Li Duhokê konferansa pêkvejiyanê birêve diçe
Rêveberiya karûbarên Êzdiyan li parêzgeha Duhokê ragehand, konferansa pêkvejiyanê dê birêve biçe û di konferansê de zanayên ola Êzdî û Musliman û Mesîhî jî beşdar dibin.
Rêveberê karûbarên Êzdiyan li parêzgeha Duhokê Cehfer Simo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di konferansa pêkvejiyanda ji aliyê zanayên olî ve dê peyama aştî û pêkvejiyanê bê ragehandin. Bi taybet li parêzgeha Duhokê ku malbenda pêkvejiyana hemû ol û netewane û hin dokoment jî li ser pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dê bên nîşandan.’’
Herwaha got: ‘’Armanca rêveçûna wê konferansê cîhbicîhh kirina karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi rijdî amaje bi pêkvejiyanê dike û divê li Duhokê em nîşan bidin ku ew karname bi temamî sedî sed hatiye cîhbicîh kirin û Duhok bi hebûna pêkvejiyanê serbilind e.’’
Cehfer Simo got: ‘’Konferans ji aliyê rêveberiya giştî ya Ewqaf a Duhokê ve roja 21.11.2022yê li salona rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê birêve diçe û hemû aliyên pêwendîdar têde beşdar dibin.’’
Basnews