Li Amedê êrîşa çekdarî: 3 birîndar
Li navçeya Rezanê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 20ê Mijdarê bi çek êrîşî çayxaneyekê kirin û di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn.
Doh Yekşemê derengê şevê li Taxa Kaynartepe ya Rezanê, 4 kesên bi maske bi çek êrîşî çayxaneyekê kirin. Di encama gulebaranê de 3 kesên li çayxaneyê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Her 3 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Polîs derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û ji bo desteserkirina êrîşkaran xebat hat destpêkirin.
Rudaw