• Friday, 26 April 2024
logo

Dayika ku li Dîlokê îşkence li keça xwe ya 5 salî kir hat girtin

Gulan Media November 28, 2022 Civakî
Dayika ku li Dîlokê îşkence li keça xwe ya 5 salî kir hat girtin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jinek ji ber ku îşkence li zaroka xwe ya 5 salî kiribû, hat girtin. Zaroka ku rastî îşkenceya dayika xwe hatibû jî rakirine nexweşxaneyê.

Bûyer li navçeya Şahînbey a Dîlokê û li taxa Onur çê bûye.

Li gor agahiyên ku di medyayên Tirkiyê de hatine belavkirin, bavê wê zaroka 5 salî Cîhan Y. dema ku ji derve vedigere mala xwe pê dihese ku keça wî ya biçûk hatiye derbkirin û zû ekîbên tendirustiyê agahdar dike.

Tîmên tendirustiyê wê zarokê radikin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Ersîn Arslan û dest bi dermankirina wê kirin.

Cîhan Y. ku bavê 4 zarokan e, ji medyayên xwecihî re axiviye û ragihandiye, hevjîna wî F.Y li zaroka wan a 5 salî xistiye û diyar kiriye ku hevjîna wî her tim tundiyê li zarokan dike.

Bavê wê zarokê ji medyayê re gotiye: “Ez nizanim pirsgirêka xwe ji kê re bêjim. Zarokên min li cem birayê min dimînin. Ji ber ku kesek min tune, dê çi were serê van zarokan? Ji ber ku zarok wiha ne ez nikarim biçim kar. Ez li kargehê dixebitim, min dev jê berda. Divê ez bixebitim ku tiştek neyê serê zarokan. Dema ez vegeriyam bêyî çinîna zeytûnan min zarokê xwe wiha dît. Ez naxwazim jina min a ku rapora wê heye ji girtîgehê derkeve. Bila heta hetayê di hepsê de bimîne, rehmê li wî zarokî jî bike, doktoran gotin ne 1-2 roj e. Dema ez ji kar vegeriyam derî venebû, ji qata jor ketim hundir. Min dît keçik razayî ye, jina min ji ber ku sûcê xwe dizane derî nade. Ez ketim hundir, kilît şikand, gazî ambulansê kir. Heger ez nehatama ew zarok dê bimira.”

Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ragihandiye ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û dayika zarokê ya bi navê F.Y hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Dîlokê de tê gotin ku dayika astengdara derûnî F.Y ku li ser giliya hevjînê xwe C.Y hatibû desteseririn, bi biryara dadgehê ji ber şîdeta li hember keça xwe ya biçûk hat girtin.

Li gor agahiyan, Rêveberiya Malbat û Xizmetên Civakî ya Parêzgehê erkê lixwegirtin û parastina 3 zarokên din ên malbatê qebûl kiriye.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk derbarê bûyerê de daxuyanî daye û ragihandiye: “Tundiya ku dayikekê li Gazîentabê li keça xwe ya 5 salî kir, em hemû birîndar kirin. Weke wezaret em pêvajoya tedawiyê ji nêz ve dişopînin. Keça ku rastî şîdetê tê û 3 zarokên malbatê di bin parastina dewletê de ne.”

 

Rudaw

Top