• Saturday, 27 April 2024
logo

Serşoka Nehhasîn a serdema keça Selaheddînê Eyyûbî hat vekirin

Gulan Media November 19, 2022 Corane
Serşoka Nehhasîn a serdema keça Selaheddînê Eyyûbî hat vekirin

Serşoka Nehhasîn a kevnar û dîrokî ya li Heleb a bakurê Sûriyê hat vekirin. Piştî 10 salan ji ber şerê navxwe hatiye nûjenkirin û deriyê xwe li ber serdankeran vekiriye.

Xwediyê serşoka Nehhasîn a li Helebê Îbrahîm Qettan got, “Hûn bi xêr hatine bo nav serşoka Nehhasîn, ku yek ji kevintirîn serşokên Helebê ye. Di serdema Ayişa keça Selaheddînê Eyyûbî de hatiye avakirin, temenê serşokê nêzîka 950 salî dibe. Ev serşok bi xwe du serşokin, serşoka Sit bo jinan û serşoka Nehhasîn bo zilaman, li hemû Sûriyê wek wê nîne. Serşoka Sit di sala 2001ê de bi rêya arkolojîkan hatibû dîtin, ku 450 salan di bin erdê de mabû, sedema vê yekê jî em nizanin.”

Serşoka Nehhasîn ji 3ê beşan pêk tê, Berranî bo pêşwazîkirinê, Wistanî bo şûştinê û beşê Ciwwanî ku agirxane û keldûmana zêde li xwe digire, kesên ku êş û jan di laşê wan de ne lê pal didin. Serşoka Nehhasîn dikare di heman demê de nêzîka 200 serdankeran li xwe vehewîne, ku di zivistanê de xelk bi kom berê xwe didinê.

Xwediyê serşoka Nehhasîn a li Helebê Îbrahîm Qettan anî ziman, “Me di 2001ê de serşoka Sit vekir û tevlî Nehhasîn kir, heta sala 2012ê vekirî ma. Di Tebaxa 2012ê de ji ber şerê terorê li Helebê me serşok girt, 10 sal û 4 mehan girtî ma. Di 2020ê de me dest bi karê nûjenkirinê kir, karê nûjenkirinê 2 salan berdewam kir, niha jî serşok di kar de ye.”

Li gor dîroknasê serdema Eyyûbiyan Ibin şeddad, li nav bajarê Helebê û derdorê 195 serşokên giştî hebûn, ku di serdemên Memlûkî û Osmaniyan de jî di kar de bredewam bûn. Lê li gor dîroknasê Sûrî Ellaa el-Seyyid niha li bajarê Helebê ji wan serşokan tenê 10 serşokên mezin mane.

 

Rudaw

Top