ev pestana rojnamevanan weha li hukûmetê dike, ku ew êdî pêzanînan veşêre û hemû pêzanînan jî nede rojnamevanan. Ewa ku hûn jî didin nîşandan, di nava ewan civakan jî de, ewên ku ev demeka dûr û dirêj e hukum dikin û demokrasîyê bi rê ve dibin û ragihandina wan a azad jî heye, pirseka dijwar e. Bi min weha ye, ku divê dezgehên ragihandinê berpirsyarane reftarê bikin û ti kesî gunehkar nebînin, dema ku ti bingeh û belge ji evê gunehbarkirinê re nebin. Di evê rewşê de.. wate heger dezgehekî ragihandinê banga gunehkarbûna kesekî da û neşiya ewê bangê bi cih bike û bi girov (delîl) bike, hîngê ji mafê evî kesê ziyanmend e, ku xwe li dadgehê bigire û li angora bendên qanûnê yên girêdayî nexweşkirina nav û deng, daxwaza mafê xwe bike. Bi tevî ku dê karekî weha ziyanê bigihîne rastmendîya ewê dezgehê bi xwe jî.
Di dema çêbûna bûyerekê de dezgehên ragihandinê dikarin kesekî yan alîyekî gunehbar bikin, berî ku alîyên peywendîdar û hêzên polîs bi awayekî fermî tawankarê rast aşkira bikin? Heger dezgehên ragihandinê bi evî awayî reftarê bikin, dê heta çi radeyî (heddekî) ji bo akincîbûna (istiqrara) civakê xeter bin? Ji bo bersivdana evan pirsan jî, serokê beşê ragihandinê yê navdewletî yê zankoya Amerîka ya li Parîsê Prof. Wedik Doyel weha got: bê goman ticaran çê nebûye ku rojnamevan kesekî yan alîyekî gunehbar bike, berî ku polîs bi evî karî rabe. Rojnamevan dikarin tenê lêkolînan di bareya bûyeran de bikin û nabe ti kes bihê tawanbarkirin. Tenê dikarin weha bidin nîşandan, ku hêzên polîsan gomanê li kesekî dikin û heta di vir jî de, heta ku dadgeh biryarê nede, em nikarin ti kesî tawankar bidin nîşandan. Tenê hêzên polîsan dikarin evê pirsê rohn bikin, ka çawa ew kar dikin da ku bigihêjin encaman. Belê nikarin tiştên hûrên pirsekê aşkira bikin. Herweha, xuya ye ku dezgehên ragihandinê li hemû welatan pestanê dikin da ku pêzanînên bêtir bi dest bixin, belê divê hêzên polîsan rê û rêbazên xwe hebin da ku erk û kar bi başî bihên encamdan. Herweha, dezgehên ragihandinê nikarin û ne ji mafê wan e, ku senariyoyên corane (cor bi cor) belav bikin û divê qanûnek hebe, da ku rê li wan bigire, dema ew pîkolên weha bikin. Ew jî ji ber ku ew nikarin ji ber xwe ve tiştan vebihûnin.
Di bareya erkê ragihandinê û hestê bi berpirsyarîya nava civakê de û di bareyê ewê yekê jî de, ku hinek rojnamevan nav û deng xerab dikin, rêvebira beşê mediya û civakê ya zankoya Mereland Kilyanî Çade di evê reportê de got: ez weha dibînim, ku gerek em cudayîyekê bixin navbera belavkirina nûçe û pêzanînên kesane (şexsî) û nûçe û pêzanînên girêdayî çawanîya rêvebirina kar û barên hukûmetê û desthilatdarîyê de. Ji ber ku ya yekem li angora kultur, rewş û taybetmendîyên her civakekê dîyar dibe. Divê dezgehên ragihandinê li hemû welatan çavên xwe ji kultura civakê re bigirin û lêkolînên rojnamevanî yên di bareya çawanîya rêvebirina kar û barên hukûmetê de encam bidin. Belê divê dezgehên ragihandinê serxwebûna xwe biparêzin û nebin amraz û dengê alîyekî dîyarkirî neparêzin û divê kar û erkê ragihandinê, gihandina nûçe û pêzanînan be û divê ev bi emanet û bi hûrbînî bihê encamdan. Erkê ragihandinê ew e, ku bêjedan û bîr û nerînên cuda û corane vebiguhêze û şirove jî bike û ne tenê bergirîyê di ber alîyekî dîyarkirî de bike. Ji evê jî bêtir, nabe ku dezgehên ragihandinê paşgirên partîyên siyasî bin. Belê li welatên nûgihayî arêşeyeka xuyanî di evê bareyê de heye. Ew jî ku partîyên siyasî ev dezgehên han kontrol kirine. Ji alîyekî din ve, heger dezgehên ragihandinê xelkê bixapînin, dê ziyanek mezin bigihînin demokrasîyê. Ji ber ku dê ev karê han bibe egerê ku bawerîya xelkê bi evan dezgehan nemîne, di demekê de ku ev dezgehana rolek giring di biwarê avakirina demokrasîyê de dibînin.
Di dawîya evê reportê de behsa mediyaya azad a di nava civaka demokratîk de dihê kirin û behsa giringîya rojnamevanîya azad û çawanîya çêbûna wê dihê kirin. Mamostayê li zankoya Metropolitan Setyet ê rojnamevan Prof. Şeyn Şafer ê ku berê karê rojnamevanîyê di nava rojnameyên Şîkago û San Fransisko de dikir, di bareya evê pirsê de ji evê reportê re weha got: ramana ragihandina azad ji azadîya bîr û nerînan hatiye. Di heman demê jî de, belavkirina bîr û nerînên cuda xizmeta prosesa desthilatdarîyê dike. Ji ber ku evaya dibe egerê ku hukûmet pirsên civakê baştir fam bike û ev jî dihêle, ku hukûmet siyasetek baştir bi rê ve bibe. Berpirsyarîya rojnamevan û dezgehên rojnamevanîyê jî ew e, ku heta ew bikaribin gerek ew di biwarê veguheztina nûçe û pêzanînan de hûrbîn bin, da ku rastmendîya (misdaqîyyeta) xwe dirist bikin. Erkekî din jî ew e, ku divê ew bi rêya çavdêrîkirina xwe hukûmetê pêşberî berpirsyarîyên wê bikin. Ji ber evê çendê heger dezgehên ragihandinê bikaribin pêzanînên rast û dirsit belav bikin, ew dê bibin cihê bawerîya xelkê û dê bibin xwedî rastmendî. Wate bawerîya mina xurt bi serxwebûna dezgehên ragihandinê heye û gerek ev dezgehên han, xwe ji kontrolkirinê û paşgirîya desthilatdarîyê rizgar bikin. Ji ber ku heger her tenê hilwestên hukûmetê bihên veguheztin, dê siyasetek baş û guncayî (munasib) ya ku xizmeta xelkê tê de ye bi ser bikeve. Heger ew xizmeta desthilatdarîyê dikin, dê herdem nikaribin rexneyan bigirin û ev jî, karekî şaş e ji ber ku ew dê nikaribin devê xwe vebikin û bibêjin, ku dam û dezgehên desthilatdarîyê şaşîyan dikin û kêmanî di nava kar û baran de hene.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top